Awirek Kurt Li Ser Tesewûf/Felsefeya Feqiyê Teyran (3)

Awirek Kurt Li Ser Tesewûf/Felsefeya Feqiyê Teyran (3)

Awirek Kurt Li Ser Tesewûf/Felsefeya Feqiyê Teyran (3) 

Di vê beşa dawî de em ê hewl bidin balê bikişînin ser çend babetên hevpar ên di tesewûfa Feqî û di felsefeya Hegel de. Divê bi dest re were dîyarkirin ku derencama şêxê Senanî bûyerek gellek balkêş e ku, di xwe de berateyên ramana dîyalektîk û binxêzkirinek wê ya taybet dihêwirîne. Giringî û xwemaliya felsefeya Hegel ji ber wê hindê ye ku hebûnê wek hebûnatiya Geîst (hişê mitlaq) û wek pêkhatina wê (Geîst) ya ”xwe ji xwe kirin”ê pênase dike. Ango bi hawayekî dikare bihêt gotin ku: Hebûn di nav ne-xwebûnê de pêkhatina xwebireseriya hebûnê ye.

«Di ramanên Hegel de xweza, îdeyek e (heyîna teqez) ku ji xwe cihêreng bûye. Têgeha îdeyê ku têgehek razber û cihêreng e, yeko yeko vediguhere heyînan, ango dibe heyîn û bi vî awayî jî dibe heyînek ji derveyê xwe… Derketina derêxwe ya îdeyê ku dibe bîyaniyê xwe, di xwezayê de tê dîtin. Heyîna teqez (mitlaq) ji bilî xwe, li derveyê xwe bûye heyînek û bûye bîyaniyê xwe… {di nav van hemû pêkhatinan de} Rêbaza dîyalektîkê, ji bo têgihîştin û derxistina holê ya heqîqetê, rêbaza sereke ye. Rêbaza dîyalektîkê ew rêbaz e ku têgehekî bi dijberê xwe re dinirxîne… Di felsefeya Hegel de xaleka din a girîng jî, hevgirtina tastiyê ya bi sîstemê re ye. Ango rastiya tiştekî girêdayê hevgirtina wê ya bi sîstemê re ye. Lewra sîstem ji zanayiyên sehekî dest pê dike û heta asta saf a aqil, dereceyên rastiya zanayiyê radixe holê…  Geîst ji bîra kirdewar dest pê dike û ber bi bîra nesnel ve û ji wir jî ber bi bîra mitleq ve dihere…» Ali Gurdilî.

Di dîyalektîkê de ji bo hirikîna pêvajoyê û derketina holê ya rastiyê û an jî gihîştina bal heqîqetê hebûna têgîn-hêmanek dijber heyatî û jêneger e . Çawa ku behreyek-qebîliyetek bêyî hilberandin-afirandina hilber û berhemekî nikare ji potansiyelbûnê derkeve bal hebûnek çalak û girgîn, wisa jî di felsefeya Hegel de şuûr/têgij ji bo xwe pêkhanînê hewciyê heyberek/hebûnek derveyê xwe ye. Bêyî têkilbûn, xwe winda-jibîrkirin a di nav heyberek din de, li xwe vegerîn, ji nû ve xwe nasîn a têgijê ne pêkan e. Lê ”xwetêgij”/”şuûra xwebûn”ê bi derbasbûn û rêhildan a di têkoşîna xwe nasîn-danasînê de û bi têkiliya bi şuûra ”xwebûn”ek din re digihîje têgija ”xwebûn”a xwe. Şêxê Senanîyê ku gihîştiye dihara têgihîştina têgîna heqîqetê, şuûra wî (bi hawayekî hemû hebûna wî) di giloper/sfera cîhana maddî de asêbûyî maye û nedikare ji têgîna heqîqetê derbasî nav xweberiya heqîqetê bibe. Feqî vê derbasbûnê bi alîkariya cotparekî ve, ango bi hebûnatiya hêmanek pêşber-dijber ve dide pêkhanîn. Ev kirû bi serê xwe binxêzkirinek taybet a ramana dîyelektîkê ye. Û her weha Feqî ramana xwe ya rêbaza dîyalektîkê bi zelalî û bi dahûrandinek hûrvebijêr ve radixe ber çav bi van hevokan ve: Heyat bi min wesl e Du ”Lat” ger bibin Latek Murad bi xwe her esl e Têk da bibne sîfatek Ji hev ‘êk nîne fesl e û li ser bingehek ontolojîk nirxandina têkiliya di navbera ”hilik û peydabûn/xwûyabûn”ê de weha dihîne zimên: ”Lat soretek heq e Ji esmaêt heqanî Li bal min mu’heqeq e Di nav keşfa sub’hanî Lahût e her mutleq e Di Nasûta însanî Li gorî Hegel hebûn divê were xwûyabûn, ango pêwîste ku hilik bihêt xûyîn. Dibêje hilik bi xûyabûnê ve nabe hebûn, lê xûyan ew kifşebûn e, hilik pê dibe hilik/derûn.

Bi vî hawî dîyarde/fenomen dibe xûyabûna derûna rastiya di xwe de rastî, an jî heyîbûn dibe dîyarde bixwe. Ango ji ber ku ya heyî hilik e, heyîbûn dîyarde ye. ”Rastiya di xwe de rastî” ya ku derûna xwe bi xûyanê ve eşkere dike, bi tenê serê xwe na, lê bi pêkhanîna têkiliyek bi xûyan û kirûyên din re hey dikare bibe derbirîna ”rastiya di xwe de rastî”. Feqî hebûna maddî ya ku di tesewûfê de exlebe mîna leylan-pertavekî dihêt pênasekirin, ji ber teswîr û nûnertiya wê ya heqîqetê wek rasteqîniyek dîtiye: Eksê ji heq dibînîn Li dor wechê me’hbûban Li halek namînîn Ji surra wan me’tlûban… û xwerûtî û otantîkbûna vê cîhanê û taybetmendiya asûna mirovî ya di nav wê de weha dihizwirîne: Çi tişt pîç/pûç e naferricin Insan ji Tînê d’xaricin… Bi vê hizwartinê ve Feqî bi heqîqeta derûn/hilikê re ”jihev”iyek dide peydabûnê û hebûnê li ser bingehek ontolojîk diedilîne. Û anegorî hizra min, Feqî ji konsepta Quranîk a ”balçiq”ê: «Ewî nişa kesan ji heriyeke qimitiya wek qafikan, aferandiye. 55/14». «Bi sond! Me mirov ji heriyek ji hev çûyê genîyê qimitî aferandiye. 15/26» ferseng bi ferseng derbastir dibe bi vê dîtina xwe ve «Mirov ji Tînê dixaricin» Bi wê hêviyê ku xebat û lêkolînên baştir, berfirehtir bihên kirin li ser ramanên Feqiyê Teyran.

Orhan Agirî 

28.04.2014 

Jêder

http://www.felsefevan.org/george-wilhelm-friedrich-hegel-1770-1831.html.

Phénoménologie de l’Esprit, Gallimard, Georg Wilhelm Friedrich Hegel.

Dîwana Feqiyê Teyran, Seîd Dêreşî Qurana Pîroz û Arşa wêye Bilin, Ebdilleh Varli 

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin