Çi girîngiya felsefeyê bi zimanê kurdî heye?

Çi girîngiya felsefeyê bi zimanê kurdî heye?

Derbarê pirsa: Çi girîngiya felsefeyê bi zimanê kurdî heye?

Di serî de silav û rêz ji bo malper û kovara Felsefevan û rêvebirê wan mamosta Elî Gurdelî, li ser karê giranbiha yê di warê Felsefeyê de bi zimanê kurdî dike, wek babetekî li gor bawernameya wî ya ekadîmîk.

Li gor rewşa gelê kurd, ji her mirovekî ji me tê xwestin , nemaze kesên ekadîmî û rewşenbîr, di warê têde ku kar dike, karibe wî karî bi zimanê xwe yê dayikê bike, ji ber zimanê kurdî hewcedarî vekolînên termolojîk e di hemî waran de, û wê duristir û baştir be heger her yek karibe li gor pisporiya xwe û taybetmendiya xwe, raje û xizmeta zimanê xwe yê kurdî bike,da ew nerîna lawaziya zimanê kurdî, di hişê kesên zimanê xwe yê dayikê piştguh kirine bê guhertin, û behaneya wan nemîne ku dibêjin zimanê kurdî têra ramanên me nake! û bizanibin ku zimanê kurdî dewlemend e lê wan gencîneyên xwe jê feqîr hiştine.

Felsefe jî babetek ji wan babetên ku divê vekolîn bi kurdî têde bibin, ji ber ew şêweyek ramanê ye, hemû teyorên ramanên mirovan li xwe digre, ji ber dikeve kûrahiya rewişt û reftarên mirovan de , û piraniya zanistiyên pisîkolojî li ser ramanên fîlosofên ji dîroka dêrîn  ta roja îro ketine ser hev ava bûne. û giringiya xwendin û nivîsandina babetên felsefî bi zimanê kurdî ew e, guncandina zimanê kurdî bi hemî babetên jiyanê re , ku yek jê felsefe ye.

Dibe ku di dema niha de xwendina felsefeyê bi zimanê dayikê hinekî dijwar be, ji ber ku xwendevanên her perçakî kurdistanê, çanda xwe bi zmanên desthilatên ku di nav wan de dijîn ava kirine, lewra ew sînorên ziman di nav perçeyên kurdistanê de bûne sînorên ramanî jî, lê dema kurd li zimanê xwe xwedî derkevin, wê karibin bandora wan sînorên hatine çêkirin di nav xwe de kêm bikin, û ev yek dibe alavek ji bo pevtêgihiştinek ser astên ramanê yên bilind, û helbet di encamê de wê gelê kurd karibe bi ramanên hevbeş hemî warên jiyana xwe pêşde bibe, çi warê civakî be ya aborî be yan jî ramanî be.

Di demên bê de ev nivîsên bi zimanê kurdî wê pêşdetir herin, di riya têkiliyên di nav pisporên di warê felsefeyê de, û wê pir sûde jê bên wergirtin, çi di warê pêşxistina ziman û avakirina zimanekî standerd û hevbeş di nav kurdan de be, ku îro alav û dezgehên ragihandinê û peywendiyan di vî warî de pir alîkar in. û çi di warê pevguhertina ramanan de be, û ev tiştekî pir giring e ji bo yekîtiya gelê kurd, yê ku derdeserî û êş û azarên bindestiyê ji piraniya gelên cîhanê bêtir kişandiye bi sedema cudabûn û neyekrêziyê.   

Ji lewra karê kovar û melpera Felsefevan di warê felsefeyê de bi zimanê kurdî, her weha karê pîroz yê diber çanda bi zimanê kurdî de bi şêweyekî giştî dike, cihê sipasî û rêzgirtinê ye, em pêşketinek bê hempa ji wan re dixwazin, her serkeftî bin.

Şiyar Silêman 

07.03.2016 

Bersivekê binivîsin