Di felsefeyê de Etîk û Meta-Etîk

Di felsefeyê de Etîk û Meta-Etîk

Di felsefeyê de Etîk û Meta-Etîk

    Etîk û Meta-Etîk di felsefe yê de di bin sîwana Felsefeya Pratîk de tê civîn. Die felsefeyê de Etîk li ser bingeha heş/xîret ê hinek xalan diyar dike, ji bo ku mirov karibe bi wan tevger/çalakî ya mirovekî li gora armanca wî/wê û bedela ku amadeye bide, dinirxîne! Cûdahiya Etîk û Moral jî tam di virde xuya dibe. Ji ber ku Moral li gora kevneşopiyek ku hatiye rûniştandin, bûyera dinirxîne. Fîlozofê elman Îmmanuel Kant vê rewşê wisa dinirxîne: ‘Herdem wisa tevbigere, ku tu di kesayeta xwe de û di kesayeta her kesekî din de, mirovahiyê ne wek pergal, wek armanc/doz bibîne.’

Di hemû tevger û çalakiyên xwe de dibê her kesek mirovahiyê ne wek pergal bibîne. Mirovahî dibê armanc û doz be ji bo her kesekî. Herdem dibê em wisa tevbigere ku ew armanca me daniye pêşiya xwe, em bixwazin ku bibe zagon ji bo hemû mirovahiyê. Bi gotinek din, tişta ku tu dixwaze yek ji tere bike, tu biçe ji kesekî/kesekê re bike ji bo ku bibe kevneşopî û wek zagonekê belav bibe.

Di Meta-Etîk ê de axaftin û nirxandina li ser Etîk, Gotinên Etîkê (wek mînak “baş”, “xirab”, “tevger/çalakî”) û herwiha şopandina Xalên Etîkê esase. Di Meta-Etîk de yekemîn dibe Etîk û hemû çaxên wê were lêkolîn kirin û fahm kirin dûvre nîqaşa li ser Gotinên Etîkê destpê dike. Çine ev gotinên Etîkê, yekemîn gotina “baş” û “xirab” û dûvre jî li ser tevger û çalakiya mirovan gelekî lêkolîn tê kirin û tê nirxandin.

Mirovek baş dibê çawa be an jî çawa nebe? Dibê çi bike an jî çi neke? Dibê jiyana xwe çawa li gora mirovahî û xwezayê bi rêkûpêk bike? Bersiva van hemû pirsan dikeve nav beşa Meta-Etîk.

Li aliyê din jî gotina “xirab” heye. Kirinên xirab, gotinên xirab, fikrên xirab çima henin û dibê mirov çi li himber wan bike? Mirovek xirab çima xirabe? Mirovek bi fikrên xirab çawa tevdigere?

Herî dawî jî tevger û çalakî. Gotina baş dibê çalakiya baş û tevgera baş jî bi xwere bîne. Herwiha gotina xirab jî ewê kirinên xirab û çalakiyek xirab bi xwere bîne. Ev dewra xwezayê ye.

Etîk 2

Di virde balkêşiyek gelek mezin jî ewe, ku Etîk û Meta-Etîk ku bandora xwe ji Felsefe û Fîlzofên Yûnanî girtiye, gelekî dişibe Felsefeya Zerdeştê Kal. Ji ber ku li gora Firevan (bi farsî: Faravan/Farawan) ku bingeha felsefeya Zerdeştiyê datîne Gotina Baş, Fikra Baş û Kirinên Baş mirova bi bazk dike û dikare bifirîne. Herwiha li aliyê din jî gotina xirab, fikra xirab û kirinên xirab jî, mirova dikare ji ezmanan bixîne erdê. Em di virde fêr dibin ku Felsefeya Zerdeştî wek ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan gotiye, bandora xwe li ser Sokrates û hemû felsefeya yûnanî kiriye. Herwiha bandora xwe li Asya jî li ser Bûdha û Konfîsyûs kiriye. Ji bandora xwe ya li ser Sokrates û gelek fîlozofên yûnanî, hiştiye ku hemû ewrûpa di bin vê bandorê de bimîne. Ji ber ku bandora Sokrates li ser Platon û Arîstoteles diyar e. Ew warê ku fîlozof û felsefevanê wê bandora xwe li hemû cîhanê kiriye, niha ji hemû mijarên felsefî sêwî maye. Ev jî xemsariyeke ji bo hemû Kurdan.

Etîk yek ji kêm beşê Felsefeyê ku heya niha ji aliyên zanistî ve ketiye lêpirsînê. Ji ber vê ye ku li hemû dibistanên ewrûpiyan Etîk wek ders di nava perwerdeya wan de cîhê xwe wergirtiye. Ji ber ku hemû zanist û ilm û îrfan dikare li ser bingeha delîl û serpêhatiya, mijaran binirxîne û pêşde bixe. Lê ti kes nikare armancekê wek pergal deyne mejiyê mirovan. Bi gotinek din, mirov nikare pergalek amade wek pakêtekê di mejiyê mirova de bi cîh bike, lê mirov dikare bi perwerdeya “baş û rast” bihêle ku mirov bi etîk tevbigere. Pirsgrêkek alema îslamê ya herî mezin jî eve. Berî ku mirov bi etîk tevbigere, nikare olê jî rast jiyan bike û rast fêr bibe. Berî ku hesteyariya li himber mirovahî û xwezayê çênebe, mirov nikare bibe dîndarekî baş jî. Zarokekî nikaribe bimeşe, ewê qet nikaribe bibeze. Dema hewl bide bibeze, ewê “xirab” be.

Etîknasên navdar û ku şopa xwe li dîrokê hiştine evin: Arîstoteles, Îmmanuel Kant, Thomas von Aquîn, hwd.

Siyamed Sîpan Ugurlu

siyamend@hotmail.com

15.01.2016

Çavkanî 

1- Wikipedia

2- Kovar û malpera Felsefevan

3- Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan

4- Avesta

Heke çavkanî neyê nîşandan, wergirtina gotaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin