Demokrîtos

Demokrîtos

Ger made heta têra xwe perçe bibe, wê demê em ê rastê perçeyekê herî biçûk werin, ku ev perçe êdî napelijin û ji hevdu venaqetin. Atom, şeklê madeyan yê herî dawî ye. Ji aliyê hejmaran ve bêsînor in û pir hûr in. Ji ber vê yekê jî; ji aliyê sehekan ve (bi çav, guh, dest, ling û çerm) nayên dîtin an bihîstin. Ji bilî çend îstîsneyan, tu rûçikên atoman tune nin. Ew jî, hişkbûn û bêbandorîtî ye. ji ber ku bêrûçik in, veqetandinên di navbera wan de jî; veqetandinên hejmarî ne.  Li gorî hevdu, hinek biçûk û hinek jî mezin in. Ji aliyê şekil ve jî, di navbera wan de ferq heye.  

Atom, bêrûçik in û hemû obje ji cewaziya rêza wan û ji cîhgirtina wan tê. Sedemên cewaziya wan, ji cewaziya rêzgirtin û cîhgirtina wan tê. Atom, ne di bin bandûra tu tiştî de ne û hişk in. Di naveroka xwe de bisînor in û di navbera hevdu de cuda ne. Ji bo ku em bikaribin tiştekî ji tiştekî din binasin; pêwîst e sînorekê wan hebe.   

Demokrîtos | B.Z. 460-370  

Têbinî: Demokrîtos, pêşengê felsefeya Atomparêza ye û şopa Empedokles domandiye.

Çavkanî: Jiyan û Felsefe – Ali Gurdilî

Çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin