Di Felsefeyê de Rêbaza Danwelidandinê

Di Felsefeyê de Rêbaza Danwelidandinê

Di Felsefeyê de Rêbaza Danwelidandinê (Rêbaza Mayotîkê)

Ev rêbaz, ji aliyê Sokratesê navdar ve hatiye bikaranîn. Sokrates wiha bawer dike ku mirov, ji zayîna xwe ve xwediyê zanayiyê ne û ger ji wan pirsên rast û dirist werin pirsîn, ew xwediyê wê danehevê ne ku wê bersivên rast û dirist bidin. Bêguman, di vê xalê de mirov dikare bibêje ku Sokrates baweriya xwe, bi celebek reenkarnasyonê tîne.

Sokrates ji rêbaza xwe gelekî bawer e û li pêşiya komek mirovan, rojekê vê yekê diceribîne jî. Koleyekî hildibijêre û li pêşiya hemû mirovan, jê pirsên ku bi sêqoşeyê re têkildar in dipirse. Wiha dike ku sêqoşe tê bîra wî koleyî. Lê hemû pirsên Sokrates, weke belê/erê, yan jî wek nexêr/na têne bersivandin. Ji ber vê çendê jî, ev rêbaz weke rêbazeke bişik/biguman hatiye nîrxandin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Bersivekê binivîsin