Di Mîtolojiyê de Revandina Jinan

Di Mîtolojiyê de Revandina Jinan

Di Mîtolojiyê de Revandina Jinan 

Babeta jinrevandinê, ne nû ye. Li gorî dîrokzan Heredot; di wê dewrê de hînbûniya jinrevandinê, ji aliyê Fenîkeyîyan ve hatiye destpêkandin. Fenîkeyî piştî ku li behra sor xwe berdidine Behra spî, ku Heredot ji vê behrê re dibêje “behra me;” di veguhêzkarîya behrê de xurt dibin û malên Asur û Misirê, tînin keviyên yewnan.

Piştî van pêşveçûnan, bûyereka girîng tê dîtin. Fenîkeyî, di wan rojan de malên xwe bi keştiyan tînin Argosê, ku Argos di wê demê de bajarê herî mezin bû û di du- sê rojan de hemû malên difiroşin. Di rojeka wiha de keça qralê Argos, Îo û çend keçhevalên xwe têne keştiyê û dest bi danûstandina xwe dikin. Di wê demê de Fenîkeyî xwe diavêjin ser keçkan û wan dibin Misrê. Piştî vê bûyerê, yewnanî jî li Tîrê keça qral direvînin û bi vî awayî, ji hevdu tola xwe hildidin. Lê qralê Kolkhîsê, lehengekî xwe dişeyne yewnanîstanê û daxwaza, lêvegerana keça xwe dike.

Lê yewnanî, bi awayekî erênî bersiva wî nadin. Piştî demekî, kurê qralê Truvayê Parîs; dema ku bi van bûyeran dibihise, diçe yewnanîstanê û Helenê direvîne. Dema ku yewnanî daxwaza lêvegerana Helenê dikin, Truvayî vê yekê qebûl nakin û Medeîayê tînin bîra wan. Heredotos van zanayiyan ji Persan vediguhezîne me û vê bûyerê, bi vî awayî rave dike: “Jinrevandin niheqiyeka mezin e. Lê tevgera tolhildanê jî, dînîtiyek e û hege jin nexwaze, mêr nikare wê birevîne.”

Yewnanîyan ji bo jineka xwe, ku hatibû revandin; ber bi Asyayê ve, sefereka mezin pêk anîne û dawî, li serweriya Prîamos anîne. Li ser vê yekê Persî, dibin dijminê yewnanîyan. Heredotos, derketina şerê Truvayê jî li gor efsaneyê vedibêje. Parîsê kurê Zeus, wek navbijvan tê hilbijartin. Parîs, Aphrodîteyê hildibijêre. Lewra Aphrodîte, sozê jina herî delal a dinyayê; sozê Heleneyê dayê wî. Parîs, Heleneya jina Menelaos direvîne û di bin serfermandariya birayê xwe Agamemnon de, arteşekî dişeyne Truvayê. Girtina Truvayê, 10 (deh) salan didome û şer, gelekî dijwar derbas dibe. Hektorê kurê Prîamos, di vî şerî de tê kuştin.

Şer bi xapaka odysseus, ku leşkeran di nava dephespan de bicîh kiribû û wisa jî derbasê bajêr kiribû, tê qezenckirin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin