Behîtên [Mucîzeyên] Xellac

Behîtên [Mucîzeyên] Xellac

Behîtên [Mucîzeyên] Xellac

Piştî mirina wî wîsa hatiye vegotin ku, e wî gellek behîtan jî nîşan daye. Li gorî vegotinekê, Îbnî Khafîf  di girtigehê de şeş (6) caran çûye serdana wî. Di dema serdanekî de Îbnî Khafîf; ji Hallac, çend pirsa dike û van bersivên li jêr dîstîne.

Îbnî Khafîf: Sebir çiye?

Hallacvan: Ez vêga bixwazim, dikarim vê gavê ji vir wek zilamekî azad derkevim. Lê ez vê   yekê naxwazim û wê ezê, li vir bimînim. “ Di wê demê de dîwarên girtîgehê winda dibin û Dicle xwiya dike. ”

Îbnî Khafîf: Gelo feqîrî çiye?

Hallacvan: Mirovek ku xwediyê hêza afirandina mûcîzeyan be û dîsa jî ji bona kirîna rûn bêdirav be, ev yek feqîrî ye. “ Di wê demê de hemû dîwarên girtîgehê dibin zêr û zîv. ”

Îbnî Khafîf: Ê baş e, berzîtiya rih çiye?

Hallacvan: Wê tu sibê bibînî!

“Dotira rojê, Îbnî Khafîf xewnekî dibîne û di xewna xwe de li roja qiyametê ye. Hallac li hember Xwedê rawestiya ye û jê lawlawê dike. Xwedê dibêje ku, yên ji te hezdikin, wê herin bihûştê û yên ji te heznakin jî wê herin dojehê! Hallac jî, jê lawlawê dike û dibêje; “ Ya Reb! Hêviya min ji te e we ku tu hemûyan berdî bihûştê.”

Vegotinekê din jî li ser serdanên Şiblî, tê vegotin. Şiblî  jî şeş (6) caran çûye serdana wî. Şiblî jê dipirse, dibê: Eşq çiye?

Hallacvan: ‘Wê tu sibê bibînî. Lewra, heqîqeta her rastiyê heye.’

Dotira rojê, Hallac tê îdamkirin.       

Li ser jiyana wî jî, gellek rîwayetên behîtî hatiye vegotin. Hatiye vegotin ku, Hallac li pişta şêrekî siwar bûye û di şûna kamçiyê de, marekî bikaranî ye. Dîsa li gorî vegotinan Hallac, bi şev û roj rojiyê digre.

Dema ku jêre biryara kuştina wî hatiye vegotin, lingên xwe li erdê daye û wiha gotiye: “Xwedayê we va li vir e.”

Piştî kuştina wî, ew cihê lingên xwe li erdê xistibû dikolin, ji wir gellek zêr dertên.  

Li gorî vegotinên xelkê Hallacvan piştî ku miriye, xwe nîşanê xwiha xwe daye û jêre qala êşên ku di dema kuştinê kişandibû kiriye.

HALLAC Ji xwiha xwe wiha gotiye: “Divê tu qet negirî, lewra ez bi dilxweşî mirim.”     

Hallac di edebiyata Ereb de, cara yekem di berhema nivîskar û hozanê Îbnî El Kârîh ya bi navê nameyên darazandinê de, mîna lehengekî çîrokê dertê holê.

Di vê berhemê de Hallac, bawerhişkên li hawirdorê xwe, ji devê wî lehengî rexne dike. Di rêçika Qadiriyan de jî hozan û nivîskaran, Hallac  mîna lehengekî çîrokan nîşan dane û ji devê wî, ramanên xwe pêşkêş kirine.

Nivîskarekî din yên ku li ser jiyan û felsefeya Hallac rawestiya ye, Ferît Atar  e.

Di hemû berhemên wî de Hallac,  lehengê sereke ye. Berhemên Atar, ji Hîndîstanê heta Malezyayê û li welatên Balkan heta Tirkistanê belav bûye. Di berhema xwe ya bi navê “Esrarname” de, bi giranî qala Hallac dike.

Ji bîstan (20) zêdetir berhemên wî hene û di van berhemên xwe de, li jiyan û felsefeya Hallac hûr bûye. Attar nêzîkê dawiya jiyana xwe, bi navê “Hallacname” helbest- çîrokek dinivîsîne ku ev berhem, ji heftêûçar (74) beş û ji  8700- malikan pêk tê. (mirina wî: Hîcrî- 589)    

Avakarê tesewufa nûjen Muhîttînî Arabî jî, riya Hallac şopandiye. (Mîladî: 1164- 1240)  Bi navê Şêx Ekber tê naskirin û çi sûnnî çi şîî, hemû alema îslamê di bin bandûra wî de maye. Li Endûlusê hatiye dinyayê, derbasê rojhilata navîn û Enedolê bûye û li ser jiyan û felsefeya Hallac hûr bûye.

Girîngiya Arabî e we ku, ramana Hallac di saziyekê felsefî de bicih kiriye.

Manendiya Hz. Îsa û Hallac, bala wî jî dikşîne û li ser dubendiya “ Eqil- Ferasetê ” û pirsgirêka gihêjtina Xwedê hûr dibe. Li ser dilêrîna Hallac ya ferasetê û dilînê, radiweste û vê yekê, guftegoy dike.    

Nivîskarê Misilman yên Hîndîstanî Muhammed Îkbal jî, li ser jiyan û felsefeya Hallac hûr bûye.  Îkbal ji eslê xwe ve ji Keşmîrê ye. Îkbal (Mîladî- 1877- 1938) bi zimanê Urdû, Îngilizî û Farisî nivîsandî ye û di îslamiyetê de, nûjeniyê parastiye.

Di Hîndîstana polîteîst (pirxwedan) de, bi awayekî sosyolojîk li ser bandûra misilamaniyê rawestiya ye.

Li gorî nêrîna wî: “Wê Îslama hemdem, bibe zincîra çanda gerdûnî ya dawî. Hemû şarsaniyetên rojhilatadûr û yewnana antîk, li vê zincîra çandî, xelkeyekî zêde kirine.

Herwiha eqil, çand û şarsaniyet, wê mirovahiyê bigihêjînin dilîna giştî û lihevgihana eqlî, ango Xwedê. Yên ji bona Xwedê û dilîna mirov, canê xwe dane û riya rast nîşanê xelkê dane, ew pîroz in û Hallacvan Jî, vê pêvajoyê dîtiye.”

Îkbal di berhemên xwe de ya Hallac, Şêx Galib û Mewlana daye xeberdan. Felsefeya Îkbal personalîst e, ku ji aliyê Emanuel Mounier û Jacques Marîtaîn ve jî hatiye pejirandin.

Li gorî Zekî Mubarek jî: “Ew  triniteyên filehan  (sê tevgerên xaçperestan ku piştî duayên çêdikin) dilêrîna “Wahdet-î Vûcud” nîşan dide. Wateya gotina kurê Xwedê, ya ku ji bona Hz. Îsa tê bikaranîn jî, di wateya “Enel Heq” de ye. Hemû mirov kurê Xwedê ne. Lewra, encama Wahdet-î Vûcud ya xwezayî ev e.”

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com  

ÇAVKANÎ: Louis Massignon. Yên vediguhêzîne: Prof. Dr. Niyazi Ökten. Dar-ı Mansûr. Weşanên Ant. Rûpel: 78- 79- 80- 81

Ev nîvîsar, beşa 15 an, ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Hege çavkaniya nivîsaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye… 

Ferhengoka Tevlîhev (Bi Kurdî- Tirkî)

Rûn: Yağ.

Berzî: Yücelik.

Bihûşt: Cennet.

Dojeh: Cehennem.

Behitî: Mûcîzevi.

Nameyên darazandinê: Yargılama mektupları.

Leheng: Kahraman. Bir olayda yer tutan kişi.

Rojhilata navîn: Ortadoğu.

Manendî: Benzerlik. Benzer olma durumu.

Hemdem: Çağdaş.

Şarsaniyet: Uygarlık.

Rojhilatadûr: Uzakdoğu.

Lihevgihan: Sentez.

Pêvajo: Süreç.

Xwezayî: Doğal.

Dilîna mirovî: İnsan sevgisi.

 

Bersivekê binivîsin