Felsefeya Dîrokê

Felsefeya Dîrokê

Felsefeya Dîrokê

Peyva ‘Felsefeya Dîrokê’ girêdayê peyva ‘Dîrokê’ tê du wateyan. Peyva ‘Dîrokê’ hem kirû û bûyerên civakî yên rabirdûyê (paşerojê) û hem jî, zanista ku li vê jiyana derbasbûyî digere de tê bikaranîn. Hinek fîlozofan, ji demeka gellek kevin ve cudatîyekî xistina navbera herdu peyvan (wateyan) û xebatên xwe wiha pêk anîne. Ji bo dîroka mirovî û civakî ya rabirdûyê peyva ‘resgestae’ û ji bo zanista ku li van bûyeran vedikole jî, peyva ‘historia rerum gestarum’ bikar anîne. Lê dîsa jî mirov dikare bibêje ku pirranîya fîlozofan ji bo herdu wateyan ku me li jor qala wan kir, peyva ‘historia-dîrok’ bikar anîne. Di roja me de jî, bi herdu wateyan jî tê bikaranîn.

Girêdayê wateya peyva dîrokê, ji felsefeya dîrokê jî, mirov têdigihêje du tiştan:

1- Felsefeya dîrokê ya rabirdûya ku hatiye jîyin vedikole.

2- Felsefeya zanista dîrokê.

Di wateya xwe ya yekemîn de, felsefeya dîrokê bi lêpirsîna wateya bûyerên rabirdûyê dest pê dike û ber bi hemû jiyana mirovahîyê ya derbasbûyî ve diqeside. Ango, mirov dikare wek xebateka felsefî ya ku ber bi ‘dîroka dinyayê’ ve qesidiye jî lê mêze bike. Ev xebat (kar an jî mijûlahî) dikare heta bidestxistina nêrîneka berfireh (bergehdar) ya ku dixwaze hemû dîroka mirovahîyê fêr bibe û di vî warî de felsefeyeka sîstematîk ava bike jî here. Di wateya duyemîn de jî felsefeya dîrokê, li zanista dîrokê û rê û rêbazên dîrokzanan vedikole, rexne li hêman û rêbazên zanista dîrokê digre, li ser wesfên zanayîyên dîrokî û dibetiya wan dahûrandinan radiweste.

Bi kurtasî mirov dikare bibêje ku felsefeya zanista dîrokê, rexnekirina zanayîya dîrokî ye. Bi wateya xwe ya duyemîn bingeha felsefeya dîrokê, ango bingeha felsefeya zanista dîrokê; digihêje berîya hezar salan. Lê wekî disîpleneka felsefeyê, ew encax di sedsala 19 an de derketîye holê. Zanista dîrokê ya ku bi xebatên Xwendega Dîrokê ya Alman re gellekî berfireh bûye, ku ev xwendegeh girêdayê Fîlzofê Herder maye; ber bi dawîya sedsalê ve, bi taybetî jî di dema xebatên W. Diltey yên hîmdarkirina ‘zanistên manewî’ de, bi awayekî pirr dijwar hatiye rexnekirin û Diltey wisa xwestiye ku zanistên manewî, li gor mînaka Xwendega Dîrokê ya Alman, hîmdar bike.

Ji wê rojê ve, mirov dikare bibêje ku felsefeya zanista dîrokê wekî felsefeyekê hatiye avakirin û berfireh bûye. Lê bi rastî mirov dikare herdu felsefeyan ji hevdu veqetîne, çimku herdu felsefe ber bi hêlên cihêreng ve diqesidin. Ya yekemîn, li hemberî hemû rabirdûyê felsefeya ku ji alîyê fîlozofan ve di bin nêrînek gelemperî de tê pêkanîn e. Ya duyemîn jî, felsefeya zanistekî û rexnekirina metodolojîya wê ye. Lê dîsa jî ev herdu felsefe, bi awayekî jidyayî; bi hevdu re girêdayî ne. Ev yek eşkere ye ku herdu berbiçûn jî, hewcedarê ‘hêza pêzanîna’ bûyerên dîrokî ne. Hege rawêjeke (ferazîyeka) wiha tune be, wê demê sedemê hebûna wan (ya herdu felsefeyan) wê ji holê rabe.

Dîsa di wateya yekemîn de dîroka felsefeyê, ango felsefeya rabirdûye; mirov dikare bibêje ku bi awayekî gelemperî rahijmendîyeka şirovekirina ‘hemû mirovahîyê’ ye. Felsefeya dîrokê ya ji celeba duyemîn jî, ango felsefeya zanista dîrokê jî li hember zanista dîrokê; di helwestek septîk (gumanker) de ye.

Felsefeya zanista dîrokê, daneheva xwe axlebî ji ‘raveyên dîrokî yên felsefî û gelemper’ yên fîlozofan girtiye. Lewma jî, di navbera herdu celeb felsefeyan de girêdanek bivênevê heye û wiha dixweyî ku wê ev girêdan berdewam jî bike. Li hêla din jî em dibînin ku felsefeya zanista dîrokê, her ku diçe qada vekolanên xwe berfirehtir dike û ji ber vê berfirehkirinê jî, rexneyên dijwar li felsefeya dîrokê (rabirdûyê) digre. Lê dîsa jî em dikarin bibêjin ku felsefeya dîrokê (rabirdûyê) wek berê berdewam kiriye. Li gor bawerîya me sedemê vê yekê jî jênegera mirovan ya lêgerîna wateya rabirdû û siberojê (pêşerojê) ye.

Wekî ku Kant dibeje: ‘ji bo mirovan pirs û lêgerîna bersiva pirsan, du mijarên jêneger in.’  Mirov di nav sêbareya rabirdû-dema niha-sibêrojê de, tê dîtin ku hewldana dîtina bersiva pirsên ‘em ji kû hatin, niha li kû ne û ber bi kû ve diçin?’ her berdewam kiriye. Dema ku em bi çavekî sade lê mêze bikin, helwdana dîtina bersiva beşa yekemîn (em ji kû hatine?’ berdewam bike jî, mixabin têrbersiveka ku em bikaribin ji beşa duyemîn re (em ber bi kû ve diçin?’ bibînin, tune. 

Li gor vegotineke din jî: Felsefeya dîrokê, berîya her tiştî li zagonên ku bûne sedema pêşveçûna şarîstanî û pêşketina dîrokê vedikole û li ser wateya guherînê û siberoja mirovahîyê, ramanan pêşkêş dike. Hewl dide ku qodên kulturî yên ku aîdê medenîyet û mirovahîyêne, destnîşan bike.

Ji vê hêlê ve jî felsefeya dîrokê dibe sê beş

1- Felsefeya dîrokê ya metafizîkî

2- Felsefeya dîrokê ya şexsparêz

3- Felsefeya dîrokê ya dîyalektîk.

Li gor felsefeya dîrokê ya metafizîkî; dîroka mirovan, bi îradeya xwedê pêk tê. Xwedê wiha xwestiye û ev yek, bûye dîrok û wê her dem, ev yek wiha be. Li gor felsefeya dîrokê ya şexsparêz jî; dîrok ji layê şexsên mezin, ramanwer û serokên xwedîbandor ve tê birêvebirin û ji ramaneka bi vî rengî, dest pê dike.

Li gor felsefeya dîrokê ya dîyalektîk jî, ramana ‘dîrok, ji aliyê civakên ku bi têkiliyên hilberandinê têne destnîşankirin tê birêvebirin.’ Serwer e. Rastqînîyên dîrokî, girêdayê îfadekirina rasteqînîya ne. Kirûya rasteqînîyê (gerçeklik olgusu) jî li gor avahîya bûyer, war û zemanê, şekil digre.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin