Baran, Destbrak û Şengal

Baran, Destbrak û Şengal

Baran, Destbrak û ŞENGAL

Du hevrêyê hev, bi hevre bi rêkê ve diçin, bi rêve baran dibare. Yek jê bê saqo ye, yê din saqo û kurkê wî heye. Xwedi kurk saqoyê xwe dide hevalê xwe. Bi rêve her yê xwerdiyê saqo dibêje;

– Brako ger ne saqo yê min bûya, halê te ne hal bû.
– Raste.
– Brako wele ne saqoyê min bûya tê şil û pil bibûya.
– Raste
– Brako, ger ne ji saqoyê min bûya deziyekî zûwa li te ne dima.
– Raste

Her peyvê xwe dubare dike. Têne ser çemekî û yê bê saqo, saqo yê wî dide wî, û xwe diavêje nav avê. Gava derdikeve dibêje;

– Ger ne saqoyê te bûya, encex ez ewqasî şil bibûma.
– Raste.
– De bes bibêje, min saqo da te.

Mesela êzdiya û rêkxistina kurd e.  Ez binav nakim, jixwe ew xwe dizanin. Herin û werin û dibêjin; Ger ne em bûna, bi sed hezaran êzdî wê bihatina kuştin! Ger ne em bûna wê niazim çi û çawa bûbiya. Mala we ava. Sihet û qeweta we xweş. Êzdî qenciya we ji bîr nakin. Lê we çi kiribe, wê eyb û şermê ne veşêr e. Êzdiya herî zêde alikariya we kir û dikin, û yek ji sedemê neyartiya êzdiya, alîgira bi we re ye.

Ma ne şerme, we ji alikariya Efrikiya,yan ya Japoniya kiriye bavê min.

Ji bilî bi salane êzdî bi milyona euro alikariya we kirine û dikin. Êzdiya her tiştê xwe di vê rêyê de da û didin. Êzdî bi mal û canê xwe hûn li her deverê parastin û we hêjî di parêzin. Xwezîka rojekê li ser televizyon û raya giştî we jî spasiya êzdiya bikira û bigota; Ger ne êzdî bûna, emê ne di vê rewşê de bûna.

Her weha êzdiya çanda hezarê sala, bi ked û xwîna xwe, ji we re hişt. Ji peyva Xwedê bigire û heta bingehê zimanî, êzdiya afirandiye, parastiyê û bi pêşve birine. Hetanî stran, felsefe û kurdolojî bi ked û zanîna êzdiya hatiye parastin. Di wê demê de ku bav û kalê we, li Kurdistanê cîhadî bûn.

Çawa dê û bav, ne deyndarê zarokê xwe ne, êzdî jî ne deyndarê tu partiya ne. Ev deynê wane, û divê bidin jî. Ger bi navê Kurd û Kurdistanê bang dikin neçarin bikin. Ger bi navê îslamê bang bikin neyarin û êzdî hêviya ji neyarê xwe nakin.

Pirsgrêka Şengalê, pirsgrêkeke di ser berjewendiyê partî û kesa re ye. Hetanî rêkxistinê kurd netewî ne fikirin, wê pirsgrêka Şengalê neyê fêmkirin û çareser kirin. Ji bo êzdî li Kurdisanê bimînin, divê êzdî xwedî maf, gotin û erk bin. Bes êzdiya bikin qurbanê berjewendiyê xwe yê polîtîk.

newafmiro@gmx.de  

22.12.14

Bersivekê binivîsin