Pirsgirêka Xirabiyê

Pirsgirêka Xirabiyê

Pirsgirêka Xirabiyê

   Meseleya ‘pirsgirêka xirabiyê’, meseleyeke kevnare ye û ji Serdema Antîk ve gelek ramangir, teolog û feylesofan hewl dane ku vê meseleyê fam bikin û xwestine ku ev mesele çareser bibe. Heke em bextewariyê wekî sebebê hebûna mirovî binirxînin û jê dest pê bikin, wê demê em bi hêsanî dikarin bibêjin ku bextewarî herdem bi dest nakeve û ne pêkan e. Sebebê vê yekê jî hebûna kul û derdên mirovî (êş, jan, ezyet, nexweşî, xem) û ji ber kul û derdên mirovî, hebûna xirabiyê (neçêyî) ye. Di hemû dem û dewranan de jî, wekî pirsgirêkeke sereke vê meseleyê xwe daye der. Ji ber ku bi awayekî giştî û bi awireke dînî li meseleyê mêze kirine, sebebê hebûna xirabiyê jî di çavkaniyên dînî (olî) de hatiye gerîn. Di cîhana ramanî ya Rojavayê de danezanîna filehtiyê û yekemîn dogmeya wê ya gunehiyê, di têgihiştina vê pirsgirêkê de bi sedê salan wekî tekane çavkanî hatiye dîtin.

Piştre di sedsala 18an de bi nêzarîbûn û êrîşên ramangirên dewra Ronîbûnê yên wekî Denis Diderot û Paul Henri Thiry d’Holbach û bi taybetî jî li hemberî gumanberiya Voltaire û David Hume’yî, baweriya filehtiyê derbek mezin xwariye û hejiyaye. Ligel vê yekê jî, bi awayekî eşkere û zelal; hebûn, sebeb û çavkaniya xirabiyê, heta a niha jî nehatiye şirovekirin. Mexseda min ya sereke ew e ku bi rêya vê nivîsê ez dixwazim raboriya vê meseleyê û nêrînên feylesofên ku li ser vê mijarê sekinîne şirove bikim û bikaribim bi awireke rexneyî li ser vê meseleyê hûr bibim.  

Ê baş e, gelo mirov bi çi şeklî bawer dikin ku tiştek xirab e yan jî, tiştekê ku heye wekî ‘xirab’ dinirxînin? Mirov, bi hebûna xirabiyê çawa kane dibin? Wate, tiştek çawa dibe xirab? Bêguman ji bo dîtina bersiva pirsên li jor, divê em berê xwe bidin armanca hebûna mirovan û li ser wê armancê rawestin.

Di destpêkê de dikarim bibêjim ku li ser vê meseleyê, gelek raman/nêrîn hatine raberkirin. Yek ji wan nêrînan jî, nêrîna bextewarîparêz e. Wate, ev nêrîn dibêje ku armanca hemû tevgerên mirovan bextewarî (kamranî, şadî, dilşadî, şadîmanî, şadanî, bextiyarî) ye. Li gor vê ferasetê di hemû tevger û kirinên nîjada mirovî de, armanca gihêjtina bextewariyê a veşartî, bi awayekî xwe eşkere dike. Ji bo gihêjtina armanca mirovî ya bextewariyê jî, pêwîst e alav û îmkanên ku hene bi rê û rêbazên baş werin bikaranîn û divê armanca mirovan a sereke jî, ev yek be. Heke di nêrîn û watedayînên me yên li ser jiyanê de jî pirsgirêkek hebe, bêguman girîngiya vê erkê (wezîfe) zêdetir dibe. Lewre heke meriv hemû perçe û aliyên jiyanê watedar nebîne û bi awireke pûç û vala li wan mêze bike, wê demê dibe ku ji tiştên çê yên hene jî bêpar bimîne yan jî ji hebûna wan bextewar nebe.

Di rewşeke wiha de ji bo ku em bikaribin li hemberî jiyanê (dinyayê) helwestinên rast û durist nîşan bidin, desta ewil divê em derfetên xwe baş dahûrînin û ji wan sûd werbigirin. Di vê rewşê de jî, ramana ku hemû dinyayê xirab û beradayî dibîne, wekî dijberê armanca hebûna mirovî ya sereke xwiya dike. Dema ku bextewarî wekî armanca resen ya mirovî xwiya bike, wê demê xirabî jî wekî astengekî ku dixwaze herdem rê li ber bextewariya mirovî bigre xwiya dike û wekî pirsgirêkekî dertê pêşiya me. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim ku bikaribim xala (çavkaniya) destpêka pirsgirêka xirabiyê, ku rê li ber armanca me ya bextewariyê digre destnîşan bikim û berfirehbûna wê ya dîrokî û tesewura wê ya di dînên cîhanî û wateya wê ya di ramanên feylesofan de, raberî we bikim.

Dema ku em di zimanên Rojavayî de li pênaseya têgeha xirab û xirabiyê mêze dikin, em dikarin bibêjin ku di zimanê ingilizî de têgehên mîna (1) bad condition (2) malicious or evil action, wrong, harm (3) badness, wickedness têne bikaranîn. Lêbelê di wateya xwe ya ku meseleya me ye û wateya xirabiya ehlaqî û metafizîkî dide, têgeha evil yan jî evil action tê bikaranîn.

Di zimanê almanî de jî ji bo têgeha xirabiyê têgehên bösheit, schlechtheit, schlechtigkeit, das böse, häßlichkeit, laster, niederträchtigkeit, tücke û übel, têne bikaranîn. Lêbelê têgeha ku herî zêde me eleqeder dike û xwediyê wateyeke ehlaqî û metafizîkî ye, têgeha bösheit e.  
Di zimanê erebî de jî ji bo têgeha xirabiyê, têgeha sû’ û şerr têne bikaranîn. Ji hêla etîmolojiyê ve peyva şerr, ku jêdera wê peyva şerare ye, ji bo mijara me guncantir e. Bi kurtasî meriv dikare bibêje têgeha şerr, di wateya xirabî û mirovên xirab de tê bikaranîn. Bi vê wateya xwe şerr, dijberê başiyê (hayr) ye.

Dema em li wateya têgeha xirab ya Zimanê Tirkî jî mêze dikin, em dibînin ku di wateya (1) a ku ji bo armancê ne guncan e, kêm û ne bes e, çavkaniya tirs û şayişê ye, zerer, ziyan û êşê dide û xwediyê bandûreke zeredar e (2), ji hêla ehlaqî ve li dijî başiyê ye û nayê pejirandin (3), rewşa ku rê li ber gihêjtina bextewariyê digre û nahêle ku em xwe bigihînin armancê, de tê bikaranîn.

Di Zimanê Kurdî de jî ji bo tevger, rewş û rûdanên ku zerer û ziyanê dide mirovan û civakê û ji hêla ehlaqî ve jî nayê xwestin de tê bikaranîn. Gelek caran em dibînin ku di dewsa têgeha xirab de, têgehên mîna bed, nebaş, neçê, neçak, nerind, neqenc û nepak jî têne bikaranîn. Xwiya ye ku têgeha xirab, ji bo dijberiya rewşa baş, çê, qenc û rind, tê bikaranîn.

Têgeha ‘xirabî’yê jî ji bo rewşa ku çavkaniya wê xweza ye, yan jî encameke tevgerên mirovan yên hişmend e û li dinyayê zererekî mezin dide hebûna mirovan, de tê bikaranîn. Bêguman di çerçoveya têgeha xirab û xirabiyê de, meriv dikare behsa sê xirabiyên cuda bike, ku ew jî xirabiyên ‘metafizîkî, ehlaqî û fizikî’ ne. Wateya xirabiya metafizikî, kêmasiya forma tiştekê nîşan dide. Wate, kêmasî yan jî netemambûna tiştekê ye, ku ew tişt jî ne gihiştî ye û ne kamil e. Ev cure xirabî, di temelê xirabiya ehlaqî û fizikî de, hatiye bicihkirin.

Li gor bîr û baweriya Leibnizî, (Gottfried Wilhelm von Leibniz 1646-1716) kokê xirabiya ehlaqî û fizikî, xirabiya metafizikî ye. Bi gotineke din, Leinnizî dibêje ku xirabiyên fizikî û ehlaqî, encama kêmasiyên metafizikî ne. Xirabiyên metafizikî jî ew xirabî ne ku di encama nexweşiyên têger (şewbî), zelzele, bahoz, bager, ziwayî (hişkayî) û hwd. de dertên holê, ku ji tevgerên mirovan aza ne û ne girêdayî îradeya mirovan in. Ev cure xirabî di heman demê de bela û kerasetên xwezayî, rûdanên xwezayî ku dibine sebebê kul û kederan, nexweşiyên bê derman, çolên berfireh û heywanên goştxwer jî digre nava xwe. Ev cure xirabî wekî kiryarên Xwedê, ku dixwaze ebdên xwe bi vê rêyê ceza bike yan jî wekî encamên bûyerên xwezayî ku zererê nadin ahenga kozmîk ya gerdûnî têne nirxandin û dîtin.

Mesela sermetranê (başpîskopos) Dublînê William King di nivîseke xwe de wiha gotiye: ‘Xwedê, carinan dixwaze ku ebdên xwe ceza bike û lewma jî destûra zelzele, ba û bahoz, lehî û tûfanan dide. Lêbelê ev rûdanên îlahî, zererekê mezin nadin ahenga tevahî. Rûdan û pevçûna van nûveyan (ûnsuran) helbet zererdar e, lêbelê heke ew dernekevine holê, dê zerer û tûfanên mestir rû bidin. Nexwe divabû dinya tu carî nehatiba afirandin, yan jî divabû destûra van kerasetan nehatiba dayîn.’ Lêbelê Voltaire ramanên Kingî qebûl nekiriye û gotiye ku zelzeleya Lisbonê ya mezin (1755 Lisbon earthquake), trajediyeke mezin e û nabe ku em wê bi teqdîra îlahî şirove bikin.     
Li milê din xirabiyên wekî jenosîd, îşkence, kûştin û hwd. ku wekî xirabiyên ehlaqî têne dîtin jî, wekî xirabiyên duyemînî têne dîtin û nirxandin. 

Li Cem Feylesofan Pirsgirêka Xirabiyê

Pirsgirêka xirabiyê, mijareke felsefeya dîn e û li rê û rêbazên lihevanîna xirabî û başiya mutleq, başiya teqez (Xwedê) digere. Ev pirsgirêk cara yekem ji aliyê Epikuros (Epikur, Epicurus) ve hatiye gotin û ji wê rojê ve jî, ji aliyê gelek ramangir û feylesofan ve hatiye nirxandin û wekî pirsgirêkekî xwe gihandiye roja me.

P.Z. di sedsala 2. de Lactantius (P.Z.340), ramanên Epikurosî wekî paradoks, nakokî û dîlemayeke (ikilem), wiha veguhastiye: ‘Heke Xwedê bixwaze xirabiyan ji holê rake û nikaribe rake, yan jî dikare rake û naxwaze ku rake, yan jî ne dixwaze ku rake ne jî radike, yan jî hem dixwaze ku rake û dikare rake. Heke Xwedê dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û hêza wî têra rakirina xirabiyê neke, bêhêz e û ew rewş, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye. Na heke dikare xirabiyê ji holê rake; lêbelê naxwaze, nexwe ew hesûd e û ew rewş jî, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye. Heke ew, ne dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û ne jî ji holê radike, nexwe ew hem hesûd e û hem jî bêhêz e. Ev rewş jî, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye û di vê rewşê de jî, ew ne Xweda ye.  Na, heke Xwedê dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û radike, ku bi tenê ev rewş li Xwedê tê; nexwe jêderka xirabiyan çi ye? Yan jî, çima Xwedê naxwaze xirabiyan ji holê rake?’

Heman pirsgirêk piştî sedê salan, dîsa ji aliyê David Hume’yî (1711-1776) ve jî bi şêweyekê din hatiye raberkirin. David Hume di berhema xwe ya bi navê ‘Guftegoyên Li Ser Dîn’ de, ji devê Philo wiha gotiye:
‘Ma Xwedê dixwaze ku rê li ber xirabiyan bigre û hêza wî têrê nake?
Nexwe, hêza wî tune.
Yan jî hêza wî heye, lêbelê naxwaze ku xirabiyan asteng bike?
Nexwe, ew ne dilsaf (dilpak) e.
Heke ew hem hêzdar û hem jî qenc be, nexwe xirabî çawa peyda bûne?

Şiroveyeke din a balkêş jî, şiroveya John Leslie Mackie (1917-1981) ê feylesofê hemdem e, ku wiha gotiye:
‘Xwedê heye. (I)
Xwedê başiya mitleq e. (II)
Hêza Xwedê, têra her tiştan dike. (III)
Xirabî heye.’ (IV)

Şiroveya L. Mackie, bi vî şeklî ye: ‘Kesekê ku her sê madeyên ewilî bipejirîne, divê ew xala çaremîn red bike. Yanî heke Xwedê hebe, (xala yekem) û dixwaze ku başiya mitleq pêk bîne (xala duyem) û ji bo pêkanîna hemû tiştî hêza wî hebe (xala sêyem), divê xirabî tunebe.  Na heke Xwedê hebe (xala yekem) û başiyê dixwaze (xala duyem), lêbelê li dinyayê xirabî hebe (xala çarem), nexwe Xwedê nikare bi a xwe bike. Nexwe, Xwedê ne desthilatdarê her tiştî ye. Heke Xwedê hebe (xala yekem) û qadirê (serwerê) her tiştî be (xala sêyem) û xirabî jî hebe (xala çarem), nexwe Xwedê xirabiyê afirandiye û ne başiya mitleq e. Heke Xwedê başiya mitleq be (xala duyem) û qadîrê her tiştî be (xala sêyem) û ligel vê yekê jî xirabi her berdewam be, (xala çarem), nexwe Xwedayekî wiha tune.’   

Di felsefeya ol (dîn) de, navê vê lêgerîne danîne theodîse (ing: theodicy / fr: théodicée) û bi vî hawî xwestine ku xwe bigihînin bersivan. Pirsgirêka xirabiyê,  di heman demê de dibe sebebê gelek pirsgirêkên teolojîk jî û lewma jî, desta ewilî feylesofan xwestine ku têgeha ‘xirabî’yê, şirove bikin.

Theodîse di Ramanên Platon de
Li gor bîr û baweriya Platon, çavkaniya xirabiyan ne Xwedê ye. Wate, xirabî ji Xwedê nayên. Di dîroka felsefeyê de şirovekirina theodise’yê ya yekem, ji aliyê Platonî ve hatiye kirin. Lewre di gelek ramanên Theodise’yî yên ku piştî Platon hatine kirin de, bandûra ramana Platon eşkere xwiya dike. Platon wiha bawer kiriye ku çavkaniya xirabiyên li dinyayê, ne Xwedê ye. Lewre jî, divabû xirabî ji derekê din werin. Xwedê, ji hinek bûyerên ku têne serê mirovan berpirsiyar e, lê ne ji tevahiya bûyeran. Ew ne sebebê hemû tişta ye, bes sebebê bûyerên baş e û tu têkiliya wî, bi bûyerên xirab re tune. Ji ber ku Xwedê baş e, xirabî jê nayên. Tiştên ku baş in, em dizanin ku ew gelek kêm in, lewma jî ji Xwedê ne tiştên xirab, tiştên baş têtin. Lewre, ji Xwedê kêm tişt têtin. Lewre jî, nabe ku em Xwedê mîna sebebê xirabiyê bibînin û divê em wiha nebêjin. (Platon-Dewlet)
Platon madeyê jî, wekî çavkaniya xirabiyê nabîne. Lêbelê meriv dikare bibêje ku li gor nêrîna wî çavkaniya xirabiyê, ruhên xirab in. Mesela di Timaeus’ê de dibêje ku heta ji destê Xwedê hatiye wî xwestiye ku dinyaya me bişibîne heyînên herî xweşik, spehî û bêhempa yên ku dikarin werin têgihiştin. Lêbelê ramangirên Platonparêz û Plotinus bi xwe jî, madeyê wekî çavkaniya xirabiyê nirxandine.   

Theodîse di Ramanên Irenaeus (P.Z. 130-202) de
Irenaeus di navbera salên (P.Z. 130-202) an de jiyaye.  Irenaeus zilamekî dêrê bûye û pirsgirêka afirandinê şirove kiriye. Li gor bîr û baweriya Irenaeusî, Xwedê di du qonaxan de û di terzekî peresanî de mirovan xulqandiye. Qonaxa yekemîn, xwiyabûna Xwedê (image of God) ye. Qonaxa duyem jî, manendiya (lêçûnî, hevşibî) Xwedê (likeness of God) ye, ku hêjî berdewam dike. Xwedê di destpêka wê rêya ku mirov xwe digihînine wî de mirovan xulqandiye, lêbelê di vê xulqandinê de mirov ji bêhempatiyê dûr in û kêm in. Wate, kêmasiyên mirovan hene. Potansiyela bêhempatiyê li cem mirovan heye û Xwedê vê yekê daye wan, lêbelê divê bi hişmendî tevbigerin û ji asta sehkirin, lêkolîn, derana aqlî, têgihiştin û ravekirinê derbas bibin û bibin heyînên zana û xwedîehlaq.

Ji bo ku mirov bikaribin xwe bigihînin başiyê yan jî başiyê bi dest bixin, pêwîst e bi xirabî û tengasiyan re rûbirû bibin. Lewma jî, dûrahiyek (epistemic distance) ketiye navbera Xwedê û ebdên wî. Mirov di destpêkê de mîna xwiyabûna Xwedayê herheyî hatiye xulqandin, bav plana hemû tiştan daniye û piştre jî fermanê daye, kur jî demajoya xulqandinê pêk aniye, rih jî zexim kiriye û bi vî hawî nîjada afirîdeyên Xwedê zêde bûye, rewşa wan her çûye baştir bûye û zêdetir nêzîkî bêhempatiyê bûye. Lewre a ku nehatiye xulqandin bêhempa ye, ku ew jî Xwedê ye.  

Teolojiya Irenaeusî, ji teolojiya filehtiya îroyîn ciyê ye. Têgehên mîna ‘ji çav ketina mirovî’, ‘gunehê yekem’, û ‘kefaret’ (bedelê ku ji ber gunehekê yan tawanekê tê dayîn) di teolojiya Irenaeusî de xwiya nakin. Di mijara îradeya azad de Irenaeusî ji Augustînusê Xoşewîst cihê difikire, îradeya azad wekî armanceke siberojê dinirxîne û ji ber vê yekê jî, bêtir nêzîkê xeta optîmîst dibe. Ev feraseta Irenaeusî ku beriya Augustînusî pêşnûma kiriye, ji aliyê teologê fileh John Hick ve hatiye parastin.

Theodîse di Ramanên Xoşewîst Augustînusî de
Li gor bîr û baweriya Augustînusî (P.Z. 354-430), ‘Xwedê mirovan bê guneh xulqandiye û şandiye dinya me ya ji gunehan pakijkirî. Lêbelê mirovan, wê azadiya xwedêdayî bi xirabî bikar anine û guneh kirine. Wate, hemû mirov ji ber gunehê Adem, bûne gunehkar û lanetlêbûyî. Bêguman, hêza Xwedê heye ku mirovan di wê sefaleta wan de bihêle û tu carî, neyê hewara wan. Lêbelê, dîsa jî ji ber ku baş e, beşeke mirovan rizgar dike. Lewma jî, hinek mirov dê bi inayeta Xwedê rizgar bibin û yên mayî jî, dê werin cezakirin.’

Herweha, Augustînus bi wateyeke hilweşîner li xirabiyê mêze nake. Li gor bîr û baweriya wî xirabiya ku bi destên mirovan pêk tê û xirabiya ku ji bo cezayê tê bikaranîn, di gerdûnê de dibin sebebê ahengê. Lewre jî dinya me, çawa ku têde qet xirabî tunebe xweşik û spehî ye.

Augustînus jî mîna Plotînus, xirabiyê bi madeyê şirove dike. Li gor baweriya Augustînus xirabî, tunehiya başiyê ye. Xwedê, başiya saf û dawînî ye, mitleq û neguher e. Xwedê, gerdûnê ji ‘tunehiyê’ xulqandiye. Gerdûn guhêrbar e û pêkhatina madeyê jî, ji tunebûna başiyê ye, lewre mîna Xwedê, ne saf e û ne mitleq e. Gerdûn jî mîna Xwedê bi başiyê hatiye dagirtin, lêbelê di hemû tiştan de û bi heman qasî başî peyda nabe. Çimkî li cem heyînan hiyerarşiyek heye û li cihê herî bilind a vê hiyararşiyê, yên baş hene. Roj, heyv, stêrk, ferîşte, mirov, çivîk, masî, ronî û tarî, herdem baş in. Lêbelê, mîna Xwedê ne bêhempa ne û asta wan cuda ye. Helbet heyv bi qasî rojê ne ronîdar e û hemû heyîn jî, bi qasî hev ne baş in. Li gor baweriya Augustînusî zelzele, bahoz, nexweşiyên têger û kerasetên mezin yên xwezayî, encamên gunehên mirovan in. Lêbelê ji ber ku ev ceza adîlane ne, ahenga bêhempa ya gerdûnê xira nakin. 

Theodîse di Ramanên Gottfried Wilhelm Leibniz (1646-1716) de

Leibnizî bi ‘teoriya cîhana pêkan’, pirsgirêka xirabiyê şirove dike. Li gor vê teoriyê Xwedê, dinyayeke ku pêkan e (a ku maqûl e) xulqandiye û ji bo pêkanîna vê yekê jî, mecbûr bû ku çavê xwe ji hinek xirabiyan re bigre.      

Derbarê xulqandina gerdûnê de, Leibniz mîna Augustînus nafikire û bawer nake ku Xwedê gerdûnê ji tunehiyê xulqandiye. Ramana wî ya derbarê vê yekê de, bêtir dişibe ramana Platonparêzan ya ‘madeya ku heye’.

Lêbelê Leibniz nabêje made, dibêje ‘monad’. Xwedê ji nav monadên ezelî û ebedî, ku hejmara wan bêsînor e, yên guncan çalak dike. Wate, xulqandin aktîvîzekirina îdeayên ku mîna hêzê ne. Di dema pêkanîna vê yekê de, bêguman Xwedê hêza xulqandina alemên bêsînor e. Lêbelê piştî hesabeke kûrûdûr, vê dinyaya a ku herî pêkan e û bêhempa ye xulqandi ye.

Lêbelê heyîn, kêm in û netemam in û tekane heyînê ku temam e, Xwedê ye. Heke hemû heyîn temam bûna, dê ew jî bibûna Xwedê. Ji ber vê yekê jî, li dinyaya me normal e ku xirabî heye. Sebebê vê yekê ne Xwedê ye, kêmasiyên mirovî ne. Ango ‘heyîn’ tekûziya xwe ji Xwedê, netekûziya xwe jî ji tebîeta xwe digrin. Ji ber xulqandina Xwedê tiştek (heyînek) nabe baş, lêbelê ji ber ku ew baş e ji aliyê Xwedê ve hatiye xulqandin. Wate başî yan jî tevgera ehlaqî, ji Xwedê serbixwe ye û xulqandina dinyayê, ji nexulqandina wê çêtir e.   

Leibniz wiha bawer dike ku dinyaya me di rewşa xwe ya herî baş de ye û îmkan tune ku em bikaribin vê dinyayê baştir bikin. Hemû mirov dikarin ji xwedayeke afirîner bawer bikin, lêbelê a girîng ew e ku meriv bikaribe ligel hebûna xirabiyan ji Xwedê hez bike.    

Dewra Ronîbûnê (Age of Enlightenment) û Theodîse

Di Serdema Ronîbûnê de ku di sedsala 18an de derketiye holê, li hemberî feraseta theodîseyê rexneyên tund pêk hatine. Voltaire, di berhema xwe ya bi navê ‘Candide-Xweşbînî’ de, rexneyên tund li felsefeya Leibnizi ya ‘teoriya cîhana pêkan’ girtiye. Di berhemê de Pangloss’ê ku felsefeya Leibnizî diparêze, bi du hevalên xwe re li gelek deverên dinyayê digere û li gelek bûyerên xirab rast tê. Zelzeleya Lizbonê ya sala 1755an jî, bandûreke mezin li rewşenbîrên Ewropayê kiriye. Piştre David Hume di berhema xwe ya bi navê ‘Dîroka Xwezayî ya Dîn’ de, derbarê derketina holê ya dîn/olan de şiroveya sosyolojîk ya yekemîn dinivîsîne û wiha dibêje: ‘Meseleya dîn û Xwedê, xaçepirs û nehêniyeke wiha ye ku nayê şirovekirin. Derbarê vê meseleyê de tekane encama lêkolînên me, tirs û kesnezanî (nexuyatî, nediyarî) ye. Lewre jî, ne pêkan e ku em bikaribin xwe bigihînin encam/biryareke zelal û eşkere.’ Feylesofên Ronîbûnê yên mîna Diderot û Paul Henri Thiry d’Holbach jî, di bin bandûra ramanên Voltaire û Hume’yî de dimînin û wiha dixwazin ku bandûra baweriya filehtiyê a zordest ku piştî Serdema Navîn jî berdewam dikir, ji holê rakin.                 

Rexneya David Hume’yî ya Feraseta Theodîse   

David Hume (1711-1776) di berhema xwe ya bi navê ‘Guftegoyên Li Ser Dîn’ de, li ser vê meseleyê sekinî ye û ji devê Philo wiha gotiye: ‘Ma Xwedê dixwaze ku rê li ber xirabiyan bigre û hêza wî têrê nake? Nexwe, hêza wî tune. Yan jî hêza wî heye, lêbelê naxwaze ku xirabiyan asteng bike? Nexwe, ew ne dilsaf (dilpak) e. Heke ew hem hêzdar û hem jî qenc be, nexwe xirabî çawa peyda bûne?’ David Hume’yî pirsgirêka xirabiyê bi aliyên xwe yên fizikî, ehlaqî û psîkolojîk şirove dike û bi inyad, li ser du pêşniyaran radiweste.

Di pêşniyara yekem de dibêje, gerdûn wekî ku tê zanîn ne birêkûpêk û ahegdar e. Pêşniyara duyem jî li ser hebûn/tunebûna Xwedê ye, ku wiha gotiye: ‘Heke di gerdûnê de nîzam û rêkûpêkiyek hebe jî, em nikarin ji vê yekê dest pê bikin û xwe bigihînin ramana hebûna Xwedê. Humê hem felsefeya theodîse’yê pûç dike û hem jî tinazên xwe pê dike: ‘Dibe ku rojekê yek bibêje ku gerdûn, di zemanekê de weke pêşnûmayeke derketiye holê û vê yekê biparêze. Lêbelê ji bilî vê ramanê, dê nikaribe tiştekê din bibêje û di teoriya wî de, gelek aliyên vala yên ku li benda destnîşankirinê ne dê bimînin. Herweha ew kes dikare têbigihêjê ku ev dinyaya me, ji bêhempatiyê dûr e û gelek qisûrên wê jî hene. Zarokek, dikare bibe ceribandina yekem ya Xwedê. Dibe ku Xwedê ji naşitiya xwe şerm kiribe û lewma jî, wî/wê wiha hiştibe. Gerdûna me, bi tenê dikare berhema heyîneke xwedayî a rajêr û pêgirêdayî be. Dibe ku heyînên raser yên xwedayî, tinazên xwe jî pê dikin, yan jî dibe ku ev gerdûna me, karê xwedayekî kal î xurufî be jî.’

Humê li dijî wan ramanên ku gerdûnê dişibînin makîneyeke û Xwedê jî dişibînin afirînerê makîneyê derdikeve û dibêje ev raman, dermantiqî ye. Li gor ramana Hume, di vê angaştê de du nakokî hene: ‘Yek, nabe ku em gerdûnê bişibînin makîneyekê. Dido, nabe ku em bibêjin afirînereke vê makîneyê heye. Lewma jî ev raman çewt e û nakok e.’                    

Rexneya Feraseta Theodîseyê ya Immanuel Kant

Ji bilî rexneya David Hume’yî, meriv dikare bibêje ku li hemberî feraseta theodîseyê rexneya herî cidî, ya Immanuel Kant e û derbarê vê meseleyê de, Kant gotareke berfireh nivîsandiye. Navê wê gotarê ‘Li Ser Biserneketina Felsefeyên Theodîseyî’ (On The Failure of All Attempted Philosophical Teodicies) ye. Immanuel Kant teoriyên theodîseyî dike du beş: Theodîseyên Teorîk û Teodîseyên Otantîk. Kant theodîseyên di pirtûkên pîroz de, wekî yên otantîk dihesibîne û theodîseyên feylesofan jî, wekî theodîseyên teorîk.

Li gor baweriya wî kesên ku theodîseyê diparêzin, ‘parêzerên Xwedê’ ne û parastina vê yekê jî, ‘doz’ e. Li gor baweriya Kant ev doz, li hemberî ‘dadgeha aqil’ (the tribunal od reason) yan jî ‘dadgeha felsefeyê’ (the tribunal od philosophy) tê meşandin. Kant dibêje, divê ‘parêzerên Xwedê’ hinek xalan zelal bikin û ji bo zelalkirina vê mijarê jî sê xalan destnîşan kiriye:

– Pêwîst e sebebê dijberiya tiştên ku li dijî armanca dinyayî ne (li dinyayê armancek heye), were şirovekirin.

– Yan divê dijberiya wan were pejirandin, yan jî divê werin şirovekirin.

– Pêwîst e were peyîtandin ku Xwedê hêzeke mitleq e û ne çavkaniya xirabiya ye û sebebê xirabiyan yan mirov in, yan jî rihên raserî mirovî ne.

Li gor baweriya Kant, ‘parêzerên Xwedê’, li ‘dadgeha felsefeyê’ têk diçin.

Di dawiyê de Kant digihêje wê qeneetê, ku hikmeta îlahî û rasteqîniya xirabiyê, ne li hev in. Di vê xalê de Kant girêdayî ramana Xwedê ye, lêbelê di çareserkirina vê meseleyê de aqlê mirovî bêhêz dibîne. Li gor bîr û baweriya Kant, pêwîst e meriv xwe radestî hêzeke raser û gewre bike û bizanibe, dê tu carî nikaribe meseleyên li derveyî sînorên aqlî çareser bike. Di dawiyê de kant wiha parastiye ku ev mesele, tu carî çareser nabe.           

Rexneya Feraseta Theodîseyê ya Arthur Schopenhauer (1788-1860)

Arthur Schopenhauer jî mîna mamosteyê xwe Kant, dibêje ne pêkan e ku meseleya hebûna xirabiyan çareser bibe. Dîsa dibêje, rêyeke çareserkirina vê meseleyê qet tune û nabe ku ev pirsgirêk, bi rêya theodîseyê were şirovekirin. Çimkî çavkaniya xirabiyan heke Xwedê be jî, ev yek rê li ber xirabiyan nagre.

Axirê Schopenhauer wiha bawer dike ku pirsgirêka xirabiyan bi teoriyên theodîseyî tu carî çareser nabe. Lêbelê, bi daxwaza jiyanê û bi rêya huner, ehlaq û hezkirinê, meriv dikare li dijî xirabiyan li ber xwe bide û têbikoşe.

Guherîna Lewnî ya Pirsgirêka Xirabiyê        

Bi Schopenhauer re, pirsgirêka xirabiyê ji rewşa xwe ya berê dûr dibe. Di destpêkê de ev pirsgirêk, wekî pirsgirêkeke di navbera ‘xirabî’ û ‘Xwedê’ de dihate dîtin, piştre bû meseleyeke ku di navbera ‘xirabî’ û mirovan de xwiya dibe. Schopenhauer, Kierkegaard û Nietzsche, hewl dane ku çavkanî û sebebê vê pirsgirêkê destnîşan bikin û jêre çareseriyeke nû bibînin. Nihîlîzma (Hîçperestî, Hîçparêzî) ku di sedsala 19an de Nietzsche û Kierkegaard pê mijûl bûne, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê wekî hewldaneke xwiya dike.

Nietzsche vê yekê wiha şirove kiriye: ‘Pesîmîzm (bedbînî, reşbînî), şeklê pêşîn ê nihîlîzmê ye. Pesîmîzm, bi hêza mantiqê dijîtiyan radixe holê û dibe sebebê rageşî û giraniyê. Heta ku di binê nirxên jor de ehlaqekekê jêr hebe û heta ku sîstem muteberiya xwe wenda bike, nirxên me nikarin jiyanê berhêlî bikin û jê rû badidin. Rageşiya bedbîniyê, dibe sebebê hîçparêziyê. Wate, ji binî ve û seranser redda hemû nirxan.’

Di Serdema Ronîbûnê de li dijî feraseta theodîseyî, êrîşên mezin pêk hatine û vê feylesofan, darbên mezin lê dane. Ligel vê yekê jî, şirovekirina vê pirsgirêkê di roja me de jî berdewam dike û meriv dikare xebatên Alvin Plantinga û John Hick, wekî du mînakan îroyîn bide. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

28.05.2016

Jêder

1- Boutroux Emile (2009) Leibniz: Hayatı ve Felsefesi,

(Çeviren: Atakan Altınörs), İstanbul, Paradigma yay.

2- https://tr.wikipedia.org/wiki/kötülükproblemi

3- https://en.wikipedia.org/wiki/Problemofevil 

4- https://fr.wikipedia.org/wiki/Mal 

5- https://en.wikipedia.org/wiki/Epicurus

6- On the miscarriage of all philosophical trials in theodicy: http://cas.uchicago.edu/workshops/germanphilosophy/files/2013/02/Kant-On-the-Miscarriage-of-all-Philosophical-Trials-at-Theodicy.pdf

7- http://eskidergi.cumhuriyet.edu.tr/makale/1385.pdf

8- Pirsgirêka Xirabiyê û wekî çareseriyeke Theodîse. Nurten Kiriş. Pdf.

9- https://tr.wikipedia.org/wiki/Teodise  

10- https://en.wikipedia.org/wiki/Theodicy 

11- http://www.flsfdergisi.com/sayi5/81-100.pdf 

12- Felsefe Dergisi, Emin Çelebi, Kuşkucu ve Agnostik Tutum Bakımından David Hume’un Din Eleştirisine Eleştirel Bir Bakış. pdf.

Bersivekê binivîsin