Di Felsefeya Parmanîdes de Heyîn

Di Felsefeya Parmanîdes de Heyîn

Di Felsefeya Parmanîdes De Heyîn| Ali Gurdilî

Parmanîdes fîlozofekî antîk yewnanî ye û wekî hîmdarê/damezranerê xwendegeha Eleayê tê hesibandin. Berî Zayînê di sala 540 ê de hatiye dinyayê. Navê berhema wî ya lêkolînê: <li ser rastî û çewtiyê- aletheia doxa> ye.

Felsefeya xwe di du beşan de şirove kiriye…

1- Riya rastiyê.

2- Bawerî (Ramanên wî yên beriya zanayiyê).

Parmanîdesî, li ser ramanên wê demê yên serwer rawestiya ye û wan rexne kiriye. Lewra, ew bi çavekî naguher li rastiya cosmîkan digere û di vê babetê de jî, di navbera wî û Herkleîtosî de, dijberiyek derdikeve holê. Heçî di felsefeya Herakleîtos de cosmos bi xwe jî, guherîn bû û ev yek, wekî bingeha felsefeya wî bû. Mesela gotiye ku…

1- Hemû heyîn diguherin û <cosmos> bi xwe jî, guherîn e.

2- Tiştê ku naguhor e, zagona guherînê ye.

3- Heyîn, xwiyakirina naveroka bûyînê ya rawestî/sekinî ye.

4- Di gerdûnê de hemû tişt diguher in, dev ji formên kevin berdidin û dikevin formên nû. Hasilê, li gorî felsefeya Herakleîtosî ti tişt weke xwe namînin û diguherin. Parmanîdes, vê felsefeyê napejirîne. Di dîroka felsefeyê de jî, ramanên Parmanîdes yên ku derheqê guherînê de ne, wekî dijberê felsefeya Herakleîtosî hatine dîtin.

Li ser vê mijarê dîtinên Parmanîdesî…

1- Zanayiya tiştekê ku herdem diguhere, tune û çênabe jî. Lewra rastiya tiştan ne di guherînê de ye, di neguherînê de veşartî ye.

<Parmanîdes, di dinya guherînê de li hêmanekê neguhorbar digere. Ango, li hêmanekê ezelî û ebedî digere.>

2- Tiştê ku mîsoger û rasteqîn e, heyîn e. Tunebûn, yan naheyîn jî tune. (Non- beîng)

3- Tiştên ku xwe bi alîkariya sehekan nîşanê me didin, ew ne rasteqîn in. Ew xap û şaşî ne û bi tenê xwiyakirin in. Axirê, ew jî tunebûn e.

4- Bi tenê heyîn heye, ew rastiyekê yekda û hêmana her tiştî ye.

5- Di naveroka heyînê de, veguhorîn çênabe. Lewra, ew herdem tijîtiyek e û nadabeş e.

6- Heyîn nalive, bêtevger û bêliv e. Ger heyîn biliviya, wê demê wê di fezaya vale de biliviya, fezaya vale jî tunebûn e. Di naveroka tunebûnê de jî tu tişt tune.

7- Heyîn bêdestpêk û bêdawî ye û herdem, heyînek e.

8- Heyîn heye, tunebûn tune.

Ev pêşniyara wî ya bingehîn e û aşharîşên vê pêşniyarê wiha şirove dike…

A- Ger ku tiştek hatibe heyînê, divê ew tişt Yan ji heyînê, an jî ji tunebûnê hatibe holê. Hege ew ji heyînekê çêbûbe, wê demê di vê yekê de bûyînek tune. Lewra, tiştekî ku ji heyînekê hatibe holê, ji xwe ew tişt hebû û tiştekî ku hebe jî, carekê din ew nayê holê. Lewra, ew tişt ji xwe heye.

B- Na, ger tiştek ji tinebûnê çêbûbe; divê tunebûn jî berê tiştekî heyînî be, yan tunebûn jî heyînek be, da ku heyîn bikaribe jê çêbibe û derbikeve holê. Ev jî, nakokiyek e. Heyîn, ne jî heyînê û ne jî, ji tunebûnê çêdibe. Lewra, ew her heye.

9- Heyîn, bêpêşî û bêdawî heye. Ji vê yekê jî, ji heyînê re tunebûn tune.

Wesfên heyînê yên berbiçav jî, yekkerî/siheyî, bêlivî/bêtevgerî û bênatî/bêdawîtî ne.

10- Madeyên din, tu tiştî ji heyînê hêvî nakin û heyîn dabeş nabe. Lewra, ew kit e.

11- Bi heyînê ve tu tişt nazeliqe, an nayê lehiqandin. <Di vê niqteyê de xwiya ye ku, Parmanîdes di bin bandûra Pythagoras de maye. Lewra, li gorî nêrîna Pythagoras jî, tiştê ku dihatin hizirkirin ew hebûn û ew bi xwe jî, heyîn bûn. Di felsefeya Parmanîdes de jî, xwiya ye ku ev yek cihekî girîng digre.>

12- Tezahûra/pêşnûmeya tunebûnê tune, tiştekî ku tunebe wê mirov çawa li ser bihizire, yan jî bipeyîve? Tiştên ku mirovî bikaribe li ser bihizire, ew hene û heyîn in. Ango tiştekî ku hizra wan heye, ew heyîn in. Lewra, mirov nikare li ser tunebûnê bifikire yan wê tezahûr bike. Peyva li ser tunebûnê, peyva ne tu tiştî ye. Lewra, tunebûn tune û nava wê, qet tije nabe.

13- Di pêşniyara <heyîn heye.> de…

a- Guherîn

b- Bûyîn

c- Livdarî, tune. Lewra, ji bona heyînê rabirdu qet tune.

14- Ji bo heyînê, rabirdû û siberoj tune. Lewra, ew <eternîtîk> e. Ango, ji dem serbixwe û aza ye.

15- Heyîn, bêqeyd û bêmerc wek xwe ye û bi xwe ve ye. Ji tu tiştî dernayê, nazivire û naqulipe tiştekî din. Cewhera xwe, di naveroka xwe de vedişêre û an jî, ji xwe ew têde heye. Rastiya hebûna wê jî, xwe naspêre tu tiştî. Herdem, bi xwe ve dimîne û wek xwe ye.

16- Heyîn bi tenê xwediyê wesfek tenê ye ku, ew jî heyîn e.

<Parmanîdes, ji aliyekî ve li hêla pêzaweriyê/materyalîzmê û ji aliyêkê din ve jî, li hêla mengîweriyê/îdealîzmê dimîne. Lewra pirsa çêbûna heyînê, herdem wesfên pêzaweriyê û mengîweriyê dihewîne.>

Li gorî nêrîna Parmanîdes: <Heyîn tiştekî madî/daringî ye û di fezayê de cîh digre.> Di vê niqteyê de pêzawer e. Lê dema ku dibêje <made, ji aliyekî ve zêdetir naheyîn e.> di vê niqteyê de jî, dibe menqîwer/îdealîst.

Lewra li gorî dîtina wî, ji bilî hindava girover, (balor) ji heyînê re hebûn tune.

17– Heyîn rasteqîn e û ne bêwekat e û di fezayê de jî napelije. Lewra, fezaya vale tinebûn e û nakeve navaroka heyînê. Lewra, heyîn ne avahiyek wiha ye, ew bûyerek e. Herweha, heyîn ji dem serbixwe û aza ye. Lê di fezayê de bisînor e û di şeklê girover/balor de ye.

18- Yên li fezayê cîh digre û bilewn e (bi şekil e) ew made ye.

Di vê pêşniyarê de bêşik, li hêla materyalîzmê ye û dibe materyalîst. Piştî wî, ev nêrînên wî yên li ser madeyê, ji aliyê Atogiran/Atomparêzan ve têne bikaranîn.

Di felsefeya wî de hêla mengîwer/îdealîst…

Di ramanên wî de heyîn, tiştekî ne madî ye. Belam, ramaneka razber e. Ango arîşek, têgehek û conseptek e. Di vê niqteyê de jî, ew dibe mengîwer. Lewra wek tê zanîn, di angaşta mengîweriyê de pêşî û paşiya her tiştî, raman û giyan e.

Ê baş e, di felsefeya Parmanîdes de heyîn çi ye û çawa ye?

Heyîn ne di tu demî de ye, ew nayê xwiyakirin û peyda nabe. Tiştên ku ne ji me ne û li derveyê me ne, em wan bi alîkariya sehekan dinasin. Vêca, hege em maseyekî ji wesfên wê rizgar bikin, wê demê em nikarin behsa rengê wê bikin û bibêjin, ku ew sor e, an jî zer e. Em ancax, dikarin bibêjin ew heye. Di vê felsefeyê de, heyîn dibe îdeyek gelemper û ramanek ku, ew jî ji hêla madî ve ne tu tişt e. Di vê niqteyê de, mengîweriya wî çêtir xwiya dike. Lewra, heyîna rasteqîn ancax ji aliyê aqil ve dikare bê dîtin. Jiber ku sehekên me çavkaniyên çewtiyê ne, rastî jî ancax di aqil de peyda dibe. Piştra, Platon van dîtinên Parmanîdes yên mengîwer xurt dike û li ser wan radiweste.

Di vê babetê de, Platon du niqteyan de li Parmanîdes xwedî dertê…

1- Heyîn naguher e, bêdro ye, bêpêşî û bêdawî ye.

2- Sehek, xapînok in û tiştên ne rasteqîn in. Tiştê rasteqîn, aqil e.

Platon, li ser wan du niqteyan rawestiya ye û wan ji bo felsefeya xwe bikar aniye.

Di felsefeya Herakleîtos de jî: Dema ku bûyînê pêşkêş dikir, heyînê jî li derve nedihişt û di felsefeya wî de, heyîn di demên diyar de bilewn dibû. Dema ku bûyîn çêdibû, heyîn jî derdiket holê û xwe bi şeklekê naguher nîşan dida.

Di vê felsefeyê de heyîn, her dem dilive û diguhore. Lê di felsefeya Parmanîdes de, bûyîn xapînok e û tunebûn e. Tiştekî ku herdem bigohere û bûyîn be, ew tişt di eslê xwe de ne tu tişt e û tune. Behsa wê jî, behsa tunebûnê ye. Lewra, ew tunebûn e. Dawî, Parmanîdes heyînê hêmanekê bingehîn dibîne û bûyînê jî, bi temamî li derve dihêle. Herwiha, Parmanîdes di dîroka felsefeyê de wekî bavê rêbaza mantîqê ya yewnan û damezranerê diyalektîkê tê hesibandin…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

19.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- Dengê Felsefeyê. Ali Gurdilî. Weşanên Dozê. Rêbendan 2006.

3- http://www.felsefevan.org/di-felsefeya-parmanides-de-heyin.html

4- http://www.felsefevan.org/parmanides-b-z-600-540.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin