Di Felsefeya Anaksagoras de Aqil

Di Felsefeya Anaksagoras de Aqil

Di Felsefeya Anaksagoras de Aqil| Ali Gurdilî

Anaksagoras Berî zayînê di sedsala 5- ê de jiya ye, ji xelkê Atînayê ye û wekî fîlozofê pêşîn yê Atînayê tê hesibandin. Lê ji eslê xwe ve ji Enedolê ye, piştî çil saliya xwe hatiye Atînayê û felsefeya xwe pêşkêşê hemwelatiyên Atînayê kiriye. Jiber raman û dazanîna xwe ya felsefî, bi bêxwedayiyê hatiye tawanbarkirin û ji bo dardakirina wî, biryar hatiye birrîn. Li ser vê biryarê, Atînayê terk kiriye û jiyana xwe mayî, li sergûmê domandi ye.

Li gorî felsefeya wî: Xweza, ji perçeyên herî biçûk yên ku nayên xwiyakirin pêk tê û her tişt, heta tiştên herî biçûk jî dikarin ji hevdu dabeş bibin. Belam, di naveroka her tiştî de hinek ji tiştên din jî hene.

Anaxsagoras, wan perçên herî biçûk, bi navê <tov yan hilikê> dinavîne û dibêje ku yên wan diafirîne <nous> e. Bi vê dîtina xwe re jî, yên ku <nousê>, ango ya aqil daniye pêşiya nesneyan, ew e. Bi vê nêrîna xwe re jî, di dîrokê de dibe sedemê dualîzmê. Navê berhema wî; <Xweza> ye û ji bilî vê yekê, bi karê astronomiyê ve mijûl bûye.

Ji Gotinên Anaxagoras/Anaksagoras

1- Baskên çivîkan jî bibin pênûsa min, derdê min nayê nivîsandin.

2- Em mirinê ji du tiştan dinasin, ji dema berî zayînê û ji xewê.  

3- Ji sedema bikaranîna haletan, mirov heywanê herî jîr e.  

4- Her tişt, heta bênatiyê dabeş dibe.  

5- Ji yên bêpor û bêgoşt, wê çawa por û goşt derkeve, ma ev gengaz e gelo?

6- Roj e, yên ku li ser hîvê ronahî dirêjîne.

7- Ji hêla hêz û lezê ve, mirovî li gorî heywanan li paş e. Lê bi riya bikaranîna aqil, hiş û ramanê, ew hingiv dicivîne, şîr didoşe û hemû hilberiyên heywanî bidest dixe.

8- Jiber sedema bêhêziya xwe, em nikarin rastiyê hilbijêrin.

9- Di naveroka her tiştî de, ji bilî aqil her tişt peyda dibe. Û hinek tişt hene ku aqil jî dihewînin. Aqil/nous, raserê hemû tiştî ye û li ser hemû tiştî xwedîbandûr e, bêdawî ye û xwe bi xwe, xwe îdare dike û ne tevlî tu tiştî ye. Ji bilî aqil, di her tiştî de hinek tiştên din peyda dibin. Wekî germ û serma û reş û spî.

10- Di destpêkê de, hemû tişt bi hevre bûn. Ji hêla biçûkahî û mezinahiyê ve jî, bêdawî bûn. Û dema ku bi hevre bûn jî, ji hevdu bêferq bûn. Her tiştî, hewa û <aîther> digirt û ku herdu jî bêdawî bûn. Lewra, ew di nava hemû tiştan de, him zahfî û him jî di mezinahiyekê herî mezin de bûn. Lewra, hewa û <aîther>, ji zahfbûna çarmedorî veqetiya ne û ew zahfbûna çarmedorî, ji hêla pirbûnê ve bêdawî ye.  

11- Aqil, çavkaniya hemû livbaziya ye. Aqilên sivik, li hawirdor bela dibin û yên giran jî diçin navendê. Ev yek jî, dibe sedema vegerê. Ev lewnek e û him ji mirovan û him jî, ji bo heywanan baş e. Jiber ku mirovî xwediyê dest e, ew raser e.

12- Li ser babeta derketina holê û windabûnê, dîtinên Heleniyan qet ne rast in. Lewra, tu nesne nayên holê û winda jî nabin. Bi tenê, yên hene digihêjin yên din û tevlî wan dibin. Jiber vî sedemî, divê ji xilasbûn û ji windabûnê re, bibêjin jihevçûn…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

18.04.2014

Aîther: Asîmana rohnî, ku dinyayê radipêçe.

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/di-felsefeya-anaksagoras-de-aqil.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin