Bizavdarî, Statû û Rola Civakî

Bizavdarî, Statû û Rola Civakî

Bizavdarî, Statû û Rola Civakî 

Bizavdariya Civakî: Ji ber sedemên cihêreng, di nav tebeqeyên civakî de cihguherandina şexsa ye. Ev cihguherandin, carinan ji bo demekî û carinan jî, bi awayekî domdar pêk tê. 

Du Texlîdên Bizavdarîya Civakî Hene 

1- Bizavdarîya Berwarî: Bizavdarîya ku di heman tebeqeyê de tê dîtin e. 

Ev Bizavdarî jî Du texlîd e  

a) Cîhguhêzî (Bizavdarîya berwarî ya ku di qada coxrafîk de tê dîtin.) Ji cîhekî ber bi cihekî din ve cîhguhêzîya şexsa ye, ku di statûya wan de ferqeka mezin dernakeve holê. Ev cîhguhêzî, dibe ku ji bo demeka kurt be, an jî ji bo demeka gellek dirêj be jî. Carinan jî, bi awayekî domdar pêk tê. Mînak: Betlane, geşt, perwerdehî, qurs, ji gund koçkirina bajêr û hwd. 

b) Karguhêzî (Bizavdarîya berwarî ya ku di qada jiyana sosyal de tê dîtin.) Ji hêla prejtîjê ve, an jî di nav statûyên nêzîk de, çûn û hatina şexsa ye. Mînak: Memûrekî şaredarîyê, dema ku derbasê memûrtîya benqeyekê bibe, dema ku mamosteyek bibe serkarê dibistanê û hwd. 

2) Bizavdarîya Tîkane: Ji derbasbûna jêr û jor, ya di nav tebeqeyan de re tê gotin. Şexsekî ku bizavdarîya tîkane pêk bîne, di statû û şert û mercên wî yên jiyanê de guherînên girîng pêk tên. 

Mînak: Dema ku mamosteyek bibe mebûsek, an jî dema ku karkirek bibe karsazekî mezin. Bizavdarîya tîkane, di dawîya salên dirêj û bi kedeka mezin pêk tê. Wek ku xortekî gundî, bixwîne û bibe endezyarekî mezin an jî karsazekî girîng. 

Bizavdarî: Hareketlilik 

Statûya Civakî: Ji asûna şexsan ya ku di civakê de cih digrin û xwediyê wê ne, statûya civakî tê gotin. Di civakê de, her şexs xwediyê asûnekê ye ji ber vê asûna xwe ya civakî jî, xwediyê rolekî ye. Di civakê de şexs xwediyê gellek asûna ne û di nav asûnan de, yek destnîşankar e. Ji vê asûnê re jî, asûna destnîşankar tê gotin. 

Asûna Destnîşankar: Belirleyici statü, anahtar statü.  

Rola Civakî: Ji maf, berpirsîyarî, salahîyet û wezîfeyên şexsan re ku çavkanîya wan statûya civakî ye, rola civakî tê gotin. Di civakê de şexs xwediyê gellek asûna ne û ji ber van asûnan jî, xwedîyê gellek rola ne. Civak dema ku statûyekê dide mirovan, li bendê ye ku ew şexs rolên xwe yên ku ji vê statûyê dertêne holê, pêk bîne. Dema ku şexs rolên xwe yên civakî pêk tînin, di heman demê de fêrî civakîbûnê jî dibin. Ango, dibin kesayetîyek civakî. Her şexs, di civakê de xwedîyê asûneka destnîşankar e û ji ber vê asûna xwe jî, xwediyê roleka destnîşankar e. Ji vê rola ku çavkanîya wê statûya destnîşankare re, rola destnîşankar tê gotin. 

Rola Destnîşankar: Belirleyîci rol 

Pevçûna Rolan: Ji rolên şexsan, dema ku yek bi yeka din re tê tevlîhevkirin û şexs, li gor vê yekê tevdigere, pevçûna rolan tê gotin. Ji vê rewşê re pevçûna rolan tê gotin. 

Pevçûna rolan: Rol çatışması 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Destpêka Zanista Civaknasiyê – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin