Cejna Xizir Eylas û Xizir Nebî

Cejna Xizir Eylas û Xizir Nebî

Cejna Xizir Eylas û Xizir Nebî 

Ev cejna kevnar ku ji aliyê Êzdî, Elewî, Kakayî , misilmanê Sunî û Xiristiyanên mezopotamya ve tê pîroz kirin, cejna herî kevnar û watedar e. Mirov dikare bêje ev cejna yekîtî û heman kevneşopiya hemû ol û tayfeyê vê heremê ye. Helbet ev cihê lêkolîn û nirxandina pisporê dîrok û çandê ye. Ez ê jî bi qasî ku min, ev kevneşopî di nav çand û mominê ola êzdiyan de dîtiye bi we re parve bikim. 

Xidilyas yan jî Xocê Xizir yan bi navekî din Xizir Eylas li gorî baweriya êzdiya xefûrê rêya û yê mirovê di tengasî û bendewariyêde ye. Ew li her erdî û li her warî ye. Ew bi hawara her mirovê baweriya xwe pêk tîne tê. Li gorî baweriya êzdiya her êzdî, yan kes illim salê carekê leqayî dikar bi xêr tê. Dibe ew her car bi kirasekî din be. Dibe weke baba derwêşekî be. Dibe di kirasê maqûlelekî de be. Lewma divê mirov ji kesên nenas re, her alîkar û dilovan be. Ji bo xatira Xocê Xizir. Lewma jî Êzdiyan tu car hejar û xizan ji ber deriyê xwe vala nevedigerandin. Çi ji wan bi qediya xêra xwe pê dikirin. 

Xidirnebî ya jî Xizir Nebî, ew mirad bexşe. Her kesê ber mirad û miradê wan bi cîh tîne. Ew deriyê bext û mirada ye, her ber mirad şeva ku qursikê nanê şor dixwarin li bende alîkariya Xizirnebî û miradê xwe bûn. Ev li gorî mirov û rewşa mirova dihate guhertin. 

Êzdî her sal li gorî salname û hesabê berê çarşema yekem ya piştî çardehê mehê li gorî salnama niha dikin cejn û hersal êzdî rojiya jî ji bo xatira Xocê Xizir digirin. Êzdî genimê qelandî bi destar dihêrin û ji wî geminê qelandî şeva berî cejnê dikin pûxîn yan jî qawît. Wê şevê li ber deriyê malê, li ciyekî ewle û pak ku devê pisîk û seyan negihê dihêlin, heta serê sibê û serê sibê xwediyê malê bi meraq diçe ku şop û rêçekê li ser wê pûxînê bibîne.

Ger guhertinekê têde bibîne ew ji wan re dibe hêvî ku Xocê Xizir hatiye serdana wan. Pûxîn ardê geminê qelandiye, rûn û dimse. Her weha pelok jî çêdikin. Ji wî genimê qelandî nanê şor yê zêde bixwê çêdikin ji bo ber mirada. Li gorî n´baweriyê kesê ew nanik xwariye di xewna xwe de kê bibîne, ku ew kes wê bibe hevjîn û miradê wê/wî. Di dema cejnê de divê mirov bi hemû suruşt û derdore bi nazikî tevbiger e. 

Ev cejna kevnar helbet ne hew li ba êzdiyan tête çêkirin. Xidir Eylas li ba Elewî û gelek olên din yên mezopotamya, Hindê û Ewropa jî pîroz e. Ez Baba Noel ya jî Nîkolaûsê ewropiyan jî wek heman kevneşopiyê dibînim. Vêca kê ji kê wergirtiye, ew jî dibe cihê lêkolîn û zanyaran. Ez bixwe bawer nakim ku me, ango kurda ev ji hin xelk û olên din wergirtibe. Çendku me gerok û misyoner nebûn seranserî cîhanê. Hebe hebe ewan ji me wergirtiye û her civak weke xwe vê cejnê pîroz dike.

Ez vê cejnê li we û hemî hezkiriyê Xocê Xizir, yan jî yê Xidiyas û Xidinebî pîroz dikim. Bila Xizir miradê dildarê peyva kurdî jî pêk bîne. 

Newaf MÎRO

newafmiro@gmx.de 

18 Sibat 2014 

Têbinî: Berê di malpera nûkurd û dergush.com de jî hatiya weshandin. Lê ji ber ku niha Cejna Xidir Eylas e, me pêdivî bi weşandina vê gotarê dît…

Bersivekê binivîsin