Dawn: Keştiya Fezayî

Dawn: Keştiya Fezayî

Dawn: Keştiya Fezayî

Keştiya fezayê ya Amerîkayî, Dawn çend meheyên berê vedîtî bû ku li ser rûyê erdê û him jî li binê rûyê erdê Ceresê ava cemidî heye. Ava cemidî bi pirranî li tenişta cemserê bakur li şûnên tarî yên krateran e. Ava li binê rûyê erdê wê jî li qadeke pirr berfireh belav bûye. Ava li binê rûyê erdê Ceresê bi amûreke ku jê re GRaND tê gotin, hatiye tespît kirin.

GRaND pîvandina konsantrasyona hîdrojenê, hesin û potasyûmê pêk aniye. Konstantrasyona hîdrojenê hebûna avê li Ceresê destnîşan dike, ji ber rewşa hewayê ku sar û seqem e, ava li Ceresa bejnbost cemidiye. Ava li binê rûyê erdê ne ji tebeqeya hişk pêk tê, dibe ku ji têkeliyeke qulqulikî ya dişibe baxiran û hindikek jî ji cemedê çêbûye.

Pêşbîniyên teorîk yên 30 sal berê jî heman rewşê diyar dikin û dîsa li gorî pêşbîniyên teorîk cemeda li binê rûyê erdê Ceresê bi mîlyar salên berê çêbûye. Kraterên cemserê ku rûyê erdê krateran hema bêje her tim di tariyê de mane, karê “dafikê” dikin. Ji ber sar û seqema li krateran, molekûlên avê yên ber bi şûnên çal û xwar diherin li wê derê dicemidin û li erdê dikevin.

Molekûlên avê ji kuderê tên ne diyar e, dibe ku ji qafika erdê Ceresa bejnbost an jî ji valahiya fezayê ye.

Rûyê kraterên yên li cemserên Heyvê û Merkûrê jî bi cemedê hatiye nixumandin. Stêrnasek ji Jet Propulsion Laboratory ya ji NASAyê ye wiha dibêje; “Girîngiya avê û ava cemidî ya li rûyê rojgerên din pirr û pirr zêde ye, lewre li cihê ku av heye li wir derfetên vejiyînê jî heye.”

Metîn Eser

Çavkanî: BELGA / 18.12.2016

Bersivekê binivîsin