Anarşîzma Epîstemolojîk

Anarşîzma Epîstemolojîk

Anarşîzma Epîstemolojîk | Mûrad DILDAR 

Ramana pozîtîvîzmê bingeha xwe ji ezmûngeriyê digre û di sedsala 19. de ji aliyê Auguste Comte ve tê avakirin. Auguste Comte şîroveyeke nû tîne ezmûngeriyê û ramana pozîtîvîzmê li ser fikrê lidervehîştina hêmanên metafîzîkî bilind dike. Pozîtîvîzm di sedsala 20. de ji aliyê Ramangerên Viyanayî ji nû ve tê nirxandin û di encamê de ramana Pozîtîvîzma Mantiqî derdikeve holê. 

Pozîvîtîzma Mantiqî,  bandora xwe zêdetirîn li ser qada zanistiyê nîşan dide û ji bo hemû zanistan rêbazeke zanistî pêşniyar dike. Ev rêbaz, ji bo hemû zanistan wek qrîterekê tê nîşandan. Fikr û ramanên li gorî vê rêbazê “zanistî”, yên ne li gorî vê rêbazê “ne zanistî” tên binav kirin. 

Ji bo hemû zanistan bikaranîna rêbazekê,  bi xwe re pirsgirêk û rexneyan jî derdixe holê. Ji van rexneyan yê herî girîng, rexneya Paul Karl Feyerabend e. Feyerabend dibêje; qadeke wek zanistiyê ku li ser nûjenî û afirîneriyê hatiye avakirin, divê bi rêbazekê neyê sînorkirin û li hemberî fikrê rêbaza zanistî, ramanên xwe yên bi navê “ anarşîzma epîstemolojîk” pêşniyar dike.  

Feyerabend bi rexneyên xwe yên li hemberî rêbaza zanistî û zanista Rojavayî, di qada felsefeya zanistiya modern de wek navekî girîng hatiye qebûlkirin û bi rexneyên xwe fikrê rêbaza zanistî ji bin ve hêjandiye. Rexneyên wî li ser rêbaza zanistî û zanistiya modern e ya ku li ser rêbaza zanistî bilind dibe û pêşve diçe. 

Feyerabend balê dikşîne ser sînorkirina zanistê ya bi rêbaza zanistî. Lewra di xwezaya zanistê de nûjenî û afirînerî heye. Bi rêbaza ku ji aliyê Ekola Viyanayê ve hatiye qebûlkirin ne mumkin e  zanist bi pêş ve biçe. Ev rêbaz tenê li hawirdorên zanistê dîwarên bilind ava dike û nahêle fikrên ne li gorî vê rêbazê derbasî qada zanistê bibin. Fikrên ku li gorî vê rêbazê bin, wek fikrên “zanistî” tên qebûlkirin û di qada zanistê de dikarin xwe îfade bikin. Bi vî awayî rêya pêşveçûnê li ber “fikrên zanistî” vedibin û di qada zanistê de cihê xwe digrin. Lê fikrên ne li gorî vê rêbazê bin, ji aliyê zanyaran ve îtîbar nabînîn û rêya xweîfadekirinê li ber wan tê girtin. Ji ber van sedeman bikaranîna vê rêbazê li ber afirîneriya zanistê û li ber civaka azad astengeke mezin e. 

Li ber civaka azad astengeke mezin e lewra di civaka azad de ji hemû ramanan re cî heye. Her raman dikare xwe îfade bike û armanca xwe destnîşan bike. Lê ev rêbaz wek dîwareke bilind li ber fikr û ramanan disekine û nahêle fikrên ku ne li gorî wê bin di qada zanistê de xwe îfade bikin. 

Gorî Feyerabend, di civaka azad de hemû kevneşopî, hemû fikr û raman xwedî maf in ku ew wek hev bin û di aliyê xweîfadekirinê de tu rêbaz wek otorîteyekê neyê nîşandan. Di qada zanistê de ji bo diyarbûna “rastî” û “nerastî” yê bikaranîna vê rêbaza zanistî ne fikrekî demokratîk e jî. Lewra ev rêbaz ji aliyê Ekola Viyanayê ve hatiye qebûlkirin û rê nedaye ku ekolên cûda fikrên xwe yên li ser zanistiyê îfade bikin. Wekî din zanistiya Rojavayî, ku li ser fikrê vê rêbazê bilind dibe, ne ku ji ber zanistî û ramana herî baş û herî rast e, hatiye qebûlkirin. Ji ber ku xwediyê çavkaniyên maddî û çekên teknolojî kin, Rojava bi zorê ev rêbaz û raman daye qebûlkirin. Ji ber ku di qada zanistê de bi salan e ev rêbaz tê bikaranîn em dizanin zanistiya Rojava çawa ye û çi diparêze lê ji ber serdestiya Rojava em nizanin ku ramanên cûda çawa ne û bi bikaranîna wan wê çi encam derkevin holê. Feyerabend li ser vê mijarê,Çînê nîşan dide û li ser tibb û tedawiyên ku li Çînê bi hezaran salan e tên bikaranîn disekine. 

Feyerabend dibêje, tibb û tedawiyên ku bi hezaran salan e li Çînê tên bikaranîn, li gorî tibba nûjen û Rojavayî encamên baştir û bandortir derdixe holê. Lê ji ber ku ev kevneşopî ne Rojavayî ye û ne li gorî metoda zanistî ye,  ji aliyê tibba Rojavayî ve nehatine qebûlkirin û kesên ku ev tedawiyan bikartînin û diparêzin wek “delkbaz” (şarlatan) hatine qebûlkirin.Tibba ku li Çînê tê bikaranîn, ne tenê xwediyê encamên baştir û bandortir in. Di pêvajoya tedawiyê de, bi prensîba “rêzgirtina bedena mirovan” tevdigere û tu mudaheleyên êş û jan didin organîzmayê bikarnayne. Ji ber van sedeman mirov dikare bibêje ku tibba Çînê, li gorî tibba nûjen û Rojavayî zêdetîr xwediyê qaraktereke însanî ye. 

Xebatên li ser antropolojiyê nîşan didin ku kevneşopên ne Rojavayî ne bi tenê di tibb û tedawiyê de, di heman demî de di botanîk, astronomî, zoolojî û biyolojiya giştî û hwd. de jî xwediyê agahiyên cûda û balkêş in. Lê wekî ku mirov dikare texmîn bike, ev ramanên cûda ji ber ku ne li gorî rêbaza zanista Rojavayî ne, nehatine qebûlkirin û di qada zanistê de îtîbar nedîtine. 

Feyerabend di pirtûka xwe ya bi navê “Di Civaka Azad de Zanistî”  rewşa zanista Rojava ku niha tê de ye, dişibîne rewşa Dêra Katolîtîk ya di Serdema Navîn de. Wekî tê zanîn, di Serdema Navîn de li Ewrûpayê, Dêra Katolîk xwediyê hêzeke mezin bû. Fikr û ramanên ku ji aliyê Dêra Katolîk ve nedihatin qebûlkirin ji holê radibûn. Ne tenê fikr û raman, ramangerên ku li gorî rêbaza dêrê tevnedigeriyan jî dihatin cezakirin û gelek kes ji ber fikrên wan ne li gorî rêbaza Dêra Katolîk e, di Serdema Navîn de hatine şewitandin. Bi vî awayî Dêra Katolîk biryar dida ku çi rast e û çi nerast e. Feyerabend îddîa dike ku niha zanista nûjen û Rojavayî jî di heman rewşê de ye. Fikr û ramanên ku li gorî pergal û metoda wan bin yanî yên “zanistî” bin dijîn, lê fikrên ne li gorî metoda wan bin “nezanistî” tên îlankirin û rê li ber xweîfadekirina wan tên girtin. Bi vî awayî gelek fikr û raman astenga metoda zanistî derbas nekirine û ji holê rabûne.  

Ji ber hemû van sedeman Feyerabend rêbaza zanistî red dike û li hemberî rêbazê “bêrêbazbûnê” diparêze. Dibêje ji bo di qada zanistî de em pêş ve biçin û ji bo ji malzemeyên dîrokê fêde bigrin, divê em dev ji rêbazê berdin. Ev fikrên Feyerabend bi navê “Anarşîzma Epîstemolojîk” tê binavkirin. Feyerabend “anarşîzma epîstemolojîk” ji bo hejandina serdestiya zanista nûjen wek çareyekê nîşan dide. Di qada zanistî û zanyariyê de, bi anarşîzmê mirov dikare rê li ber cîvaka azad veke û bi vî awayî derfeta xweîfadekirinê bide fikr û ramanên cûda. Bi anarşîzma epîstemolojîk, wê bê dîtin ku zanistiya nûjen û Rojavayî wek kevneşopên li ser cîhanê kevneşopeke ji rêzê ye û di qada zanistiyê de alternatîfên cûda jî hene. Bi cihgirtina vî fikrê, wê otorîte û serdestiya zanista Rojava ji bin ve bihejîne û wê rê li ber civaka azad veke. 

Mûrad DILDAR

14.07.2014 

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin