Amadekariya Damezrandina Weşanxaneya Felsefevan

Amadekariya Damezrandina Weşanxaneya Felsefevan

Amadekariya Damezrandina Weşanxaneya Felsefevan

Wekî zanîna we ye, bazara kitêbên kurdî kesad e û ev yek jî, di hinek mijarên nû de rêya çapkirina kitêban digre. Bi taybetî jî, di mijarên felsefî û zanistî de, meriv dikare bibêje ku hema hema kitêb tune nin. Lewma jî weşanxaneyên kurdan, zêde bala xwe nadin van mijaran, yan jî naxwazin ku kitêbên ku mijara wan felsefe yan jî zanist e, çap bikin. Helbet, meriv ta radeyeke vê helwesta wan fam dike û heq dide wan. Lewre tu heqê me tune ku em rabin kesekê sûcdar bikin û bibêjinê bê ka çima kitêbên me çap nakî? Di vê rewşê de jî, em bêgav man ku berhemên xwe bi xwe çap bikin û bidin belavkirin. Rastî ew e ku zêde îmkana me tune û îdeayeke me a mezin jî tune. Bes em dixwazin ku bi marka felsefevan, kitêbên xwe bidin çapê û xizmeta zimanê xwe bikin. Hasilê, heke em karibin şertên xwe pêk bînin û Xwedê bibêje erê, di demekê nêz de em bi qasî 10-15 berhemên xwe çap bikin û bidin belavkirin. 

Bi hêviya jiyaneke xweş, geş û azad. 

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com 

10.07.2016 

Berga çend kitêb û kovarên ku dê werin weşandin:  

Qêrîna Bêdeng - Alî Gurdilî Hevpeyvînên Bi Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd re    02 DESTPEKAFELSEFEYE

03 ÇEND FRAGMANÊN FELSEFÎ

07 FERHENGA FELSEFEYÊ

08 ANTOLOJIYAFEYLESOFAN

14 MIROV, CIVAK Û FELSEFE

Bersivekê binivîsin