Bingeha Warê Seza û Padaşê

Bingeha Warê Seza û Padaşê

BINGEHA

WARÊ SEZA Û PADAŞÊ

      Gava bavpîrê me yê hovî dest bi ramyariyê kir, du pirs ji ser zimanê wî şemitîn. A yekem ez ji ku hatim? Û ya duyem çima ez dimirim? Lê di destanên tew re kevnar de doza mirinê zêdetirîn bala wî kişand. Bersiva pirsa yekem ne wiqas dijwar bû. Wî bi çavên xwe didî çawa mirov ji zikê jinê derdikeve. Bawerdikir ku dayêk sedema jiyanê ye. Ev baweriya bû bingeha sistema dêyêtiyê ya ku bi hezar salan di civata mirovan de dirêj kir. Di wan deman de mirov hîn negihîştibû pirsa mirovê/mirovên/ siftehîn ji ku hat? Çawa çê bû? Ev pirsa di sistema bavêtiyê de derket. Di şaristaniya Somerî, Farhonî û Girêkî de gellek bersivên vê pirsê hehe. Lê bersiva çima mirov dimire gellek dijwar bû. Di lêkolîna bersiva vê pirsê de çavkanî efsan bûn. Rola endîşeyan sereke bû. Ramana mirinê bû sedema pêşketina zanistiyê. Gellek fêlesofevan û ramyarên cihanî vê rastiyê nişan didin. William James Durant (1885- 1981) di pirtûka xwe ya binavûdeng /Çîroka şaristaniyê/ weha dibêje.

Rewşa mirinê bandoreke mezin li jiyana mirovê kevnar kir. Lê mirov li sînora doza mirinê nesekinî. Ji ber ku ev pirsa bû kunemoza gellek pirsên din. Bêku karibe bersiva vê pirsê zelal bike, pirseke din a mezintirîn di mejiyê wî de peydabû. Gelo dema mirov dimire, ew kuda diçe?

Di dirêjiya dîroka mirovatiyê de bersiva vê pirsê cûda bû. Û ta niha cûda ye. Taybetmendiya mejiyê mirov nikara aram rûne bêku bersivan ji pirsên xwe re nebîne. Di wan demên kevnar de, bi kêmzanistiya xwe, mirov nikaribû bersiveke lojîkî peyda bikira. Loma endîşeyan ew rola bingehîn di vî warî de listin. Ev bû jêdera efsanan û paşê ya olan. Ji aliyekî din ve bû sedema gera mirov li Cihaneke din. Mejiyê mirovê kevnar nikaribû qebûlbikira ku bi mirinê re ew diqede û dibe ax.

Bêguman Cihana din ne ji nişkave di mejiyê mirov de çêbû. Demek dirêj derbas bû, mirov tê de  Cihana din bi kerpiç û kerpîç di mejiyê xwe de lêdikir. Li vir, hinek pirsên din di mejiyê wî de çêbûn. Gelo ev Cihana din li ky ye? Mirov li wir çawaye? Çi dike?

Efsanên somerî û girêkî ji me re dibêjin ku Cihana din li jêr re. Di qatê Zemîn ê binî de ye. Gava Aştar dixwaze yarê xwe Domozî ji warê mirinê vegerîne dadikeve Cihana jêrîn. Gor efsanan mirov li wir tiştekî nake. Ew di korahiyekê de ye. Weke dumanekê ye. Di pirtûka Odessey ya Hemêros/Homer/ de, gava Odîsyos diçe warê miriyan ew li bav û dêya xwe rastê. Dixwaze bavê xwe hembêz bike, bav jê re dibêje tu nikarî min hembêz bikî, ji berku ez dumanek im. Herhal olên ezmanî bi vê têgihiyê li giyana mirov dinihêrin. Dibêjin gava mirov dimire giyanê wî weke duyekî ji pozê wî derdikeve.

Herku dem ser mirov re derbas dibû û zanistiya wî pêş de diçû, Cihana din zêdetirîn di efsanan de rava dibû. Mirovê kevnar gihîşte konsepsiya seza û padaşê li Cihana din. Sedemek ji sedemên sereke yên mirov gihand vê baweriyê nerazîbûna wî ji rewşa xwe ya li vê Cihanê.

Ev pêvejoya bû lêkolîna tevgera mirov ji bo dadperweriyê. Di Sirûda Miriyan ya ferhonî de, gava mirov diçe wê Cihanê, siftehîn dikeve Eywangeha Dadgehê.

Mirovê kevnar gihîşte baweriyekê, ku li vê Cihanê dadperwerî nîne. Ji ber ku mirov nikare li ser xwe bibe dadwer. A li  Cihana din hêzeke ser mirovan re heye, ew hêza kane dadperweriyê bimeşîne. Ev tê wateya ku mirov êdî çêyêtiyê û xerabiyê ji hevdu derdixe, hinek tiştan qebûldike, û hinekan qebûlnake.

Em karin bibêjin ku mirov warê seza û padaşê(sewabê) di endîşeyên xwe de çêkir, berî ku pêxember bi navê Yezdanan li ser Zemîn derkevin. Bêguman sedema din ya hewcedariya bi Cihana din, ji bo mirov xwe ji tinnetiyê rizgarbike. Ta niha ramana  mirov dimire tine dibe mejiyê me diçelqîne. Sedema sêyem jî, ji bo warekî dadperwer hebe, yekî ne wek vê Cihana yekem a tijî kiryarên kirêt. Warekî, mirovê xerab tê de seza bibe, û yê baş padaş bibe .

Ku em bi kûrbînî li hemû raman û hestên bi Cihana din ve girêdayî binihêrin, em ê bibînin ku bingehên van raman û hestan ji vê Cihana me derketine. Bêguman kesekî ti name ji wê Cihanê neşand vê Cihanê. Lê hemû bergehên Cihana din ji regezên Cihana yekem hatine avakirin. Di bin bandora nerazîbûna mirov ji jiyan xwe, ji doza mirinê, û çûbûna warê tinebûnê, Cihana din ji mirov re pêwîst bû. Û ta niha hemû berfirehî û kûrbûna nêrînên mirov li ser wê Cihanê, nîşana pêşveçûn û pêşketina raman û hestên mirov in. Jîrekiya pêxemberan ew bû, ku wan têgeheke gelemperî li ser warê seza û padaşê afirandin.

Çendîn ku olan û pêxemberan ev doza kirin bangewaziyên xwe ji bo mirovan li dor  Yezdanan, yekîtiya Yezdanekî bicivînin, lê efsanên kevnar di bingeha hemû olan de bicihbûne. Bi teybetî di olên ezmanî de. Hemû têrmenên olî ji van efsanan hatin, û ta niha berdewam dikin. Di hemû olan de gellek tiştên pûtperestî hene. Weke navendiya cihekî pîroz(Mala Yezdan) di Îslamê de. Weke ku berî mirov ji Yezdan re KEHBê lêke, Ew li ber pûk û baranê bû.

Mirovê misrî yê kevnar bi hebûna warê seza û padaşê bawerdikir. Li cem wî giyanê mirov piştî mirinê li hember Yezdan “OSÎRÊS” û çel û du dadweran dadgeh dibe. Kiryarên mirov ên li Cihana siftehîn kirine dipîvin. Ku kiryarên baş kêmbin, û ên xerab jî pirbin, biryara sezayê didin wî. Di encamê de, yan dê wî giyanî wî vegerînin ser Zemîn, û di gewdeyê lawirekî pîs kin, yan jî dişînin warê sezayê. Cihê agir ê Îblîsan. Dibeku li wê derê ji gunehên xwe pak bibe. Wê çaxê destûr didin wî giyanî vegere ser Zemîn û di mirovekî de diyarbibe.

Gelên îranî yên kevar bawerdikirin, ku mirî li ser cînwiyekê re(sîratekî) derbasî Bihuştê dibe; warê Yezdan “ARMIZD”. Di vê rêyê re, mirovê şerxwaz û gunehkar nikare derbasbe, ew bi rêve dikeve xwar. Di bin wê cînwiyê de Dojeh heye, tê de Îblîs(Dêw) bi dijwarî êşkence dibin. Lê hemû mirovê pak û bêguneh bi hêsanî derbasî Bihuşta tijî ronahî û xweşî dibe. Ola Îslamî têgeha cînewerî /sirat almusteqîm/ ji olên îranî yên kevnar wergirtiye.

Bi nêrîna kevnarên îranî li dawiya demê, dê Zemîn li stêrkekê rast were, û ar pêkeve, û bi tevahî di wê stêrkê de bibûste. Wê çaxê mirovê şerxwaz û gunehkar di Dojehê de birje. Ew şerxwazana sê roj û sê şevan di Dojehê de dibûs dibin, ji bo ji gunehên xwe pak bibin. Îblîs û serwerê wan “EHRÊMAN” jî bi êgir pak dibin, û derbasî warê ronahiyê dibin. Ev tê wateya ku seza li cem wan ne sermediye.

Gur yasageriya “BÛDA” warê seza bi astên cûrecûr e. Tê de sed û sî û şeş Dojeh hene. Di van Dojehan de seza ne wek heve, ew gor mezinî, çûkanî, piranî û hindikaniya gunehan ne. Dibeku Dojehek hebe ji êgir be, Dojehek ji pûk û sermê be, yeke din ji gemar û pîsîtiyê be.

Yonan û Romaniyan bawer dikirin ku di ser Zemîn re, li bilindiya Ezmên “OLEMPES” heye. Ew wargeha ku Yezdan lê niştecih bûne. Di bin Zemîn de jî “TIRTAROS” heye, ew jî warê sezayê ye. Li wê derê hemû şerxwaz bi êşkenceyên cihereng ên dijwar êşkence dibin. Nemûne, gava “TENTALOS” raza Yezdan “ZIVIS” aşkerekir, û Yezdanan xwestin wî seza bikin, ew tî û birçî kirin orta giravekê, herku xwe xwardikir ji bo avê vexwe, av ji ber wî direviya. Di ser wî re şaxên darên tijî fêkî hene, lê herku destê xwe radike ji bo fêkêyekê ji xwe re qutke û bixwe, gûşiyên fêkeyan dûre destê wî diçin.

“FERCIL” Dojeh bi hawayekî din ravakir. Li gor wî Dojeh bi sê sûran û çemekî ji êgir dorpêçkiriye. Li pêş Dojehê newaleke pir kûr heye, kûraniya wê du caran ji dirêjiya navbera Zemîn û Ezmên bîhtir e. Ji wê derê xeynî axeaxa mirovên êşkence dibin, û dengê qamçe û zincîrên merbendan ti dengên din nayên bihîstin.

Di “TEWRAT”a Cûhiyan de tiştekî aşkere li ser warê seza û padaşê tineye. Di baweriya wan de sezakirina mirov li vê Cihanê pêkdibe. Seza ya li Cihana din paşê li cem wan derket. Cûhiyan weke Babîlonan bawerdikir ku mirov seza ya xwe li vê cihanê dibîn e, weke êş û nexweşî, windabûna mal û zengîniyê, û mirina nêzik. Piştî mirinê, mirov diçe warê miriyan, û li wir mirov giş wek hev in. Lê zanyarên Cûhiyan ji nav wateyên peyvên “TEWRAT”ê nîşanên hebûna warê sezayê derxistin. Hinek zanyarên wan gotin ku gelek cîgehên Dojehîn hene, yek ji yekê êşkencetir e. Hinan gotin ku du war hene; warê Jorîn û yê Jêrîn. Warek ji bo sezabûna gewde li vê cihanê, û yê din ji bo giyan li wê cihanê seza bibe. Wan ravakir ku heft cihên cûrecûr ji sezayê hene, li gor gunehên ku mirov li vê cihanê dike. Zanyarna din gotin ku mirov piştî mirinê dabeşî sê girûpan dibin. Girûpek dizgûn in, rindiyên wan ji xerabiyên wan bîhtirin, ew di cida dikevin bexteweriya sermedî/cawîdanî/. Girûpek jî gunehkarin, xerabiyên wan ji rindiyên wan bîhtirin, ew sermedî êşkence dibin. Girûpa sêyem, di navbera wan herdu girûpan de ye. Mirovên vê girûpê demekê di Dojehê de êşkence dibin, heta ji gunehên xwe pak dibin. Paşê hildikişin Ezmên.

Xirstanî “INCÎL”a xwe berdewamiya “TEWRAT”ê dihesibînin, lê tiştekî wek Cûhiyan ne gotin. Wan ji siftehîn de bawerî  bi Dojehê dikirin, Dojeha wan agir û kibrît e. Hinekan ji wan digot ku Dojeh  di bin Zemin de ye, û seza sermediye. Nivîskarên wan ên sedsalên navîn li ser van gotinan zêdekirin, û Dojeh û êşkenceya tê de berfireh şîrovekirin. Bi kurtî xirîstanî baweriya xwe bi warê seza û padaşê dikin. Û gor wan warê sezayê cûrbicûr e, li gor cûrya çewtî û gunehan e.

Em li ser ola Îslamî berfirehî şîrove nakin, ji ber ku ji me hemûyan ravaye. Lê rastiya ku em dizanin, ti olan weke ola îslamî warê seza û padaşê şîrovenekir, û nekir xizmeta ji bo xelk mecbûre baweriya bi Îslamê bibe. Dojeha Îslamî warekî pirî bi sam e, herku mirov babetê êşkenceya di “KURAN”ê de dixwîne, ew bi hestên xwe yên mirovahî nikare van êşkenceyan tehmûl bike. Lê Bihuşta Îslamî, warê peyan e, karên wan li wê derê sêksa bi jinên keçîndar re ne. Êrotîka ku li wir ew sorperiyana  ji peyan re dikin, ji hemû êrotîkên vê Cihanê xwestekên peyayên rojhilat bi cihtine. Peya ji çemên meyê yên di ber wan re dimeşin, bi tasan vedixwin. Yanî hemû xwestekên ku Xwedê li vê cihanê qedexekirine, li wê derê aza bawermend karin bikin. Heramiya li vê Cihanê, li wê Cihanê helal e. A çima li vê Cihanê heram e û li wê Cihanê helal e?  KURANÊ û Muhemmed ji Misilmanan re rava nekir.       

Bi kurtî Ola Îslamî ji hemû olan bîhtir seza û padaş kire mejiyê bawermendên xwe. Gor vê olê, Cihana din ji vê Cihana pir xweştir e. Ev ramana bû bingeha tirrorîsta bawermendên îslamî di dirêjiya dîroka Îslamiyan de. Û ta niha berdewam dike. 

Salih Bozan 

31.01.2017

Çavkanî:

– Çîroka şaristaniyê. William James Durant

– Sirûda Miriyan a Ferhonî.

– Kovara “SOMER” bi zimanê erebî, meha 12an sala 1946an.

– Kovara “ELMUQTETEF” cildê 15an, 1891, rûpel ji 15 û şinve…, û ji 76  û şinve…

– Çîroka Îsra û Mihracê. Salih Bozan. Hewlêr 2014.

Bersivekê binivîsin