Demokrîtos di Felsefeya Xwe de Atoman Çawa Dinasîne?

Demokrîtos di Felsefeya Xwe de Atoman Çawa Dinasîne?

Demokrîtos di Felsefeya Xwe de Atoman Çawa Dinasîne?

Demokrîtos, B. Z. di navbera salên 460 – 370- ê de jiya ye, pêşengê felsefeya Atomparêza ye û şopa Empedokles domandiye. Lewra, li gorî nêrîna Empedokles ew objeyên ku ji piçên madî çêdibûn, ew ezelî û ebedî bûn. Lê, di vegotina wî de ev yek ne zelal bû û baş jî ne hatibû hunandin. Lewra, di felsefeya Empedokles de di derheqê perçe û piçikên madî de û di derheqê eslê xwezaya wan de tu danasîn tune nin. Dîsa di teoriya wî de, hêzên tevgerî; viyan û buxz jî tiştên mirovî û mîtolojîk in.

Niqteyekê din: Empedokles, bi tenê çêbûnê şirove dike û qet behsa çêbûna wesfên madeyan nake. Divabû ku bi awayekî madî, çêbûna wesfan jî bihatina şirovekirin. Lewra, fîlozofên din vê yekê wek kêmasiyekê dîtine û rexne kirine. Atomparêz, li ser vê niqteyê rawestiya ne û armanca wan ew bûye ku vê kêmasiyê ji holê rakin. Atomparêz, ji vê niqteyê dest pê dikin û di destpêkê de, li ser teoriya “perçên madî yên herî hûr” radiwestin.

Li Gorî Nêrîna Atomparêzan: Ger made heta têra xwe perçe bibe, wê demê wê em ê rastê perçeyekê herî biçûk bêtin, ku ev perçe êdî napelijin û ji hevdu venaqetin. Vaye; navê van perçên herî biçûk an hûr, datînin ATOM.

Rûçikên Atomê Ev İn

1- Atom, şeklê madeyan yê herî dawî ye.

2- Atom, ji aliyê hejmaran ve bêsînor in û pir hûr in.Ji ber vê yekê jî; ji aliyê sehekan ve (bi çav, guh, dest, ling û çerm ve) nayên dîtin an bihîstin. Li gorî nêrîna Empedokles, hemû tişt ji çar regezan çêdibû.Lê li gorî Atomparêzan, hemû tişt ji yek celebekî têtin holê.

3– Ji bilî çend îstîsneyan, tu rûçikên atoman tune nin. Ew jî, hişkbûn û bêbandorîtî ye.

4- Atom ji ber ku bêrûçik in, veqetandinên di navbera wan de jî; veqetandinên hejmarî ne.

5– Li gorî hevdu, hinek biçûk û hinek jî mezin in. Ji aliyê şekil ve jî, di navbera wan de ferq heye.

6- Atom, bêrûçik in û hemû obje ji cewaziya rêza wan û ji cîhgirtina wan tê.

7- Sedemên cewaziya wan, ji cewaziya rêzgirtin û cîhgirtina wan tê.

8- Atom, ne di bin bandûra tu tiştî de ne û hişk in.

9- Atom, di naveroka xwe de bisînor in û di navbera hevdu de cuda ne.Atomparêzan, di vê niqteyê de li bersiva tiştekî geriyane, ku ev pirs jî ev e: “Vêca, em ê atoman ji hevdu çawa binasin, gelo cewaziya ku di navbera wan de heye, ew cewaziyekê çawa ye?”

Li gorî felsefeya wan ,bersiva vê pirsê wiha dixweyî: “Fezaya vale ye.” Ji bona ku, em bikaribin tiştekî ji tiştekî din binasin; pêwîst e sînorekê wan hebe. Ango, ew tişt divê ku bisînor bin. Madem ku hemû tişt û rûçikên wan, ji yekbûn û jihevçûna atoman çêdibin û ji bona vê yekbûn û jihevçûnê, tevger jî pêwîstbû, wê gavê diviya bû ku fezaya vale jî hebe. Nexwe, atom wê li kû bilivin?

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin