Di Mîtolojîya Misrê de Efsaneya Osiris

Di Mîtolojîya Misrê de Efsaneya Osiris

Di Mîtolojîya Misrê de Efsaneya Osiris 

Osiris di mîtolojiya Misrê de, Xwedayekî girîng e. Mêr û birayê Xwedawenda İsis e û bavê Horus e. Xwedayê rê û rêzik danînê ye. Di heman demê de Xwedayê çandinî û bereketê ye. Li gorî mîtolojiyê, mirovan ji Osiris hez kirine. Rê û rêzikên wî, ji dil pêk anîne. Sethê birayê wî, vê serkeftina wî dihezide. Ji bo bikaribe jê xilas bibe, Seth; pîlanekî amade dike. Li gorî vê pîlanê tabûtekî li gorî bejna birayê xwe dide çêkirin, şahîyekî amade dike û birayê xwe Osiris, dawetê vê şahîyê dike.

Di dawiya şahîyê de dibêje ku, ev tabût li bejna kê/ kî were; dê ew vê tabûtê bide wî/wê. Hemû kes tabûtê diceribînîn, lê tabût bi tenê li Osiris tê. Li ser vê yekê, dema ku Osiris dikeve nava tabûtê; hema di wê demê de Seth devê tabûtê dadide û berdide çemê Nîlê. İsisa jina Osiris, radibe lê digere. Di dawîyê de li kevîyeka Nîlê, tabûta devdadayî dibîne û ji bo dêlindêza mirina wî, tabûtê di avzêlekê de diweşêre. Lê di demaka  ku, Seth ji nêçîrê dizivire tabûtê dibîne, cendekê Osiris ji tabûtê derdixê; perçe perçe dike û diavêje warên cihêreng ên Misrê. 

İsis hemû perçelaşên wî, yeko yeko dibîne. Lê yek perçeyekî laşî wî, kêm dimîne. Lê dîsa jî hêza xwe ya sehrî bikar tîne û ya Osiris, ji nû ve zindî dike. Bi navê Horus, lawekî wan çêdibe. Dema ku Horus mezin dibe, bi mamê xwe re şer dike. Di efsaneyê de ev yek, bi awayên cihêreng têne vegotin.  Di dawîya wan şeran de, Osiris wek qralê cîhana bin erdê, Horus jî; wek qralê jiyanê û Seth jî, wek qralê xirabîyê têne pejirandin û hebandin.

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin