Bertrand Russell

Bertrand Russell

Bertrand Russell (1872-1970) 

Bertrand Russell civakzan, matematîkzan û mentîqzanekî ingilîz e. Ji malbateke arîstokrat e. Demekî balyozkarîyê (dîplomat) kiriye. Ji ber fikrên xwe yên aştîxwaz, şeş (6) mehan di hepsê de maye. Ji hêla (awira) mentîqê ve, xwe nêzîkê pirsên felsefî kiriye. Dilêrîna Pozîtivîzma Mantiqî parastiye. Li hember yên ku deneyê parastine derketiye û gotiye ku divê mentîq jî hebe. Li gor bîr û bawerîya wî ‘felsefe ne zanist e, rûbirûkirin e.’ Derheqê zanayîyê de agnostîk e. Li gor bawerîya wî rasteqînî, zanayîya wanekên (nesneyên) ku têne zanîn e. Zanayîya mirovan yên derheqê wanekan de jî, zanayîyeka dibetî (muxtemel) ye. Zanayîya tiştên ku mirov nikaribe çavdêrîya wan bike, ew ne zanayî ye. Ew bawerî ye û dibe ku em bawerîya xwe, pê bînin.

Çî gotiye Bertrand Russell?

1- ‘Felsefe ji ber ku zêde lezandiye, çavê xwe berdaye cîhên bilind û xwe li quretîyê girê daye, bi ser neketiye. Sebr û nefsbiçûkî wek ku di zanistên din de jî serkeftinê anî, wê di vir de jî serkeftinê bîne.’

2- ‘Tirsa ji evînê, tirsa ji jiyanê ye û yên ku ji jiyanê ditirsin, ji niha ve ew sê caran mirî ne.’

3- ‘Bidestnexistina hindek xwestekên me, perçeyeka bextewarîya me ye.’

4- ‘Dema ku di derheqê babetekî de hemû pispor li hev werin, dibe ku ev lihevhatina wan çewtfêhmkirina wan be.’  

Pozîtivîzma Mantiqî çi ye? 

Di vê tevgerê de (an jî em bibêjin dilêrînê de) ramana bingehîn, ziman e û wiha tê bawer kirin ku mijara yekda ya felsefeyê, ziman e. Di pozîtîvîzma Mantiqî de tê parastin ku, felsefe bi xwe; tu zanayiyan neafirandiye û fîlozofên ku di dîroka felsefeyê de xwedî berhemên felsefî ne, bi pirsgirêkên ku ji aliyê ziman ve hatine afirandin re mijûl bûne. Herweha bi dahûrandina avahiya zimanî re, wê felsefe bigihêje mijar û karê xwe yê resen. Karê felsefeyê yê resen jî ew e ku wan pirsgirêkên qelp ên ku ji bikaranîna ziman ya ku ji derê qada rojane dertên, çareser bike. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin