Daraziya Wijdanî ya Ezrail

Daraziya Wijdanî ya Ezrail

DARAZIYA WIJDANÎ YA EZRAIL

     Demekê dirêj bû ku mirin li ser rûyê erdê çênedibû. Digel ku ew kas teqîn, bobelat, felaket, şapat û cengên pir tund diqewimîn jî dîsa ti kesekî nedimir. Ew mirovên ku dûçarên van bûyeran dibûn jî herî  zêde birîndar dibûn. Hin pir bêkeys birîndar dibûn hin jî bi asayî. Lê ti kes ji wan nedimir. Bi rastî ti kesekî li ser rûyê erdê nedimir. Lewra Ezraîl biryarek girtibû ku wê ji Xwedê re bibêje ez êdî hew dikarim vê peywirê bidomînim, ez hew dikarim giyanên mirovan ji laşên wan biqetînim.

     Bi piranî jî gilî, gazin, hewar, girî û zêmarên dayikên Kurd bandorekî mezin li ser vê biryara Ezraîl kiribûn. Lewra her roj herî pir giyanên ciwanên Kurd dihate sitendin ji hêla Ezraîl ve. Di nav netewe û gelên li ser rûyê vê dinyayê de herî zêde Kurd dimirin. Herî zêde dayikên Kurdan dibûn şahid û guvanên mirin a zarokên xwe. Di nav dayikên vê dinyayê de dayikên herî bidilşewat, dilperitî û çavbihêstir dîsa dayikên Kurdan bi xwe bûn. Di dinyayê de ti dayikek wekî dayikên Kurdan li ser zarokên xwe hêstir nedibarand û nedigiriya.

Peyvên ku Ezraîl herî zêde dibihîst peyvên Kurdî bi xwe bûn. Herçar zaraveyên Kurdî êdî bibûn ziman û zaraveyên Ezraîl ên rojane. Erdnîgariya Kurdistanê bibû wekî welatê Ezraîl lewra herî zêde demê wî li wê der derbas dibû. Di dinyayê de şîn herî zêde li Kurdistanê bûn. Di dinyayê de zarokên bêkes, jar, perîşan, xîzan sêwî û pênaber herî  zêde dîsa li Kurdistanê bûn û ew tevekî jî zarokên Kurd  bi xwe bûn. Dîsa di dinyayê de jinên bî herî zêde li Kurdistanê bûn. Peyva “Ezraîl” li ser rûyê erdê herî zêde ji aliyê gelên Kurd ve bi xwe li Kurdistanê dihat bikaranîn.

     Ji ber van semeda Ezraîl vê biryarê girtibû. Niyet a wî ya bi girtina vê biryarê ne ku serhildan a li hember Xwedê bû. Digot; ez ê dîsa taet a Xwedê bikim lê ez hew dikarim vî karê bikim. Lewra êdî ti rû yê min nemaye li hember dayikên Kurd. Her ku ez giyanê ciwanekî Kurd distînim, dayikên wan bi dilekî zîz û bi dengekî şewat wiha dibêjin;  “Ey gidîno! Ji erdnîgarî ya Kurdistanê pêştir ti cîh û war nema ku Ezraîl konê  xwe li vir danîtiye û bi ti derekî din ve naçe. Em bawer in ku Xwedê ji bo giyan stendin a mirovan du ferîşte peywirdar kiriye. Yekî ji bo stendin a giyanê hemû gelên cîhanê û ê/a din jî bi taybetî ji bo stendin a giyanên gelê Kurd bi xwe ye.”

     Ezraîl hinek ponijî û di ber xwe de nehwirî û got: ji goya ez peywir a ku Xwedê daye mi tînim cîh jî dîsa ti mirovek ji min ne xweş e. Çi ên oldar û çi jî evên din, hemû mirov bi çavekî nebaş li min dinêrin û ji min ditirsin. Lê digel ku Şeytan li hember Xwedê derketiye û yek armanc û mebest a wî heye ew jî ji rê derxistin a mirovan e, lê dîsa jî bi çi îlam a Xwedê be pirî mirovên li ser rû yê cîhanê şop a wî dişopînin û bi tevger û kirinên xwe Şeytan bi xwe jî metal û şaşwaz dihêlin. Nahêlin ku şeytan peywir a xwe bîne cîh. Lewra ew kes bi xwe peywir a Şeytan tînin cîh. Bi piranî jî ji nav van kesan ên bawermend sing a xwe diwerimînin û biquretî û bikuşpenetî  wiha dibêjin: “Bawerî ya me wisa qewî ye ku ti car Şeytan nikare me bixapîne û nikare me ji rê derxe.

Ez bawer im ku hê rê ya wî bi van dera neketiye.” Belê ev yek rast e. Hê ti car bi rastî jî rê ya Şeytan bi wan dera neketibû lewra wan kesa bi xwe peywir a wî dianît cîh. Cîhek ji wan cîha jî Kurdistan bû. Lewra ji çar alî yê cîhanê hemû şeytanên li ser rû yê erdê berê xwe dabûn ax a Kurdistanê. Li hember wan bûyerên ku bi destê van şeytana diqewimîn, Şeytan berê xwe dida Xwedê û digot; “ Ya Rebbî! Tu hivz a min ji van kesa bikî. Li hember wan ez xwe dispêrim rehm a te.”  A ji ber van bûyera dil ê min û ên dayikên Kurd ji hev dimîne. Ez bawer im ku wê  Xwedê çareseriyek ji vê rewş a min re bibîne. 

Emre MÛHARGÎNÎ

07.08.2016

Bersivekê binivîsin