Çîroka Lawikê Xwendekarê Beşa Felsefeyê

Çîroka Lawikê Xwendekarê Beşa Felsefeyê

Çîroka Lawikê Xwendekarê Beşa Felsefeyê

Ciwanekî me zaningehê qezenc dike, beşa felsefeyê. Sala xwe ya ewilî, bi serfirazî temam dike û bo tatîla xwe, bi kelecan vedigere gundê xwe. Bi hatina ciwanê me, malbat tevde keyfxweş dibin û li dor lawik dicivin. Diya lawik radibe hêkerûnê çêdike, savareka xweşik û ligel pîvazên şîn tîne datîne ber lawikê xwe û bi hevre dest bi xwarinê dikin. Bavê lawik hem kevçî li ser kevçî dilepîne savarê û ji aliyekî ve jî, dest bi axaftinê û pirsên xwe dike.

Bav ji lawê xwe dipirse û dibêje: ‘Ê kurê min, ka bibêje rewşa te çawa ye, tu çi fêr bûyî, çi hînî te kirin? Felsefe çi ye yanî, tu dê çi karî bikî bi felsefeyê?’

Lawik dibêje bavê xwe: ‘Bavo dizanî, karê me lêgerîn e, pirs e, guman e û xwendin e. Em li sebebê sebeban dipirsin, li madeya resen dipirsin, em lêdikolin bê ka madeya ewilîn çi ye?’

Bavê lawik hebekê difikire û dîsa dibêje: ‘yanî çawa kurê min?’

Lawik berdewam dike: ‘Em bibêjin ku a niha me hêkerûnê xwar newsa. Hêk ji ku tê? Ji mirişkê tê. Mirişk, li kû digere? Heta êvarê li ser sergoyan digare, di nav zibil û rîxê de ye ma ne? Giya dibe xwarina pez, bişkul dibin zibil, zibil dibe êma mirişkê û mirişk jî hêka dike. Yanî jiyan tevde lixweveger e. Em jî helw didin ku vê lixwevegerê fam bikin.’

Bavê lawik piştî ku kûr kûr difikire, dibêje: ‘Yanî tu dibêjî me vêgavê gû xwar newsa?’ 

Berhevkar: Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com 

14.04.2016

Têbinî: Hevalekî beriya 5-6 salan vê çîrokê ji min re gotibû, min jî xwest ku bila winda nebe, neyê jibîrkirin. Ev çîrok hebekî jî, di nav gel de wate û nirxa felsefeyê eşkere dike.

Bersivekê binivîsin