Di Teknolojiya Genetîkê de Îcadeke Nû

Di Teknolojiya Genetîkê de Îcadeke Nû

Di teknolojiya genetîkê de bi alîkariya îcadeke nû mişkên ku di dinyaya tarî de bûn ango kor bûn, vegeriyan ser rewşa xwe yê beriya korîtiyê ango dîsa dikaribûn bibînin.

Zanyar biserketin ku li “genên bixesar” DNAya nû zêde bikin ku mişk bi zêdekirina DNAya nû ya li genên bixesar weke mişkên ne kor dikaribûn bibînin. Eger li ser vê rêbaza teknîka-DNAyê xebatên berfirehtir were kirin, dikare rê li ber nexweşiyên mêjî, dil û kezebê (pişika reş) bigire û derman bike.

Cara pêşin e ku zanyar dikarin DNAyê li şaneyên nedabeşbar (şaneyên ku nikarin zêde bibin) zêde bikin ku şaneyên nedabeşbar bi pirranî di lebat û raçînka mirovên mezinan de tê dîtin. Teknîka nû DNAya bixesar an jî jihevketî “dibirre” û DNAya nû di wê şûna valakirî ve “dizeliqîne.” Ceribandina teknîka nû li ser mişkên kor bê astengî û kendûkoşp pêk hatiye û ji bo mirovahiyê jî encamên girîng diyar dike, lewre hemû mişkên korbûyî bi retinitis pigmentosayê nexweş ketibûn ku hejmara mirovên bi vê nexweşiyê jî pirr zêde ye.

Lêbelê teknîka nû ne tenê genên bixesar yên çavan, herwiha lebatên weke pankreas, dil, kezeb û mêjiyê jî ku ji şaneyên nedabeşbar pêk tên, dikare derman bike û nexweşiyên bê derman û çare tune bike. Zanyar bi hêvî ne ku bi qasî du salên din şûnda teknîka nû li ser mirovan biceribînin. Profesor Robert MacLaren rexneyê li teknîka nû digire; “Potansiyala teknîka nû heye, lêbelê du salên ku zanyar destnîşan kirine, pirr kêm e, lewre divê beriya wê testên ewlehiya teknîkê pêk bên û bi ya min 5 salên din divê.”

Metîn Eser

Çavkanî: Nature

Bersivekê binivîsin