Çend Gotin Li Ser Xwedênasiyê

Çend Gotin Li Ser Xwedênasiyê

Çend Gotin Li Ser Xwedênasiyê  

Xwedênasî (Teolojî)  Çi Ye ?

Ji berî her tiştî ka em pê bihesin, bizanibin Xwedê kê ye ?

– Tenê Xwedan (Xweyî, Reb) Xwedêyek heye.

Pirtûka Pîroz de mena Xwedan ‘Xweyî’ ye. Xwedan navekî Xwedê ye û navek ji navêd Îsa Mesîh e. ‘Reb, ji zimanê erebî ye û ew jî tê fehmkirina ‘Xweyî’.

Xwedê çêkerê hemû efirandinan e. Peyva Ellah jî (bi erebî Illah) bi teybetî ji aliyê gelek bawermendên Îslamê ve tê bikaranîn.

Peyva ‘Xwedênasîyê’ herwiha ‘Îlahiyetîyê’ ji wergera peyva yewnanî θεολογία  (Teolojiya) pêjda hatîye, ev peyv jî dabeşî li ser du peyvan dibe: “θεός,,  (Teos) – «Xwedê» û  λόγος  (Logos) – «Peyv/xeber/,zanîst». Ji vê derê jî «Xwedênasî» zanîst e derheqa Xwedê de. Herwiha «Xwedênasî» zanîst e ku vekolîna li ser pirtûkên dînî dike, lê hîmê wî gere Pirtûka Pîroz be.

Di destpêkê de mena «Xwedênasiyê» vekolîna li ser dînê Mesîhîyê dikir, pey wêra jî mena wî hatîye fehmkirinê zanîst derheqa Xwedê de. Lê îro jî mena «Xwedênasîyê» diha fireh bûye û hemû ol bi hevra hatine girêdanê.

Mixabin vê pirsê de ya ewil, ferz û kêrhatî ew kaniya zanebûn e derheqa Xwedê de. Bi rastî ew kanî gere Pirtûka Pîroz bibiya, lê sed heyf felsefe jî vekolîna li ser «Xwedênasiyê» dike.

«Xwedênasî» ew felsefe nîn e!

Werin bi hevra çend eyatan ji Pirtûka Pîroz bînin ber çeva.

«Di destpêkê de Xwedê…» – (Destpêbûn1:1)

«Destpêbûnê de Peyv/xeber/ – ‘λόγος’ (Logos) hebû. Peyv tevî Xwedê bû û Peyv xwexa Xwedê -“θεός,,  (Teos) bû» – (Yûhnna 1:1)

«Lê berê pêşin li Padşatîya Xwedê bigerin û bikin ku rastîya Wî biqedînin û ew hemûyê wera bêne dayînê» – (Metta 6:33) Naskirina Xwedê hema jîyîna heta-hetayêye: «Ev e jîyîna heta-hetayê, wekî ew Te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku Te şandîye» – (Yûhnna 17:3)

Fehmîna mirovhatiyê gere ser «Xwedênasîyê» bela nebe/huqum neke/,gere zanebûn derheqa Xwedê de lê nihêrîna Pirtûka Pîroz dest xe û azorû ke: «Dikarî şêwira Xwedê bibînî …?» – (Îvo 11:7).

«Rûmet Tenê Xwedêra» (R.T.X)

Têngîz Sîabendî

08.11.2015

Têngîz Sîabendî: Ji kurdên Ermenistanê ye. Înstîtûtê Bilind ya Ermanîstanê (Polîtêxnîk) kuta kirîye, ya beşa Polîgrafîya û karên neşiretê. Niha jî Mekteba Xwedêzanîstîyê de xwendekar e.

 

Bersivekê binivîsin