Dewrên Dîrokî Yên Felsefeyê

Dewrên Dîrokî Yên Felsefeyê

Dewrên Dîrokî Yên Felsefeyê| Ali Gurdilî

Di destpêkê de divê were gotin ku felsefe jî; wekî ol, exlaq, hiqûq û kulturê, hilbereke jiyana mirovî ya civakî ye û jiber vê çendê jî, di bin bandûra wext yan serdema ku derketiye de holê de, maye. Ango, felsefe taybetmendiyên dema xwe, di hindûrê xwe de dihewîne. Lewma jî, hinek felsefe hene ku bi navê dewra xwe têne zanîn û naskirin. Dabeşandineke bi vî rengî, taybetmendiyên felsefeyên navborî zêdetir daye zanîn û ferqa wan ya bi felsefeyên din re jî, çêtir raxistiye holê.

Dewrên Dîrokî Yên Felsefeyê

1- Serdema Antîk: Mirov xwe weke perçeyekê yekbûnekê <Qosmosê> dibîne. Zagoneka bêdawî û xwezayî (nomos physikos- lex naturalis) serwer e. Wek mirovan, Xwedan û heyînên ne zindî jî, di sînorê vê zagonê de ne. Li hemberê <maqrocosmosê> mirov, <miqrocosmos> e. Tîna mirovî, (zêhna mirovî, aqlê mirovî) li gorî zagona bingehîn a pergalê, ku hebûna wanekan sererast dike; dişixule. Di rewşeke wiha de di felsefeyê de armanca herî bilind temaşekirina hilika wanekan/nesneyan e, ku bi xwedayîtiyê re yek tê dîtin.  

2- Serdema Navîn: Wateya teqez ne di gerdûnê de ye, lê di yên ku wê afirandiye de ye û mirovî, encax bi îmaneka xurt; dikare xwe bigihîne wê wateyê. Xwedê afiranerê gerdûnê ye, yê ku yekemîn car gerdûnê çêkirî ye ew e û di heman demê de, mebesta wê ye. Li gorî termînolojiya Arîstoperest, Xwedê him sedemê çalak (causa efficiens) û him jî, sedemê armancê ye. (causa finalis) Ji ber vê sedemê bi serê xwe tenê, tu qîmeta gerdûnê tune. Qîmeta wê, ji rêza duyem/talî ye. Ew ji hêla gihêjtina armancê ve di nav xwe de, pergaleke hîyerarşîk û bi qedeme, nîşan dide. Ev pergal ji hêmanên binî ve dest pê dike, ji mirovî derbas dibe û heta xwe digihêjîne Xwedê. Mirovî li ser rûyê erdê, nûnerê Xwedê ye.

Rihê mirovî, di herî dawî de girêdayê Xwedê ye. Di vê xalê de felsefe, weke zanyariyeke di gerdûnê de; li gor zanyariya ku pişta xwe daye îmanê, ji rêza duyem e. Ew encax, li cem îman û telojiyê; xwediyê erka <xulamtiya teolojiyê> û <derbaseya odeya îmanê> ye. Lê di dawiya serdemê de her çûye, felsefe rêya xwe ji teolojiyê veqetandî ye û kete rewşeke dijberê teolojiyê. Di dawiya vê pêvajoyê de felsefeyê, berê xwe daye <xeta aqil> û teolojiyê jî, berê xwe da <xeta îmanê> ku, di herî dawiyê de jî, dilêrîneka <rastiya cotik> derkete holê.

3- Serdema Nû: Ramana nû, mirovan di navenda her tiştî de dît û mirovî bû navend. Pêşniyara Descartes ya bingehîn, ev e: <Cogito ergo sum!> (Ez li ser hişê xwe me, ‘Ez bi xwe dizanim, têdigihêjim hebûna xwe’ lewma ez he me.) Ev pêşniyara Descartes, ji bo pêkanîna felsefeyê dibe prensîbeke bingehîn û di dawîyê de di şoreşa Kant de, digihêje xala/niqteya herî bilind. Li gorî vê yekê tîna (aqil, zêhn û binhişa mirov) mirovî, rasterast berê xwe nade nesneyan. Nesne berê her tiştî, divê di tîna mirovî de werin bikaranîn. Zanayî, rasterast ne encama dengvedana waneka ye; beravajiya vê yekê, encama têgihiştina hişê me ye. Bi vî awayî <Roja Nû> ya ku cîhana felsefî ronî dike, êdî ne <Cosmosa Grekan> û ne jî, <Xwedayê Serdema Navîn> e.

Ev Roja Nû, ji bilî aqil; ne tu tişt e…

Rasyonalîzm û Empirîzm jî, di vê pêşveçûnê de dibin du tevgerên bingehîn. Di Rasyonalîzmê de mirovî, berî her tiştî; heyîneke aqlî tê dîtin û li gorî vê tevgerê, biryara herî dawî aqil dide. Di Empirîzmê de jî, mirovî weke heyînek sehekî ye û peywist e her cure felsefe, pişta xwe bide zemîna deneya sehekî. (Ji ber vê yekê ev tevger, wek Sensualîzmê jî tê bi bîr anîn.) Lê çi heye ku, di dawiya Serdema Nû de mengîweriya/îdealîzma alman, carekê din berê xwe da maqro û mîqroqosmosa grekiyan.

4- Felsefeya Hemdem: Wisa tê pejirandin ku Felsefeya Hemdem, piştî felişandin û belavkirina, spekulasyona mengîwer dest pê kiriye. Ev felsefe wiha dixwaze ku xwe berde kûrahiya mirovê girgîn, jiyana wî/wê ya dîrokî û hemû hêla jiyanê. Serdema Navîn, <Xwedê> û Mengîweriya/îdealîzma Serdema Nû jî, tîn (zêhn û aqil) û ramanê derxistibû ser text.

Felsefeya Hemdem, tîn û ramanê ji text tîne xwar. Çimkî ev herdu têgeh jî, encax di fenomenên jîyana mirovî de dikarin werin dîtin. Tîn û raman avahiyên raser in ku di her çandê de bi fesaleke/şeklekî cihêreng dertêne holê û dengvedanên jiyana mirovî ne. Îdeyeka/ramaneka ku serwerê hemû mirovahiyê ye, tune. Di dewsa aqlekî gerdûnî de, sîstemên metafizikî hene; ku bûne wesfên xwerû yên kulturên cihêreng. Di dawiyê de bi kurtî mirovî dikare bibêje ku, felsefeya serdema me ev e: Weke hemû fenomenên/bûyerên kulturê, felsefe jî hilbereke <watedayînên mirovî> ye û ji bo hêşinbûna wê, axa herî baş modela civaka pluralîst e/civaka piranîperêst e…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

14.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/dewren-diroki-yen-felsefeye.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin