Di Mîtolojiyê de Xwedayê Poîbos Apollon

Di Mîtolojiyê de Xwedayê Poîbos Apollon

Di Mîtolojiyê de Xwedayê Poîbos Apollon

Ji Xwedayên girîng, yek jî Apollon e. Apollon kurê Zeus û Letoyê ye û bi Artemîs re cêwîk e. Di wateya Apollonê Çeleng de, jêre Phoîbos Apollon tê gotin.  Ji ber ku li Delosê hatiye dinyayê, jêre Delosî jî tê gotin. Tê vegotin ku ji Delosê çûye Delphoîyê, li wir cinawirekî kuştiye û ji bo ku bikaribe xwe ji gunehan pakij bike; di ava kanîyekî de xwe şûştiye. Di payîzê de diçe bakûr û dema biharê jî, dizivire Yewnanîstanê. Beriya hemû tiştî, ew Xwedayê şewqê ye. Li cem wî, cîhê tarîyê tune û bi wê wesfa xwe jî, dibe sembola rastiyê û rastgo ye. Tîrên wî, wek tîrêjên rojê bi şîfa ne; an jî, wek jehrê kujende ne.

Apollon, hekîmîyê fêrî mirovan kiriye, ji bilî vê yekê jî; muzîkvan e û di her lêdana lîrê “amûrateke muzîkê ye” de, hemû Xweda di bin bandora lîra wî de dimînin. Kerîyan diparêze, pêşerojê radigihîne û li Delphoîyê, alîkariya zanîna pêşerojê ya kahînan dike. Ji ber vê çendê jî Delphoî, gelek sedsalan bûye navenda kahînîyê. Her çiqas nêzîkê mirovan be jî, xwediyê kesayetiyeke balkêş e. Carinan jî, Xwedayekî bêrehm û ne ziravbihistiyar hatiye nîşandan. Helbet mirov dikare têbigihêje vê rewşê. Lewra li cem wî, her dem ziravbihistiyarî û bêrehmbûn, yekîtîyeke pêk tînin. Dara defneyê, sembola wî ye. Li cem hîva Artemîsê, Apollon roj e.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin