Agrippa (P.Z. Sedala 3an)

Agrippa (P.Z. Sedala 3an)

Agrippa (P.Z. Sedala 3an)

P.Z. di sedsala 3an de jiyaye û feylesofek î mîstîk ê romayî ye. Agrippa jî, wekî feylesofek î gumanber (şikber, septîk) hatiye dîtin. Derbarê Agrippa de, zaniniyên me gelekî kêm in. Lêbelê li gor zanînan Agrippa gelekî li ser tropeyên Aenesidemusî rawestiya ye û hejmara wan deh (10) tropeyan daxistiya (5) pêncan. Wekî tê zanîn Aenesidemus berê gotibû ku zaninî nê pêkan e û ji bo peyitandina vê teoriya xwe jî, deh (10) tropeyan raber kiribû.

5 tropeyên (delîl, sebeb, palpişt, hincet) Agrippa ev in:

1- Hem di jiyana me ya rojane de û hem jî, di nîqaşên feylesofan de, raman pev diçin.

2- Tu tişt, bi serê xwe nikare xwe rave bike. Her rave (explanation) jî pêşniyareke (proposition) nû ye û ev yek heta hetayê jî, dikare wiha bidome.

3- Têgihî (algı, perception) û daraz (yargı, dadbarî) jî, bi du wateyan îzafî ne: herdu jî li gor barbir (ozne, subjekt) diguherin û ji têgihiyên hawirdorî, ketumet dibin.

4- Feylesofên dogmatîk (feylesofên ku bawriya xwe bi zanînê tînin) ji ber ku newêrin heta dawiyê pêşniyarên xwe raber bikin, serî li ferzweriyên (varsayım, assumption) ku nikarin bipeyitînin didin.

5- Feylesof pirî caran yên ku bi sehekên me re têkildar in bi aqil, yên ku bi aqil re têkildar in jî, bi sehekan dipeyitînin û lewma jî, bivênevê bi du awayan dibin sebebê çewtiyan.

Axir meriv dikare bibêje ku Agrippa ji têgihijtina mirovan û ji ewledariya sehekan, ketiyê gumanê û gotiye ku îmkana zanîna heqîqetê tune. Bi vê helwesta xwe re jî, bandûrê li Michel de Montaigne (1533-1592) û Blaise Pascal (1623-1662) kiriye. 

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Alî Gurdilî 

Bersivekê binivîsin