Aenesidemus

Aenesidemus

Aenesidemus

Feylesofek î Yewnana Antîk e û Beriya Zayînê, di sedsala yekem de jiyaye. Gumanberiya Pyrrhonî parastiye û bi doktrînên xwe yên ‘epokhe’ (bêdarazî) û ‘tropos’ê (bêîmkanetiya zanayiyê), avahiya teorîk ya gumanberiya Pyrrhonî ava kiriye.

Deh (10) Tropeyên (Sebeb, Hincet) Aenesidemus:   

1- Cihêrengiya (ciyewaziya) heywanan: Heywan, ji hev cihê ne û lewma têgihiştina wan ya nesneyan jî, ne mîna hev e. Wate, têgihiştina wan ya nesneyan, ji hev cihê ye.

2- Cihêrengiya mirovan: Mirovên cuda, heman nesneyan ji hev cihê têdigihêjin.  

3- Cihêrengiya lebatên me yên sehekî, derbarê nesneyan de dibe sebebê daraz û têgihiştinên cihê.

4- Şert û mercên ku bandûrê li barbir (subject, özne, kirde) dikin, dibin sebebê têgihiştinên cihê.

5- Rewşa nesneyan, dûrahî û cihê wan, rê li encamên cihê vedike. 

6- Nesafîtî û têkelbûna nesneyan, dibe sebebê têgihiştinên çewt.

7- Çendbarî (nicelik, quantity) û kompozîsyona nesneyan, dibê sebebê encamên pirtexlîd.

8- Têkiliyên di navbera barbir (subject) û bar (nesne, objekt) de, dibe sebebê fikr û darazên çewt.

9- Demdirêjiya têgihiştina nesneyan, bandûrê li sehekên me dike û dibe sebebê têgihiştinên cihêreng.

10- Qanûn, kevneşop, perwerdehî, çand, ehlaq û hînbûniyên (kurm) me, bandûrê li sehekên me dikin û dibine sebebê têgihiştinên cihê.

Axirê li gor baweriya Aenesidemus, em tu carî nikarin xwe bigihînin rasteqîniyên ku li derveyî me ne û em nikarin bi wan bizanibin. Lewre, têgihiştina me ya heyînan, bêîmkan e. Ji ber vê yekê jî, heta ku em neceribînin divê em derbarê heyînan de tu zanayiyan belav nekin û neparêzin. Ji bo vê yekê jî, divê em ji darazan (hukm) dûr bimînin.  

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Alî Gurdilî  

Bersivekê binivîsin