Albert Einstein

Albert Einstein

Albert Einstein (1879-1955)  

Di sala 1879an de li başûra Germanyayê, li bajarê Ulmê hatiye dinyayê. Bi eslê xwe cihû ye. Bavê teorîya Îzafîyetê (Rolativîteyê) ye. Di sala 1921 an de Xelata Nobelê ya Fizîkê sitandiye. Bingeha teorîk ya bombeya atomê, ji aliyê wî ve hatiye avêtin. Piştra bûye hemwelatîyê USAyê. Pirtûka wî ya ‘Derheqê Sîyonîzmê de’ ramanên wî yên derheqê damezrandina dewleteka cîhûyan diguncîne. 

Çî gotiye Albert Einstein? 

1- Dînîtî ew tişt e ku mirov her dem heman tiştî dubare bike û li benda encameka cihêreng be.

2- Ji holê rakirina pêşdarazekî, ji perçekirina atomê dijwartir e.

3- Dijayetîya li hember ramanên mezin, her dem ji mirovên ku zêhna wan ne pir bilind e, tê.

4- Hege me bizaniba ku em çî dikin, ma wê me çima ji vê yekê re bigota lêkolîn?

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin