Dawî...

Destpêk > Felsefe > Derheqê Felsefeyê de Ramanên Mele Seîdê Kurdî

Derheqê Felsefeyê de Ramanên Mele Seîdê Kurdî
Parvebike!

Derheqê Felsefeyê de Ramanên Mele Seîdê Kurdî  

Zanyarê îslamê yê kurd. (1878-1960)  Alim. Nivîskarê Rîsaleyên Nûr. Xwe bi xwe gihandiye. Ji alimên kurd û yên Stenbolê teqdîrê sitandiye. Nasnavê Bediuzzeman lê kirine ku di wateya ‘Yê herî delal ê zeman’ de ye. Di hemû jiyana xwe de hewl daye xwe ku bikaribe ‘heqîqetên îmanê’ belav bike. Derheqê zanist û felsefeyê de xwedîyê zanîneka kûr bû. Rexne li fîlozofên maddeperest girtiye Ji hemû fîlozofên maddeperest re gotiye hodrê meydan. Li dadgehê di parastina xwe de derheqê fîlozofên maddeperest de wiha dibêje: ‘Min fîlozofên wan yên herî mezin ku bêol in, ji heywanan xirabtir kir.’

Rexne li fîlozofên misliman jî digre, ku li gor Mele Seîd ew gelekî di bin bandûra Felsefeya Rojava de mane. Zêdetirê nîvê imrê wî, di girtîgehan de derbas bû. Berhemên wî hatin qedexekirin, lê bi alîkariya şagirdên xwe xebatên xwe domand. Şagirdên ku Mele Seîd wan gihandiye gelek in. Di dewsa perwerdekirina rûbirû de, bi pirtûkan şagirdên xwe perwerde kiriye. Di dawîya imrê xwe de zêdetirê (5000) pênc hezar rûpelan kulliyateke hişt. Berhemên zêdetirê sih (30) zimanan hatine wergerandin.

Felsefeya Mele Seîdê Kurdî

Mele Seîd felsefeyê dike du beş: 

1- Felsefeya ku bi wehîyê re di aşitîyê de ye.

2- Felsefeya ku li dijê wehîyê ye.

Dema ku dibêje: ‘Felsefe ji rêya heqîqetê şaş bûye.’ bi awayekî pir dijwar rexne li beşa duyemîn digre. Girîngîyeka mezin dide têgeha hîkmetê. ‘Belê, ez dibêjim hikmet. Çimku xêra wê mezin e, bela wê heye, lê kêm e.’ dibêje Mele Seîd. Bi dirûşmeya ‘mamosteyê min Qûr’an, pirtûka min jiyan’ dikeve rê.

Gerdûnê wek pirtûkeke dibîne. Li gor bawerîya wî her heyîn, neynikek (eyneyek) e ji bo navên îlahî. Mirov dema ku ayetên bi devkî dixwîne, divê ji aliyê din ve jî ayetên xwiyakirî yên ku di gerdûnê de hene bixwîne. Lewra ew hevdu rave dikin û dibin piştavanên hevdu. Ev nêrîna wî awireka wî ya xweser e. Zanist xizmeta dîtina navên îlahî dikin, ku di gerdûnê de bi awayekî xwe dane der. Ji şagirdên xwe yên ku jêrê dibêjin ‘ka Xwedayê me bi me bide nasîn’ re wiha dibêje: ‘Hemû zanistên ku hûn wan dixwînin û fêr dibin, afiranderê we nîşanê we didin. Ne mamosteyên xwe, fen û zanistê bişopînin.’

Derheqê felsefeyê de çî gotiye?

1- ‘Felsefe çavikeka reş a ar e ku hemû tiştan reş û hêwilnak nîşan dide. Lê îman jî ew çavik e ku hemû tiştî spehî, zelal û nûranî nîşan dide.’

2– ‘Felsefe û hikmet divê alîkariya ol û dil bikin, neku xwe berdin dewsa wan.’

Ali Gurdilî

[email protected]

Çavkanî: Di Sed Pirsan de Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.


Nûkirina Dawî : 13 Nov 2013 5:32

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)