Awirek Kurt Li Ser Tesewûf/Felsefeya Feqiyê Teyran

Awirek Kurt Li Ser Tesewûf/Felsefeya Feqiyê Teyran

Awirek Kurt Li Ser Tesewûf/Felsefeya Feqiyê Teyran

Ji bo em bikaribin helsegandinek li ser nêrînên Feqiyê Teyran pêk bihînin, bêguman divê bi kurtasî ji wate û pênaseya Tesewûfê bihêt behskirin. Nêrinên di derbarê koka peyva Tesewûfê de hatine pêşkêşkirin hinek ji wan ev in:

Eshabê Suffe: Komek misilmanên bêkes û hejar bûne, ji Mekkê hatine Yesrîbê. Cîh û xanîyek wan tunebûye. Ji ber vê yekê di ”sifik/sofa’ ya Mescîdê Nebewî de mane û dema xwe zêdetir bi nimêjkirinê ve bihûrandine.

Sefa Pêşîn: Hatiye gotin ku sofî ji ber kiryarne xwe yên qenc û ji bo riza Xwedê dê li axiretê di sefa pêşîn de bin.

Safewî: Peyva safewî wateya kesên ji nijadek xwerû, saf dihên dide.

Sof: Wateya peyva sof hêrî ye, lixwekirina kinc/cilên ji hêriyê çêbûne wek poşmaniya ji gunehan, xwe-dûrxistina ji pexilî û quretiyê hatiye dîtin.

Sofîa/Sophîa: Ev peyv di zimanê Yewnanî de wateya hikmet û zanîna retkokiyê dide…

Bi kirin û gotinne giregirên vê qadê ve jî hatiye peyîtandin ku Tesewûf beriya naverok û rîtuwelên xwe, beriya pênaseya xwe ya konvansiyonel; şayîş û evîna naskirina rasteqîniya hebûnê ango gerîn û gihîştina li Heq (Xwedê) ye.

Amanca tesewûfê ew e ku hebûn di nav hemû dîmen û xûyanekên wê de were temaşekirin, ponijîn, dahûrandin û bi vî hawayî ya/yê ku Heq e bihêt nasîn. Tesewûfê hemû heyînên ji xeyrî zatê Heq mîna sî-dan, pertav û leylan dîtiye û wek ”masîwe” binav kiriye. «Xweda! Bi min ve caîzbûna qîyama Te berbirrê pêkanebûna hebûna min a bi Te ve ye.  Qiyama min a bi Te ve ji ber alema Nasût e, helbûku bi min ve caîzbûna qîyama Te ji ber alema Lahût e» Xelacê Mensûr.

Li gorî tesewûfê Xweda ew hebûna bi zatê xwe ve qaîm e, xênc ji xwe naşibe tu heyînek mayî. Hemû peydabûnên ji xeyrî zatê Xweda pertavdayîn û sîdan in, heyînên arizî ne.

Mirov jî di nav van peydabûnan de ew peyd e ku bi rêya wesfên bi wan çêbûyî ve digihêje şuûra  ”hebûn”a ku ev wesf jê seridîne. Yanî mirov di nav masîweyê de ew meyan e  pê re şuûra ku pê bikaribet hem hebûna Xweda, hem jî heyîbûna tiştên ne Xweda ne têbigihêje heye. Pêwîst e ku mirov vê behre û pêkariya xwe ya taybet-arzî ne ji bo sîqalkirina şuûra ”xwetî”yê bisixwurîne, çimku di rastiyê de heyîn û têgîna xwetî-yê wek hilberek ji kana xwe qetiyayî, peydabûnek ne-xwemalî ye. Şêx Xelîb vê temtêlê weha dihizwirîne: Bihêla van tedbîran, teqdîr ya Xweda ye! «Tune yî tu, ev ”ez/xwe” wehm û guman e» Lê ev alema ”masîwe” di rastiya xwe de asteng û pêşbirne gîyanî û termî ne di navbera ‘xwe’yê û Xwedê de. Celaledînê Rûmî di destpêka Mesnewiya xwe de weha dibêje:

Guh bidê çawa dilomîne û gazinc dike ev Sêz/Ney

Çawa dinikirîne firqet/jihevqetyanê

Hingî ji koka xwe hatime birrînê

Jin û mêr gişk li ber feryada min digirînê

Ebû Yaqûb dibêje «tesewûf tunekirina hemû wesfên aydê beşerîyetê ye» Cuneydê Bexdayî tesewûfê weha pênase kiriye: «Tesewûf te ji te kuştin û li cem xwe vejînandina Xwedê ye, loma divê tu terka îxtîyar/vînê bikî» Yanî peywir û karê mirovî yê bingehîn ew e ku mirov ‘xwe’yê bigihîne Xwedê. Û helbet ji bo pêkhanîna vê peywirê  xebat û têkoşînne pir dijwar, girift divên. Ji bo pêkhatina vê têkoşînê  sofî divê di hin merhelyan re derbas bibe. Divê heta gengaz e nefsa xwe biçewisîne û xwe bide zikir, hizir, zuhd, tewekul, tobe, sebat, qineet, tebat, ûzlet, şuhûd û kefşê. Ango têkoşînek ku daxwaz, wate, amanc û mirazê wê ew e ku ”fenafîlleh” bibe. Nedizanim gelo dê bibe werpixandin? hek bihêt gotin ku tesewûf gerdûnê (hebûnê) wek serpêhatinek evînê ango wek pêkhatina projeya evînekê dibîne? Helbet her mutesewifek hikayetek wî ya vê projeyê he bûye, û sebaret di derbarê têgînên wek ”masîwe”, ”xwe” û ”xweda” de ramanên cuda pêşkêş kirine.

Ez bawer dikim em dikarin êdî werin ser mijara xwe ya vê nivîsê piştî van hizwartinan. Tesewûfê ramanne ji yên Kelam, Zanist û Felsefeyê pir cuda parastiye di derbarê hebûnê de. Di dazanîna wê ya hebûnê de sê mefhûmên sereke û bingehîn derdikevin pêş: Xweda, Masîwe û Xwe. Em dê hewl bidin ramanên Feqî yên di derbarê van her sê têgînan de şîrove bikin bi qasî taqeta xwe. Feqî di xitaba xwe ya bo Melayê Cizîrî de weha dibê:

Wa’hid zatek ferd e

Teccella d’wan sifatan

Li ‘eynê dil nezer de

Li cumley te’yînatan

Tewehum bûye perde

Bi ismê But û Latan

Li vir xûya ye, li gorî Feqî têgîna Xweda mitleqîyeta ‘yektî’yê ye  ku hebûna xwe bi windabûna di nav xûyanan de dide der, û têgihîştina vê ”yektî”yê hey dikaret bi ”peydabûna wê ya di nav piraniyê de” pêk were. Hevoka «tewehum bûye perde bi ismê But û Latan» destnîşan dike ku serwextbûna ji Xweda  temasek rasterast a bi xweberiya wî re nîne, lê ev serwextbûn bi tenê hey dikaret bibe hemberiya yê/ya wek ew dihêt têgihîştin. Li vir carek dîsa derdikeve holê ka çima têgîn û meqamê ”Fenafîlleh” ew qes girîng e di tesewûfê de. Ji bo heyînek, tiştek wek ku çawa ye wisa were têgihîştin ew tişt bûbûn pêwît e. Lewra heke bi vî hawayî nebet  derzek, navberek ku tu car jê nahêt derbasbûn ango cihêtiyek epîstemolojîk dê her tim hebûna xwe bidomîne di navbera wî tiştî û têgihîştina wî de.

Orhan Agirî  

13.04.2014

Nivîs dê bidome.

Jêder

Mesnewî, Celaledînê Rûmî.

Tasavvuf ve Tarikatlat, Dr. Selçuk Eraydin

Dîwana Feqiyê Teyran, Seîd Dêreşî

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin