Bi Navê Zenkerella Ajalek Hate Vedîtin

Bi Navê Zenkerella Ajalek Hate Vedîtin

Zanyar vedîtina Zenkerellayê ku ajalek ji malbata guhandaran e û li ser rûyê erdê ajaleke herî nepen e, pêk anîn. Em dikarin bibêjin ku Zenkerella dişibe Pokémonê û bi hêsanî li her derê dikarin Rattatayekê bibînin lêbelê berevajî vê yekê heya vê demê tu kesî nikaribû Zenkerellayê bibîne û wêneyê wê bikişîne. Ji hebûna çend heb fosîl û diranên Zenkerellayê ku hebûna wê ya bi qasî 50 mîlyon sal berê destnîşan dikin, bêhtir tu delîl tunebûn. Lê zanyar li Biokoyê ku giravek li rojavayê Afrîkayê ye, girtina Zenkerellayê pêk anîn. Zenkerella Insignis ajaleke herî kevn û nepen ya ji malbata guhandaran e.

Em dikarin bibêjin tu veguhêrîn li ser DNAya Zenkerellaya vedîtî çênebûye, bi gotineke din, Zenkerellaya 50 mîlyon sal berê çawa bûye yê vedîtî hê jî wisa ye. Zenkerella bi qasî 15 mîlyon sal ji îzdeharê (dînozor) piçûktir û 35 mîlyon sal ji malbata mirovokiyan mezintir in. Dema Zenkerella derdikeve holê, Antartîka bi Awistralyayê ve girêdayî bûye û Hîmalaya jî nebûye. Heya vê demê jî ji çend fosîl û 11 diranên Zenkerellayê bêhtir tu delîlên din tunebûn.

Erik Seiffert, li University of Southern Californiayê paleontolog e wiha dibêje; “Min wisa bawer dikir ku Zenkerella dikaribû pirr agahiyên girîng derbarê perisîna malbata kojeran de bigihêjîne ber destê me. Lê pêdivî bi Zenkerellayekê sax hebû û ji ber vê jî min daxwaziya arîkariyê ji biyolog David Fernandez kir.”

Fernandez 14 sal e li Biokoyê dixibite û wî qet Zenkerella nedîtibû û ne jî bihîstibû. Seiffert jê re vegotina çîroka xwe dike û Fernandez biryara bi wî re xebitînê digire. Li derûdora salekî şûnda Fernandez li daristana Biokoyê rastî Zenkerellayê tê û wêneyê wê dikişîne. Seiffert wiha didomîne: “Ez bi coşeke mezin li benda vê ajalê bûm, pirsek ku me serê xwe pirr pê êşandibû, pirsa Zenkerella dikaribû bifirre an na? Em a niha dikarin lêkolînên xwe li ser Zenkerellayê pêk bînin, helbet divê em baldar bin lewre me tenê Zenkerellayek heye û em nizanin ew çi dixwe, ji çi hez dike û hez nake, li ser darê an erdê dijî.”

Metîn Eser

Çavkanî: Washington Post

Bersivekê binivîsin