Alkmeonê Krotonî

Alkmeonê Krotonî

Alkmeonê Krotonî – B.Z. sala 500 ê 

Berîya Zayînê di salên 500 an de jiyaye, hekîm û fîlozofê yewnanî. Di nav loda ramanwerên beriya Sokrates de cîh digre. Di ramanên wî de cewaziya herî mezin ya ku di navbera mirov û heywanan de heye, di şeklê (avahiya) ramana mirovî de dixweyî. Li gor bîr û baweriya wî; ramana mirov ji bîr, tasavûr û ji zanayiyan pêk têk u ev yek di zindîyên de peyda nabe. Di ramanên wî de, bandora hekîmiya wî jî dixweyî. Yekemîn car wî gotiye ku mejîyê mirovan, navenda têgihiştin û ramanê ye. Navê wî di diyaloxên Platon de jî, derbas dibe. 

Ji Gotinên Alkmeonê Krotonî 

1– Hîmê tenduristiyê yê bingehîn, tar û ziwa, serma û germ, û tehl û şêrîn û mîna têkîliyên di navbera hêzên din de, wekhevî ye. Serweriya wan ya hebekî jî, sedemê nexweşiyê ye. Tenduristî bi awayekî pîvanî, tevlîhevbûna van wesfan e.

2- Xweparastina li hember dijminekî, ji ya dostekî hêsantir e.

3– Giyan ji ber ku dişibe heyînên zindebar, ew nemir e. Sedemê vê yekê, ji livdariya giyan dertê. Lewra, hemû heyînên xwedayî di livdariyeke bêrawestan de ne. Heyv, roj, stêrk û hemû ezman.

4- Peywendiya hemû livokên sehekî û hestên me, bi mejî re têkildar in. Ji ber vê yekê ye ku, dema mejî diheje an cîh diguherîne, hemû livok şeht dibin. Çimkî ev bûyer, wan lûleyên ku sehekan çêkirine dixitimînin.

5- Yên ku feraseta dîtin, bihîstin û bêhnkirinê dide çêkirin, mejî ye. Ji wan sehekan, hiş û pêşnûma dizê û dema ku hiş û pêşnûma bêhna xwe vedidin, wê demê zanayî dertê holê.

6- Yên ku nuxumî ne, bi tenê Xwedê wan baş dibîne û mirov jî, bi tenê ji wan encaman derdixin.

7- Sedema xilasbûna mirovan ew e ku, ew nizanin despêkê bi dawiyê re girê bidin.

8- Mirov ji heyînên din, bi têgihiştinê cewaz in. Yên din hege bibihisin jî, tênagihêjin. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin