Dewlet

Dewlet

DEWLET -I-
Têgehên welê gellek caran wext digrin heta ku di zimanekî de bi cih bibin, xasma zimanê kurdî ku xwedî ewçend zimanzan û ewçend otorîte ye! Bi taybetî, cihê bikaranîna vê têgehê jargona siyasî ye û tevlihevîya herî mezin jî di wê jargonê de ye. Lê, min bala xwe dayê ku di devoka edebî û felsefî de jî heman tevlihevî heye. Ez jî bi çend gotinan dê hewl bidim ku vê mijê ji ser çiyayê ku bi nav “dewlet” e, rakim an jî bêtir di moranê de dakim, ji ber vê zêdekarîya xwe jî, pêşin ,ji hemî zimanzan û dewletzanan efûya xwe dixwazim.
Ev serê demekê ye di nav me kurdan de (ez behsa kurdên dunyayê dikim) minaqeşeyek gur heye, dewlet an ne dewlet! Hinek vê têgehê fena ecûrekî kurmî digrin davêjin teneka çopê, hinek wê dikin topeke asîmanî û pê agir bi ser dijminan de dibarînin, hinek jî wê dikin mertalekî ku tepizkekê jî derbas nake û hemî kurdan pê diparêzin! Lê dema ku em li naveroka minaqeşeyên van camêran binerin û sedemên an, ne ên wan ji nêz ve dawerivînin ê bibînin ku yek ji wan jî ne nêzî mesela “dewlet”bûn an nebûnê ne! Ji xwe em kurd bi paradoksên xwe navdar in, lê baş e ku dunya mayî weke me nafikire û planekî wan î eyan heye.

Xweş tê bîra min di salên -70 yî de, me di hemî gengeşîyên xwe de digot “rojhilata navîn kodikeke barûdê ye” aha ev “kodika barûdê” va teqîya! Lewra ku hêj teqîne û em di nav de ne, tiştekî natefsilînin. Serê biharan, berê sibehan mij newalan digire. Ji ser çiyan dema mirov temaşe dike, ji mijê tiştekî nabîne. Bi bilindbûna rokê re mij radibe û wê çaxê li newalê çi hebe derdikeve holê, rojhilata navîn jî nuha wusan e. Li wir tiştekî mitleq tuneye! Dîmena ku piştî bilindbûna rokê ê derkeve holê, me hemûyan jî dikane behît bihêle.

Min bi xwe cara pêşin ev gotina “dewlet” ji yextyarên gund bihistiye û wan di mana zengîniyê de bi kar dihanî, felankes an bêvankes dewlet e, digotin, ango bê hed û hesab maldar e! Cara duyem jî wexta jendirmên tirk hatin gund, ew jî tirs û xof belav dikirin, ev jî dewlet bû, cara sêyem jî dema yek hat kuştin, doktorek li gel dadgirekî hatibû gund, ev jî dewlet bû û ku bacgirek jî me li van zêde kir aha ji we re dewlet tekûz bû. Navê dewletek welê çi dibe bila bibe, ew ne welatek e! Dema ku dewletên nasîyonal li Ewropa cara pêşin ava bûn, li ser xaka welatên wan ava bûn! Li herêma me jî berovajî vê prosesek pêk hatiye, welat bi dû avakirina dewletan re çêbûne, belkî jî qolincên herî giran ên heremê jî ev in. Em divê du tiştan têkilhev nekin, dewlet cara pêşin weke cûreyekî birevebirîyê, (ango deshilatdariya siyasî) di dîrokê de peyda bûye. Berya hertiştî em divê devoka xwe sererast bikin û ji hemî dunyayê re vekirî bibêjin ku em çi dixwazin. Em kurd dewlet in, lê bê welat in! Nexwe ji dewletê mebesta me welatek e.

Ali Kut

24.08.2016

Bersivekê binivîsin