Civaknasî û Huner

Civaknasî û Huner

Civaknasî û Huner

bo Fatma Guler û Mizgîn Karataş         

Dîroka civaknasiyê nêzikê 200 sale lê dîroka hunerê û însana hema hema yek e. Huner, bi qasî mirovatiyê kevn e. Navike hunerê û mirovatiye hema hema bi hev ve girêdaye. Însanan her dem hestê xwe ji nedîtbariyê ber biçav anîne an jî em wiha bejin, însan hestê xwe ji qada nedîtbariyê daxistine qada ber bi çav. Tiştê ku di mijûyê wan de derbas bûne xwestine bidin der û li ser tiştekî neqş bikin. Hûner, neynika civakiye. Ger hûn kîjan civak li ku dijî çawa dijî, rewşa wan, exlaqê wan, ramanên an jî hûn dixwazin erdnigariya wan hîn bibin li hunara wan bimeyzînin. Civak, ramanê xwe, zimanê xwe, ol, çand û kevneşopiya xwe bi rêya hûnera devkî an jî nivîskî, bi mûzikê, bi wêne tîne der. Dema huner tê afirandin, ew huner ji şexsiyetê der tê dibe hunere civakê paşê jî dibe hunera dinyayê. Civaknasî, bandora hunerê a li ser civakê û sedemên wan digere.

            Xebatê hunerê heya sedsala 18’an li ser felsefeyê bû. Têkiliya hûnerê, bi civakê re û bi saziyê din re di sedsala 19’an de destpê dike. Hûner, di sedsala 21’ê de dibe binebeşeke civaknasiyê û bi navê ‘’Civaknasiya Hunerê’’ pêşveçûyina xwe didomîne.

            Hunera civaknasiyê, li dû xweşikiya hunerê an jî li dû zimanê wê an jî ew huner çiqasî bi hunerî û edebî ye nagere, ew di wê hunerî, edebî û xweşikiyê de li dû çand û huner, ramanên civakê ye. Ew di hunerê de li civakê digere. Weke me berî got, hûner neynika civakê ye, civaknasî jî di wê neynikê de li civakê li însanan digere.  Di hunera her civakê de bandora olê heye û her civak ola xwe di hunera xwe de  neqş kiriye. Weke nimûne; Misliman, motifê îslamê bikar tînin. weke; misliman di mûzikê xwe de piranî ney, bilûr û erbaneyê bikar tînin, di wêneyan de jî gula mihemed bikar tînin. Xiristiyan motifê xiristiyanî bikar tînin. Têkiliya hunerê û olê her tim bi hev re hebûye. Huner tu wext bêyî olê nehatiye afirandin.

            Li gor Marx, Jiyana mirov ‘’Aborî’’ diyar dike. Pêşketina hunera civakekê, rewşa aboriya  wê civakê dide ber çav. Aboriya civakekê, têkiliya wê civakê û hunerê, çiqas bi hev re heye, diyar dike. Li gor Marx, aboriya civakekê, hunera wê civakê, hunera wê civakê rewşa aboriya wê civakê nişan dide. Û di her du yan de jî-Huner û aborî- paraleleke mecbûrî heye. Li gor wolf, heyama beriya nûjenî de, serdestiya zêhniyeta mêrîtî, cihê jinê di hunerê de her tim diyar kiriye. Û jin ji hunerê her tim dûr maye an jî hatiye dûrxistin. Aboriya civakekê dema başbûye, Jinê bandor li hunerê kiriye.  

Civaknasiyê, di hunerê de li dû başî an jî nebaşiyê naçe. Ew berhem başe an nebaşe wê eleqadar nake. Tiştê ku civaknasî li dû digere ew jî ev : Gelo berhem civakê di xwe de dihewîne nahewîne? Civaknasî, berhemê rexne jî nake û bi çavê rexnekarekê li berhemê nameyzîne. Rexnekar, di berhemê de, hunerî, edebî û ziman digere lê civaknasî di berhemê de li dû çand, aborî, kevneşopiya civakê digere. Civaknasî, li ser bandora berhemê a li ser civakê disekine.  Hunera civaknasiyê li ser rolê berhemê disekine. Ji ber ku ew rolê ku li leheng hatiye kirin, ramanê civakê nişan dide. Em wiha bêjîn: Lehengê romanê, di berhemê de civak bi xwe ye.  Ramanê leheng, cilê wê,  aboriya wê, zimanê, rewşa civakê a wê wextê nişan dide.

Hunera civaknasiyê, Li ser lehenga berhemê jî disekine. Rola jinê a di berhemê de, rola jinê a di wê civakê de jî nişan dide. (Di wêjeya kurdî de ev bi xwe mesele ye.) Berî dema ji jinan berhemekê biafiranda navê xwe( navê jinan) bikar nedianiyan, Navê mera Bikar dianiyan. Navê Jinê, giringiya berhemê dixistin. Kesî/ê bi nedixwendin. Jinên wênesaz, nivîskar navê xwe yê rastîn bikar nedianiyan, navê mera li xwe dikirin û berhemê xwe pêşkêşê gel dikirin. Hunera civaknasiyê li dû van sedeman dikeve.

Dawî, Hunera civaknasiyê de, di hunerê de tene civakê digere, Başî û nebaşî para felsefeyê, berhem xweşe an nexweşe para rexneyê, Di berhemê de civak heye an tuneye, ev para Hunera civaknasiyê ye. Hunera civaknasiyê, gelo berhem civakê, motife wê, zimanê wê, exlaqê wê, çanda wê, ola wê,dîroka wê di xwe de dihewîne an nahewîne. Hunera civaknasiyê li dû van pirsa digere…   

B’arî Jiya

jiyabari@gmail.com

24/12/2013 – Mêrdîn 

Çavkanî : Kenan çağan,

http://www.bilgidergi.com/uploads/2006Cagan.pdf , 24.12.2013, 01:18 

Hege çavkaniya gotarê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Li ser navê malperê, em dibêjin ku tu bi xêr hatî malpera felsefevan birêz Bar’î Jiya, serkeftin…

Bersivekê binivîsin