Deh Pêşniyarên Dr. Barton Goldsmith
Deh Pêşniyarên Dr. Barton Goldsmith
1- Bi mirovên rûken û bextewar re dostaniyê bikin, da ku ew coş û dilxweşiya wan, bigihêje we jî.
2- Qîmetê bidin hêjahiyên xwe û dev ji wan bernedin. Ev cure hêjahî dibe ku hêjahiyên çandî, olî, zanistî, felsefî û hwd. bin.
3- Têbigihêjine tiştên baş. Tiştên xirab û nebaş, hege di jiyana we de bi kêrî we neyên, wan ji jiyana xwe derbixin.
4- Xeyala tiştên herî baş bikin. ..
5- Tiştên ku hûn jê hez dikin, wan pêk binin.
6- Ji xwe re armanceke hilbijêrin. Ji bo mirovahiyê, tiştekî qenc bikin, hûnê bêtir bextewar bibin.
7- Li dilê xwe gohdar bin, gohdariya dilê xwe bin. Wê demê hûnê çêtir têbigihêjinê da ku hûn çi dixwazin…
8- Ji bo daxwazên xwe, tu kesan aciz nekin. Bêhna xwe fireh bikin û hege pêwîst be, zor bidine xwe…
9- Ji bo tiştên nû, bila deriyê we her dem vekirî be. Bi awayek hişkbawer tevnegerin…
10- Nefbiçûk bin û bila zewqên we yên basîd hebin. Herin ji xwe re bigerin, di rojeka xweş de keyfa xwe bijîn, bi hevalên xwe re henekan bikin û hwd…
Di dawiyê de hûnê xwe baştir hîs bikin û bi nasnameya xwe re çêtir li hev werin.
Dr. Barton Goldsmith
Werger: Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com