Dermanê Nexweşiya Kula Heftpençeyê

Dermanê Nexweşiya Kula Heftpençeyê

Di navbera 5 û 10 salên li pêş me ji bo her cureyê nexweşiya kula heftpençeyê wê dermanek hebe. Her sal roja 4e meheya sibatê (02/02) weke roja nexweşiya kula heftpençeyê tê zanîn û li seranserê cîhanê derbarê nexweşiyên kula heftpençeyê agahiyên berfireh têne belavkirin. Ji pisporên nexweşiya kula heftpençeyê yek Karol Sikora ye û weke pisporê herî şareza tê qebûlkirin û pirr binav û deng e. Karol Sikora wiha dibêje; “Bi teknîk û zanyariyên nûjen û piştî teşhîskirina nexweşiya kula heftpençeyê hejmara kesên ji mirinê filitî bûn bi awayeke rêkûpêk her zêdê bûye: di salên 70ê de hejmara kesên ji mirinê filîtî bûn, ji sedî bîst û çar bû lê a niha di vê serdema me ya nûjen û teknîkên pêşketî de hejmar ji sedî pênce ye.”

Lêbelê dermankirina hin cureyên nexweşiya kula heftpençeyê pirr zehmet e, ji kesên nexweş yên kula heftpençeya pankreas û pişikê lê çêdibin, piştî deh salan bitenê ji sedî kesek li darê dinê dimîne û dijî.

Sikora wiha berdewam dike; “Pêşketinên girîng û bibandor yên di warê genetîkê de rê li ber dermankirina nexweşiya kula heftpençe vedike. Gumana min jê nîne ku di navbera 5 û 10 salên din, bijîjk zanyariyên berfireh bidest bixînin û bi hêsanî ji her cureyê nexweşiya kula heftpençeyê re reçeteyekê binivîsînin. Di salên 70ê de kesên ji ber kula heftpençe ya gunikê/hêlikê ji mirinê difilitî bûn, ji sedî nod û heyşt bû, ji wê jî tê dîtin ku ji kokê ve rakirina nexweşiya kula heftpençeyê pêkan e û her ku em xebatên xwe li ser daneyên berhevkirî yên ji genoma kula heftpençeyê pêk tê, berdewam dikin, zanyariyên berfirehtir bidest dixînin. Temenê kesên nexweş yên bi nexweşiya kula heftpençeyê nexweş dikevin di navbera 50 û 60 salî de ne û qe nebe em bikaribin temenê kesên nexweş 20 heya 30 salên dirêj bikin, wê pêşketineke pirr girîng û xweşik bibe.”

Li bi dû kesên nexweş yên bi kula heftpençe ya gunikê (ji sedî nod û heyşt), kesên nexweş yên bi kula heftpençe ya pistê/çermê (ji sedî heyştê û neh), û kesên nexweş yên bi kula heftpençe ya prostatê (ji sedî heyştê û çar), tê. Ji kesên nexweş yên bi kula heftpençe ya beran/memikan, ji sedî heftê û heyşt herî kêm 10 salên din dijîn. Ji kesên nexweş yên bi kula heftpençe ya pankreasê (ji sedî yek), ya pişikê (ji sedî pênc) û ya sorsorikê (ji sedî deh û dudo) tê.

Metîn Eser

Çavkanî: The Independent / 07.02.2017

Bersivekê binivîsin