Bizavdariya Civakî

Bizavdariya Civakî

Bizavdariya Civakî

Ji ber sedemên cihêreng, di nav tebeqeyên civakî de cihguherandina şexsa ye. Ev cihguherandin, carinan ji bo demekî û carinan jî, bi awayekî domdar pêk tê. 

Du Texlîdên Bizavdarîya Civakî Hene 

1- Bizavdarîya Berwarî: Bizavdarîya ku di heman tebeqeyê de tê dîtin e. 

Ev Bizavdarî jî Du texlîd in 

A- Cîhguhêzî (Bizavdarîya berwarî ya ku di qada coxrafîk de tê dîtin) 

Ji cîhekî ber bi cihekî din ve cîhguhêzîya şexsa ye, ku di statûya wan de ferqeka mezin dernakeve holê. Ev cîhguhêzî, dibe ku ji bo demeka kurt be, an jî ji bo demeka gellek dirêj be jî. Carinan jî, bi awayekî domdar pêk tê. Mînak: Betlane, geşt, perwerdehî, qurs, ji gund koçkirina bajêr û hwd. 

B- Karguhêzî (Bizavdarîya berwarî ya ku di qada jiyana sosyal de tê dîtin) 

Ji hêla prejtîjê ve, an jî di nav statûyên nêzîk de, çûn û hatina şexsa ye. Mînak: Memûrekî şaredarîyê, dema ku derbasê memûrtîya benqeyekê bibe, dema ku mamosteyek bibe serkarê dibistanê û hwd. 

2- Bizavdarîya Tîkane: Ji derbasbûna jêr û jor, ya di nav tebeqeyan de re tê gotin. Şexsekî ku bizavdarîya tîkane pêk bîne, di statû û şert û mercên wî yên jiyanê de guherînên girîng pêk tên. Mînak: Dema ku mamosteyek bibe mebûsek, an jî dema ku karkirek bibe karsazekî mezin… Bizavdarîya tîkane, di dawîya salên dirêj û bi kedeka mezin pêk tê. Wek ku xortekî gundî, bixwîne û bibe endezyarekî mezin an jî karsazekî girîng. 

Bizavdarî=Hareketlilik

Ali Gurdilî
info@felsefevan.org 

Çavkanî: Malpera Felsefevan

Bersivekê binivîsin