Taybetmendiyên Felsefeya Îslamê

Taybetmendiyên Felsefeya Îslamê

Taybetmendiyên Felsefeya Îslamê

Dema ku mirov, rûbirûkirinekê banegehî “surface” çêbike; wê demê mirov bi hêsanî dikare bibêje ku felsefeya îslamê jî, mîna felsefeya xiristiyaniyê skolastîk e û bêguman, di navbera wan de çend xalên hevpar hene. Belam, felsefeya îslamê di nava medeniyeta îslamê de derketiye û li gorî felsefeya xwe, xwerû ye. Lê ev felsefe, ji rûyê çend astengan bi dinyayê re têkiliya xwe birrî ye û xwe xistiye nav ramaneka skolastîk; têde maye û ev raman, bûye xwendegeh. Belam, pirsgirêkên ramanwerên cîhana Îslamî; ji pirsgirêkên skolastîkê, cuda ne.

Wesfên Ramana Bingehîn

Dema ku em li rojavaya nûjen dinihêrin, em dibînin ku ramana pêşketinê giraniya xwe zêdetir nîşan dide. Ango hest û ramana çêbûnê, pêşdetir e. Ramana rojava, li ser pêşketina dinyayê û li ser şeklê guherînê rawestiya ye. Lewra, ramana rojava ya bingehîn; li ser pirsa zanayiyê digere da ku bizanibe ev zanayî ji ku tên û sînorên vê zanayiyê, çî ne? Beguman di ramana rojava de, têgeha zanayiyê li pêş e.

Di Felsefeya Îslamê De

1- Ramaneka bêform, bêtevger û neguhor; ezelî û ebedî ye. (Bêdestpêk û Bêdawî ye)

2- Pirsa herî mezin, “Gelo, di navbera Xwedê û ebdên wî de danûsitandineka çawa heye?” ye. Ev pirs jî, me dibe pirsa; “gelo mirov xwedîsemax e, an na?” û “Mirov, azad e an na?”

3- Xwestekên mirovan, arîşa jiyanê, rastî û çewtî û riya jiyaneka rast, li gorî ramana Îslamî têne ravekirin. Lewma jî, di di ramana Îslamî de; guftegoya ol û exlaqê derketiye pêş.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin