Destanên İlyada û Odysseia

Destanên İlyada û Odysseia

Destanên İlyada û Odysseia 

Em ê niha ji we re ji kultura yewnana kevin, behsa du mînakên navdar bikin ku bingeha mîtolojiya yewnan; mirov dikare bibêje ku ji aliyê van du mînakan ve hatiye avêtin: İlyada û Odysseia. Dîroka derketina van efsaneyan, heta beriya 3000 salan diçe.

Berîya Zayînê (Berîya Mîladê, Berîya Zayîna Îsa Nebî) kêm zêde, di sala 1000- an de derketine holê. Gelek caran Homeros, wek nivîsakarê efsanayên navborî tê dîtin û pejirandin. Lê ji bo îsbatkirina vê yekê, tu belgeyên rasteqîn di dest de tune nin.

Li gor hindek dîrokzan û wêjezanan HOMEROS, navê komek mirovan e û nivîsandina İlyada û Odysseiayê jî, nêzîkê dused (200) salan berdewam kiriye.   

İlyada

Du destanên ku wek berhemên Homeros têne pejirandin, berdewamên hevdu ne, bi İlyada re dest pê dike ku çîroka wê bist (20) salan berdewam kiriye. Bingeha vê destanê vegirtina bajarê Troyayê (Truva) û şer, lehengîtî, hogirî, evîn, îxanet û tol e. 

Parîsê çeleng, ku di pêşbirka hilbijartina Xwedawenda herî delal de; di nav sê Xwedawendan de Afrodîtê wek Xwedawenda yekemîn a herî delal hilbijartibû, ji Afrodîtê; sozê Heleneya bêdew sitandibû. Lê Helena bêdew, jina Menealosê qralê Lecademon e.

Helena bêdew, bi xêra sêhra Afrodît; dil dikeve Parîs û pêre, direve Troyayê.  Li ser revandina jina xwe Menelaus, gelekî diqehire. Bi birayê xwe Agamemnon, Akilleusê nîvbergorn, Odysseusê jîr û bi çend dotmîrên (prensên) yewnanî re; ber bi Troyayê ve dertê seferê.

Vegirtin û şerê Troyayê, deh (10) salan didome û bi xêra fêleka (xapeka) Odysseus, hepsê darinî tê çêkirin û yewnanî, dikevine bajarê Troyayê. (İlliosê) Bi vî awayî bajar dikeve destê yewnanîyan û yewnanî, bi vî awayî tola xwe hildidin. 

Odysseia

Di vê destanê de zêdetir, qala Odysseus tê kirin. Odysseus ji bo ku bikaribe bi hevalê xwe Agamemnon re here şerê Troyayê, kurê xwe Telemakhos û Penelopeya jina xwe li paş xwe dihêle û ber bi Troyayê ve dikeve rê.

Destana Odysseia jî, di dawîya şerê Troyayê de dest pê dike û qala lehengîtiya Odysseus dike. Odysseus lehengekî jîr, lê zimantûj e. Di rêya vegera malê de, ji ber ku li hember Poseidonê Xwedayê behrê serî natewîne; rastê gelek bobilatan dibe û gelek caran, rêya mala xwe nabîne.

Deh salan, li keviyên behra Egeyê digere û radiweste. Ji aliyekî keviya behrê, heta ku xwe digihîne aliyên din deh (10) sal têde derbas dibin. Di nav van deh salan de Odysseia, bi gelek dêwên yekçavî re şer dike, rastê bahozan û gelek xeteriyên din dibe. Odysseiayê qralê İtakayê, dema ku digihêje mala xwe; li gor wesyeta ku li jiyana xwe kiribû, rastê amadehiya daweta wê dibe.

Pêşbirkek hatiye amadekirin û ê ku di pêşbirkê (pêşbazî) de bi ser bikeve û bibe ê yekemîn, wê bi Penelopeya jina Odysseia re bizewiciya. Odysseus xwe eşkere nake, dikeve pêşbirkê û pêşbirkê kezenc dike. Hem careka din bi jina xwe re dizewice û hem jî, cardin dertê ser textê xwe…

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin