Dewra Ronîbûnê (Age of Enlightenment) û Theodîse

Dewra Ronîbûnê (Age of Enlightenment) û Theodîse

Dewra Ronîbûnê (Age of Enlightenment) û Theodîse

Di Serdema Ronîbûnê de ku di sedsala 18an de derketiye holê, li hemberî feraseta theodîseyê rexneyên tund pêk hatine. Voltaire, di berhema xwe ya bi navê ‘Candide-Xweşbînî’ de, rexneyên tund li felsefeya Leibnizi ya ‘teoriya cîhana pêkan’ girtiye. Di berhemê de Pangloss’ê ku felsefeya Leibnizî diparêze, bi du hevalên xwe re li gelek deverên dinyayê digere û li gelek bûyerên xirab rast tê. Zelzeleya Lizbonê ya sala 1755an jî, bandûreke mezin li rewşenbîrên Ewropayê kiriye. Piştre David Hume di berhema xwe ya bi navê ‘Dîroka Xwezayî ya Dîn’ de, derbarê derketina holê ya dîn/olan de şiroveya sosyolojîk ya yekemîn dinivîsîne û wiha dibêje: ‘Meseleya dîn û Xwedê, xaçepirs û nehêniyeke wiha ye ku nayê şirovekirin. Derbarê vê meseleyê de tekane encama lêkolînên me, tirs û kesnezanî (nexuyatî, nediyarî) ye. Lewre jî, ne pêkan e ku em bikaribin xwe bigihînin encam/biryareke zelal û eşkere.’   

Feylesofên Ronîbûnê yên mîna Diderot û Paul Henri Thiry d’Holbach jî, di bin bandûra ramanên Voltaire û Hume’yî de dimînin û wiha dixwazin ku bandûra baweriya filehtiyê a zordest ku piştî Serdema Navîn jî berdewam dikir, ji holê rakin.      

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com 

29.05.2016 

Çavkanî: Pirsgirêka Xirabiyê – Gotar / Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin