Aboriya Tirkiyeyê û Keda Kurdan

Aboriya Tirkiyeyê û Keda Kurdan

Aboriya Tirkiyeyê û Keda Kurdan

Ekonomiya Tirkiyeyê, bi saya keda ciwanên kurdan û sermayeya kurd, niha her diçe betir berfireh dibe, geş dibe û dibe ekonomiyekê çalak. Nifûsa Tirkiyeyê jî, her diçe pîr dibe û li gelek bajarên tirkan, tirk êdî naxwazin ku di karên giran de (înşeet, bargirî, pakijî, xizmet, tekstîl û hwd.) de bixebitin. Lewma jî, ev karên giran bêtir ji aliyê kurdan ve têne kirin, ku rêveberên dewleta tirk bi xwe jî, bi vê yekê baş dizanin. Li metropolên tirkan, malbatên tirkan 2 zarokan çêdikin û naxwazin ku zêde zarokan çêkin.

Lêbelê, dema meriv li malbatên kurd mêze dike, meriv dibîne ku her malbat 5-6 zarokên wan hene û bi pirranî yan didin şuxulandin yan jî didin xwendin. Ev jî nîşan dide ku dewleta tirk û Tirkiye bi xwe jî, pêdiviya wan bi kurdan heye û heke kurd tunebin, dê ekonomiya wan hewqasî jî ne çalak û pêşketî be. Ji ber van sebebên ku me li jor wan eşkere kir, dewlet jî dixwaze ku kurd dest ji axa bav û kalên xwe berdin û berê xwe bidin metropolên tirkan. Li metropolên Tirkiyeyê jî, mixabin dawiya vê proseyê asîmilasyon û otoasîmilasyon e, tunebûnê. Yanî, dewleta Tirkiyeyê bi siyaseteka dûrbîn û bipîlan, kurdan tune dike û nasnameya xwe ya fermî, li ser me ferz dike.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

01.12.2015

Bersivekê binivîsin