Danasîna Psîkolojiyê

Danasîna Psîkolojiyê

Danasîna Psîkolojiyê

Psîkolojî (Derûnnasî) ji pevgihana têgehên ‘psykhe’ (giyan, rih) û ‘logosê’ (zanist, zanayî) pêk tê, ku hevokeke hevedudanî ye û di bingeha xwe de, di wateya ‘zanista giyanê- zanista rih’ de ye. Belam têgehên rih û hwd. ji ber ku ne ezmûnî ne, di roja me ya îroyîn de ne mijarên psîkolojîyê ne. Danasîna (pênasa) psîkolojîyê mirov dikare bibêje ku hebekî zehmet e, lewra ev danasîn li gor her teorîsyenê psîkolojîyê diguhere.

Her psîkologekî wesfeka psîkolojîyê derxistiye pêş, an jî em bibêjin girîng hesibandiye û bi vî awayî nêzîkê zanista psîkolojîyê bûye. Mesela li gor Wilhelm Wundt psîkolojî, vekolandina hiş (bîr) û pêvajoyên wê ye. Psîkologê Pavlov jî di encama xebatên xwe de ku li ser heywanan pêk anîbû, gihêjtiye wê baweriyê ku tevgerên mirovan girîng in û li ser bertekên (tepkîyên) mirovan rawestiyaye. Dîsa jî ji % 100 ne misoger be jî, em dikarin danasîneka psîkolojîyê bidin: ‘Psîkolojî ew zanist e ku li ser tevgerên mirov û heywanan, herweha li ser pêvajoyên zêhnî/bîrbirî ku mirov dikare bibêje bingeha van tevgera ne radiweste, li wan vedikole û dixwaze ku van pêvajoyan bizanibe.’

Di vê danasînê de 4 hêmanên girîng hene 

1- Mirov 

Mirov babeta psîkolojîyê ye. Hemû xebatên ku bi armanca fêhmkirina tevgerên wî têne kirin, di nav sînorên qada psîkolojîyê de ne. Lê ne tenê tevgerên mirovan, pêvajoyên zêhnî jî ji bo psîkolojîyê babetên vekolandinê ne; çimku di bingeha tevgerên mirovî de, ev pêvojo hene. Xwarin, vexwarin, razan, dîtina xewnan û ajotina bisiklête, êş, hezkirin û gelek çalakîyên din, tevger in. Ji bo pêkhatina tevgeran pêdivî bi zêhn, fikirîn û hişê heye, ku ev jî pêvajoyên zêhnî ne û wek bingeha van pêvajoyan in. Herweha psîkolojî qîma xwe bi tenê bi fêhmkirina van pêvajoyan nayne û dixwaze ku tevgerên mirovan yên çewt, serersat jî bike. 

2- Heywan 

Heywan ji bo fêhmkirina tevgerên mirovan, navgîn (alav) e. Lewra, mirov di laboratuaran de wek qobayan nikarin werin bikaranîn. Heywan herçiqas ji hêla zêhnî û fizyolojîk ve ji mirovan cihêreng bin jî, têgihiştina tevgerên wan dibe ku ji bo têgihiştina têvgerên mirovan hindek daneyên girîng bidine me. Hege ezmûnên Pavlov yên li ser kûçikan tunebûna, me îro nikaribû behsa bertekîya bişert (refleksa bimerc) bikirana. 

3- Tevger (Libat, Refdar) 

Hemû bertekên hundirîn û der yên organîzmayê, tevger in. Cemidîn, birêveçûn û lêxistina çepikan, tevgerên der (yên ku xwiya dikin) in, fikirîn, hezkirin û biryar girtin jî tevgerên navxweyî (tevgerên hundirîn) ne. 

4- Zanist 

Psîkolojî rêbaz û prensîbên zanistên xwezayê bikar tîne.

Ali Gurdilî
info@felsefevan.org 

Bersivekê binivîsin