Apeîron

Apeîron

Apeîron  

Apeîron, arkheya Anaksimandros e. Herçiqas ji hêla peyvnasîyê ve (etîmolojîk ve) were wateya “ya ku bêsînor e” jî, di heman demê de tê wateya “ya ku nikare were destnîşankirin” jî. Lewra ji aliyê Anaksimandros (Anaximandre) ve sedemê bikaranîna peyva aperîonê, nepejirandina arkheya (Av) Thales bû, ku Anaksimandros avê wek arkheyek kêm didît û wiha bawer dikir ku av, ne besî hemû tiştî ye.

Li gor ramanên Anaksimandros; ji bo pêkhatina edaletê, divabû di navbera ax, agir, hewa û avê de her dem dengeyek hebûna û ku ev dengê dibû sedemê hebûn an jî tunebûna wan. Hege arkhe yek elementek tenê bûya, wek avê an jî hewayê; wê demê wê vê elementê dengeya ku di navbera wan de ye xira kiribûya û wê rewşa dijber ya ku di navbera wan de heye, wê ji holê rabûya. Herweha, ne gengaze e ku arkhe yek elementek tenê be jî.

Li gor ramana Anaksimandros arkhe, bi awayekî girgîn nikare were destnîşankirin û divê ew tişt be ku li dinyayê peyda nebe jî. Di dawîyê de mirov dikare bibêje ku, li gor bîr û baweriya Anaksimandros apeîron, bêsînor, naxwiya, bêşekil û bêgewşîn e.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin