Anicius Manlius Severinus Boethius

Anicius Manlius Severinus Boethius

Anicius Manlius Severinus Boethius (480-524)  

Fîlozofê romayî yê fileh. Ji ber ramanên xwe bi îdamê hatiye cezakirin. Xwediyê berhema Consolatio Philosophiae (Xemrevîniya Felsefeyê) ye. Bi gotina xwe ya ‘xemrevînîya (tesellîya) ku min di bawerîya fileh de lê digerîya, min di felsefeyê de dît.’ navdar e. Wisa bawer kiriye ku xirabî bêceza û başî jî, bêxelat namîne û hewl daye ku vê yekê bipeyîtîne jî. Gellek ji Platon û Arîstoteles hez kiriye û heyranê wan bûye. Ji bo wergerandina pirtûkên wan, kedeka mezin serf kiriye. Guftegoya ‘gelo bi rastî jî îde hene, yan na?’ daye destpêkandin û ev guftegoya navborî, bi sed salan dom kiriye. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin