Bandûra Genên Neanderthalerî

Bandûra Genên Neanderthalerî

Neanderthalerên dawîn bi qasî çend hezar sal berê çûne ber rehma Xwedê, lê şopa Neanderthalerê kok lêhatî hê jî tê dîtin. Li gorî lêkolîneke nû ya li ser genetîka mirov pêk hatiye, bandora genên-neanderthalerî yên hê jî di DNAya me de tê dîtin, heye. Mesela genên-neanderthalerî bandorê li ser bejna mirov an jî rîska bi nexweşiya şîzofreniyê nexweş ketinê, dike. Lêkolînên berê yên li ser neanderthalerî diyarkiribû ku genoma mirovê hemdem ji sedî 1,5 heya 4 ji DNAya neanderthalerî pêk tê. Lêbelê zanyarên Amerîkayî bi lêkolîna xwe ya nû ya li ser genên neanderthalerî yên di DNA me de ne, bandora jêmahiyên neanderthalerî vedîtin. Zanyarê genetîkê Joshua Akeyê ji zanîngeha Washingtonê wiha dibêje; “Têkiliya bav û kalên mirovê hemdem û neanderthalerî ne tiştekî bêqîmet û ji rêzê ye ku têkilî dayîn bi qasî 50.000 sal berê pêk hatiye. Divê em li ser vê xalê bisekinin û lêhûr bibin. Parçeyên piçûk yên DNAyê bandoreke mezin û giran li ser “ekspresyona/çalakiya genê” dikin.”

Dîsa ji lêkolînên berê pêwendiya genên neanderthalerî bi metabolîzmayê, rîska bi depresyonê û lûpûsê (Systemical Lupus Erythematosus) re rû bi rû mayîn û bandora li ser muafiyeta mirov hatibû dîtin. Lêbelê sedemeke biyolîjk ya ku dikaribû pêwendiyê vebêje, nehatibû bidest xistin. Akey û hevalên wî bi lêkolîna xwe ya li ser genoma mirov biserketin ku guherînên ji ber genên neanderthalerî tespît bikin, û pê re jî delîlên biyolojîk bidest bixînin.

Lêkolîner analîzên xwe li ser genoma 214 kesên hem bi DNAya neanderthalerî û hem jî bi DNAya mirovî pêk anîne, û çalakiya genên ji her du DNAyan yên ku li ser 52 nimûneyên raçînkê pêk hatibûn, dane ber hev. Ji sedî bîst û pêncê nimûneyên raçînkê de tespîtkirina veguherînên mezin pêk hatiye. Ji beşên laşê mirov yên DNAya neanderthalerî pirr kêm bandora xwe lêkiribû, mêjiyê mirov û lebatên zayendî yên mêritî bû. Ji nav genên ku DNAya neanderthalerî bandora xwe lêkiribû, genek, veguherîneke pirr mezin derbaz kiribû. Gena bi navê ADAMTSL3 ku rîska bi nexweşiya şîzofreniyê nexweş ketinê kêm dike û bandorê li dirêjbûna bejna mirov dike, ji ber DNAya neanderthalerî veguherîneke mezin derbaz kiribû. Her çiqas bi vê lêkolînê hin zanyariyên girîng bêne bidest xistin jî, lêkolîn bi xwe re hin pirsiyariyên din jî tîne. Hejmara genên ku DNA neanderthalerî bandorê lêdike û vediguherin, çiqas e, û bandorê li şert û mercên fîzîkî dike, eger bike, çi ne? Ji bilî DNAya neanderthalerî, DNAyên kevintir yên bandorê li ser laşê mirovê hemdem dike, hene?

Metîn Eser

Çavkanî: Cell / 26.02.2017

Bersivekê binivîsin