Di Felsefeyê de Rêbaza Enduksiyonê

Di Felsefeyê de Rêbaza Enduksiyonê

Di Felsefeyê de Rêbaza Enduksiyonê

Felsefe ne zanistek e, helwesteke mirovî û çalakiyek ramanî ye. Belam, mirov dikare felsefeyê weke diya/maka pirraniya zanistan binîrxîne, ku zanistên me yên îroyîn jî jê derketine. Rêbazên ku felsefe wan bikar tîne jî, ji rêbazên zanistan cuda ne. Felsefe, wekî zanistên xwezayê û zanistên civakî, ne xwediyê rêbazên zanistî ye.

Belam, ev yek nayê wê maneyê/wateyê ku di felsefeyê de jî ti rêbaz nîn in. Rast e, ku felsefe di laboratuaran de nikare ezmûnan pêk bîne an jî weke hindek zanistên civakî, testan bikar nayne/nasepîne. Rêbaza felsefeyê ji dema Arîsto/Arîstoteles ve şeklên birêvebirina mentîq û aqil e, ku Arîsto mentîqê wekî organona (alavê- navgîna) felsefeyê qebûl kiriye.

Kurtedanasîna Rêbaza Enduksiyonê 

Di vê rêbazê de, yeko yeko ji pêşniyaran destpêkirin û gelemperîkirin (genelleme) heye. Li ser bûyerekê bi hejmareke pir zêde (n) çavdêrî têne kirin û di dawiyê de, pêşniyara herî gelemper/tevayî tê bidestxistin. Enduksiyon di roja me a îroyîn de, ji aliyê gelek zanistan ve jî bi armanca bidestxistina zanayiyên eqlî, weke rêbazekî tê bikar anîn.

Lê tiştek heye ku divê mirov vê yekê jî bibêje: Encamên ku bi riya enduksiyonê têne bidestxistin, mirov nikare bibêje ku ew ji 100 % encamên misoger/qutebir in, ixtîmala/dibetiya ku ew encamên dibeyî bin jî heye. Heta ku pêşniyarên pêşîn rast derkevin, tu pirsgirêk dernakevin holê. Lê dema ku yek pêşniyarek jî çewt be, wê demê encama ku tê bidestxistin a gelemperî jî, dê çewt be.

Mînakek bo rêbaza enduksiyonê…  

Çend pêşhatî -pêşane:

1- Sifir, lajwerdek/metalek e û dema ku mirov agir dide binê, diperçive.

2- Çînko/tûtye lajwerdek e û dema ku mirov agir didê binê, diperçive.

3- Alemyon, lajwerdek e û dema ku mirov agir dide binê, diperçive.

4- Zêr, lajwerdek e û dema ku mirov agir dide binê, diperçive.

5- Hesin, lajwerdek e û dema ku mirov agir dide binê, diperçive.

Encam: Nexwe/ku wisa be, hemû lajwerdekên ku têne germkirin, têne perçivîn/baritsin.  

Di mînaka jorîn de ger pêşniyarekê pêşîn çewt be, bêguman dê encam jî çewt derkeve. Lê heke tiştekî wiha pêk neyê, wê demê mirov dikare bibêje ku hemû lajwerdek dema ku têne germkirin, diperçivin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

02.02.2015

 

Bersivekê binivîsin