Çavên Aqil
Çavên Aqil
Aqil bi çavan dibine, bi dest hîs dike, bi guh seh dike, bi poz bêhn dike, bi ziman tam dike; wan li ser hevdu kom û dabeş dike û lihev tîne. Lê heke sehekên mirovî tunebin, aqil bi serê xwe pûç û vala ye.
Belam, navenda fêrbûna/darezandina başî û xirabiyê jî, dil e û dil, navenda hestên mirovî ye. Çav tunebe, aqil kor e. Aqil tunebe, çav nizane ku çi dibine. Lê dema dil tunebe, tiştên ku çav wan dibinin û aqil wan kategorize dike, wateyeka wan tune û bêwate ne.
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
07.01.2015