Civak (Sosyal)

Civak (Sosyal)

Civak (Sosyal) 

Gotinek klasîk heye: ”Mirov giyanwerekî/e civakî (sosyal) ye.” Lê gelo civak çi ye ? 

Peyva civak (social, sosyal) peyvek latînî ye. Di pirtûka ”Civaknasiya Îslamê: Ceribandina Destpêkekê” de tê gotin ku li gorî civaknasan têgeha ‘sosyalê’ (civakê) tê wateya lihevdubandorkirinê (1). 

Her mirov  bêguman ji dayikekê û ji bavekî sadir dibe (tê dinyayê). Ji bo jiyanê pêdiviya wê/wî bi wê dayikê û wî bavî (du mirovan) heye. Pêdiviya wan her du mirovan jî (ya dayikê û ya bavê) bi hin mirovên din (cîran, xizm, êl, gundî û hwd.) heye. Pêdiviya yên din jî bi wan û bi hinekên din heye. Yanê li ser rastiya pêdiviyê (armancekê) di navbera mirovan de jiyanek tê meşandin. Ev aliyê pêdiviyên maddî ye. Îcar ji aliyê derûnî (manewiyatê) ve jî gelek pêdiviyên mirovan hene; parvekirin, hezkirin, dostanî, evîn û hwd.(2). Ji bo peydakirina hemû van pêdiviyan jî têkîliyek divêt. Ha ev têkiliya di navbera mirovan de, ya ku ji bo peydekirina pêdiviyên wan, civakê diafirîne. Bi gotina Anthony Gîddens ev jî dibe saziyek. Jixwe Anthony Gîddens civakê wekî pergala cureyên tevgeran (libatan) ku hatine sazîkirin bi nav dike. Lê vê saziyê wekî saziyên din -aborî, siyasî û hwd.- nabîne (3). Bêguman civak ji mirovan pêk tê. Civak encama pêdiviyên mirovan e. Çawa ku mirov bê civak nabe, civak jî bê mirov nabe. Wekî ku Gîddens gotiye ”em civakê, civak jî me diafirîne” (4). 

Dîroka civakê bi qasî dîroka mirovan û mirovahiyê kevn e. Wekî ku me li jorî jî bi gotina Gîddens got civak berhema mirovan e, mirov jî berhema civakê ye. Loma jî civak di her serdemê de bûye mijara feylesof û zanyaran (çi yên rojhilatî çi yên rojavayî). Heta hemû pêxember jî ji bo civakekê, li ser navê civakekê û ji nav civakekê derketine holê. Nûh, Lût, Brahîm, Mûsa, Yûsûf, Zekeriya, Salih, Îsa û Mûhammed jî tevlê hemû pêxember ji bo ku peyamên Xwedê ji civaka xwe re binirxîne û bidin nasîn hatine ‘hinartin’ û derketine holê (5). 

Bi kurt û kurmancî civak ji mirovan, ji têkiliya di navbera mirovan de, ku ji bo pêdiviyên hevpar (armancekekê), pêk tê. Loma jî ji bo mirov tê gotin ku ‘mirov, giyanwerekî/e civakî (social) ye.’ Yanê mirov ji bo jiyanê motacî hevdu ne. Ev motcîbûn jî civakê pêk tîne. Em civakê jî dikarin wekî Civaka Hoveber (Seretayî), Civaka Çandiniyê, Civaka Feodal, Civaka Modern dabeş bikin. Dîsa gava ku civaknas civakan rêz dikin li gorî hin qrîteran rêz dikin. Em dikarin van qrîteran wisa rêz bikin: 

1-) Li gorî pîvana ramanê

2-) Li gorî aborî û debarê

3-) Li gorî kevneşopiyan

4-) Li gorî rêveberiyê

5-) Li gorî teknolojî û pîşesaziyê (6). 

Mistefa Dewlemend

zengin-mustafa2010@hotmail.com 

22.12.2013 

Çavkanî 

1-) İlyas ba-Yûnûs, Ferîd Ahmed, İslam Sosyolojisi: Bir Giriş Denemesi, Bir Yayıncılık, 1986-İstanbul, s.21

2-) Abdulqadîr Gok, Civaknasî, Weşanên Ronahî, 2012 – Amed, r. 15-19

3-) Anthony Gîddens, Sosyolojî (Kısa Fakat Eleştirel Bir Giriş), Siyasal Kitabevi, 2012-Ankara, s.17

4-) Anthony Gîddens, heman berhem, r.20

5-) Qur’ana Pîroz, Sûreya Îbrahîm, ayeta 4’emîn

6-) Abdulqadîr Gok, heman berhem, r. 20-21 

Ger çavkaniya nivîsarê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Li ser navê malperê em xêrhatina birêz Mistefa Dewlemend dikin, li ser xêrê be.   

Bersivekê binivîsin